Bûyerên balkêş ji berhema hiqûqzanê mezin Têmûrê Lêşo – 2

Bûyerên balkêş ji berhema hiqûqzanê mezin Têmûrê Lêşo – 2

Em her roja şemîyê beşek ji kitêba hiqûqzanê Ermenîstanê yê herî binavûdeng, welatparêzê mezin, heyranê erf û edetên miletê xwe û welatê xwe Têmûrê Lêşo Biroyan raberî we dikin. Îro beşa duduyan bixwînin.

Pirtûka wî ya bi sernivîsa BERBANG bi du zimanan – bi rûsî û ermenî – çap bûye, berpirsyarê malpera me jî wê berhema delal werdigerîne kurdî û raberî we dike, piştî demeke kurt jî ewê wek pirtûkeke cuda, bi zimanê dayka nivîskar – kurdî, ronahî bibîne û bibe milkê xwendevanên miletê wî û welatê wî.

Di wan da hûnê herine Entaba Serhedê û gundên dor berê wê, ku pêşîyên nivîskar ji wir in, hûnê nimûneyên hovîtîyên tirkan bixwînin, ku ji qira êzdîyan ya li welêt têr nebûn, hatin gihîştine Ermenîstaanê, ketine gundê nivîskar – Elegezê û qira milet anîn, hûnê bûyerên balkêş ji jîyana nivîskar û hiqûqzanê binavûdeng bixwînin, hûnê mêze bikin ew merivê mezin çiqasî bi malbeta xwe, bi binemala xwe, bi zar û nevîyên xwe, bi komara xwe û miletê xwe va girêdayî bûye.

Ji bo hûn rind derc bikin ka ew hiqûqzanekî çiqasî navdar bû, dikarin van xetên ji kitêbê bixwînin: -Heft sal ser teqewûtbûna (çûyîna ser pênsîyayê) min ra derbaz bûbûn, min êdî ji Rewanê bar kiribû û bi malbetî li Moskvayê bûm, dozgerê Ermenîstanê yê sereke ji min ra têlêfon kir û hîvî kir ez careke din vegerim ser karê xwe yê derecebilind li dozgerîya komarê… û ez careke din vegerîyam Rewanê.

 

Têmûrê Lêşo Biroyan

Kalikê min Biroyê Xişo

Binemala me ji bavê mezin Biro, şeş kurên wî – Elo, Lêşo, Çeto, Eco, Nigo û Serdar, du qîzan, bûkan û merivên me yên din bû. Sala 1854an, pey du salan ra dema li cîyê nû cîwar bûbûn, bavê min – Lêşo ji diya xwe dibe, ku ji birayan yê herî biçûk bû. Gelek salan şûnda Bavê Mezin – Biro wefat dibe. Gorî erf û edetan, nuxurîyê malê, ango kurê mezin – Elo bû malxwê malê. Malbeta me hêdî hêdî şax vedide, mezin dibe, xort dizewicin, qîz mêr dikin, nisleta me bi nevî û nevîçirkan va digihîje.

Bavê min – Lêşo dizewice, du zaro jê ra çê dibin – kurê wî Seyad û qîza wî Pembo. Zûtirekê kulfeta wî ji nexweşîyê dimire. Di çilûheyşt salîya xwe da bavo careke din dizewice, vê carê bi diya min ra – Zelîxeya bîst salî, keça Xudoyê Mirad – binecîya gundê Sengerê. Diya mine dilovan bi xemxurîyeke mezin va wan du zarên bavê min yên ji jina pêşin mezin dike. Zûtirekê zarên wê jî dibin. Di navbera panzdeh salan da heta sala 1915an ew pênc qîzan tîne, ji wana du qîz – Cemed û Gozel ji nexweşîya tayê di zarotîyê da dimirin. Şikir ji Xwedê ra, Sîsê, Meyane û Gevez dijîn. Emê paşê dîsa vegerin ser wan û bi hûrgilî behsa wan bikin.

Çar salan pey mirina Bavê Mezin Biro ra, malxwêyê mala me Elo ber bavê min û diya min pêşnîyar dike bi zaran ra tevayî cihê bibin û bi serî xwe bijîn, bibin xwedî mal û hal. Wextê cihêbûnê kalikê min tewleyek û çend mîyan dide bavê min. Bavê min tewle dike du para, parek dibe wek tewle, para din dibe ode. Bi saya xebathizîya dê û bavê min di mala me ya cihêbûyî da halê me ji berê va xweş dibe, mecal saz dibe bona cote ga bikirin bona cotkirinê.

 

Revandin û kuştin

Hema di wan deman da li gundê me di navbera gundîyan da şer derdikeve. Xortekî genc Evdoyê kurê Şemoyê cînarê me guh nedabû erf-edetên kal û bavan yên bi sedan salan, bi surî meta mine Avsê direvîne û bêy daxweza dilê wê, pê ra dizewice. Ev bûyer di gund da rewş disincirîne. Mêrên êla me êrîşî cînaran dikin bona keça revandî vegerînin. Di wan pevçûnên giran da ji hemûyan zêdetir apê min Nigo zirarê dibîne, ew ji derbên gopalan ser hişê xwe da nayê û pey du rojan ra dimire. Neferên mala me hazin dibin heyfa xwe hildin, lê malbetên dijminên me – malbetên Şemo, Sîabend û Rizgo – dîtin ku merivên kesê kuştî bi karê çelkirinê va mijûl in û di nava şînê da ne, şev nîvê şevê ji mala xwe direvin, xwe vedişêrin, berê xwe didine cîkî nedîyar, bona xwe ji heyfhildana xwînî xilaz bikin. Hilbet, mêrên malbeta me bona heyfhildanê her deran li wan digerin, lê tu cîya wana nabînin.

Wek ku me li jorê destnîşan kir, odeya binemala me hebû, ku payîza dereng û zivistanan rojê du caran, sibê zû û êvarê mêrên me û yên cînaran berevî ser hev dibûn. Wana alif didane pez û dewaran, paşê dihatin odê û ji hal û wextê dinyayê xeber didan, gun didane çîrokan û beytan, carina jî distiran. Çîrokbêjên me yên eyan Ahmê Çolo, Şêx Abasê Ozman û yên din bûn. Anegorî erf û edetên kal û bavan taştê û şîv didane mêvanan, pey ra jî qahwe û çayê. Bavê min gilî dikir, ku heta pey çend salan ra jî rêç û îza kuştîyên apê min xuya nebû. Û rojekê jî, êvarê dereng, dema mêvanên me yên herroje di odê da bûn, mêrekî navsereyî bi rî û simêl, tiştek di bin piçenga wî da, ku di nava perçeyekî da pêçabû, kete hundur. Ewî hema bêje bi van gotinan va berê xwe da malxwêyê malê:

”Apê Elo! Ez ew merî me, ku birayê te kuştîye. Xwedê şede ye, min ne dixwest wî bikuşta. Ez niha ber we sekinîme, min kefenê xwe bi xwe ra anîye, hûn dikarin min bikujin û bi wî awahî heyfa xwe hildin. Lê hîvî ji we dikim, piştî we ez kuştim, îzinê bidine malbetên me vegerin malên xwe”. Gundîyên hazir destpê kirin ji Apê Elo hîvî kirin ne tenê kesê hatî bibaxşîne, efû bike, lê destûrê bide malbetên revî vegerin. Apê Elo razî dibe, dest ji heyfhildana xwînî dikişîne, gorî erf û edetên miletîyê kesê hatî azad dihêle û rê dide malbetên wan vegerin. Ewî qedirê mezinên malbetê girt, guh da fikira wan û gotinên merivên di emir da sere.

 

Qedera kesê ji refê xwe qetîyayî 

Niha em vegerin ser yazî-miqedera Cemalê 20 salî, ku şeva rev û bezê winda bû û em binêrin ka mesela wî bû çi.

Sal buhurîn, piştî çend dehsalan em pê hesiyan, ku li dorberê Entabê kurdekî musulman bi navê Ûsib dima, ku merivekî têra xwe dewlemend bû û zureta wî a kurîn tunebû. Lê çend qîzên wî hebûn, ku mêr kiribûn û terka ocaxa bavê kiribûn. Tenê keça wan a here biçûk a deh salî bi dê û bavê xwe ra dima. Rojekê berî mihacirbûnê Kalikê Ûsib pê dihese, ku hemû kurdên êzdî hazirîya xwe dibînin jig und derkevin. Û çimkî zureta wî tunebû, Ûsib qirar dike Cemalê ku li wî xweş hatibû, cem xwe bihêle. Ew gazî kurik dike, derî ser xwe da digire, bona ew nikaribe bi malbeta xwe ra bikeve rê. Cemal pir bîra malbeta xwe dike, lê wext birînên wî yên ruhî dikewîne. Ew di mala Ûsib da mezin dibe û bi keça wî ra dizewice. Cemal dibe mîratxurê tekane yê Ûsib û dibe xwedî milk û hebûneke pir (gorî qanûnên kurdan, tevaya hebûna malê digihîje kuran).

Û axirîya vê meselê ha ye. Cemal bi aqilane karê malê bi rê va dibe, him ji alîyê xwelîbêcerkirinê, him jî ji alîyê heywanxwedîkirinê da digihîje destanînên mezin. Hebûna wî her diçe zêdetir dibe. Hela di ser da jî, ew xwe merivekî gelek bextewar hesab dike: çimkî heft kur mezin kirin, ku êdî zewicîne, zureta wî zêde dibe û kur û nevî tevayî mala xwe a giran şên û dewlemend dikin. Cemal gava mezin dibe, biryar dike sura dilê xwe ber kuran veke û rastîya esil û esasê xwe ji wan ra bêje. Berî her tiştî jî Cemal ji kurên xwe ra dibêje ku ew bi esilê xwe va ne ku kurdên musulman in, lê kurdên êzdî ne. Cemal ji wan ra dibêje çawa ketîye mala Ûsib, ku çawa merivên wî di rûyê zordestîyên tirkan da mihacirî Ermenîstana Rohilatê bûne, ku di bin destê Rûsîya Qiralîyetê da bû, û wisa xuya ye ew li wir hêwirîne. Cemal ji kurên xwe hîvî dike berî mirina xwe merivên xwe bibîne, bona bi dilekî rehet here egorê. Du kurên wî bi daxweza Bavê Mezin wî li hespê siyar dikin, berê xwe didine qeza Qersê, ango heta ber devê sînorê Rûsîyayê. Li vira pê dihesin, ku wî berî, ji vira ne dûr, gundên kurdên êzdî ne. Ew hîvî ji kurên xwe dike vegerin, bi hêvîya ku ewê bi xwe zû merivên xwe bibîne. Cemal xwe digihîne gundê herî nêzîk, kalekî di emirê wî da rastî wî tê, pirsa Biroyê Xişo û Ûsoyê… dike û eyan dibe, ku kalê hevalê wî yê zarotîyê ye. Ew hûrgilîyên wê şeva mihacirîyê û windabûna Cemal bîr tîne. Kalê ji çavên xwe bawer nake, dike qîrîn: ”Tu bi rastî jî ew Cemal î?”. Dema caba erênî distîne, ew alî Cemal dike ji hespê dakeve, teglîfî mala xwe dike û bona hurmeta wî berxekê li erdê dixe, serjê dike. Rojtira dinê Cemal berê xwe dide gundê Qizilqulê, ku malbeta Ûso û merivên wî dimînin.

Kurdên êzdî xênji gundê Qizilqulê yê li qeza Qersê herwiha li gundên Emençayîrê, Sûsizê, Dîgorê, Şîrinkoyê, Bacalîyê, Bego, Dûzgêçîyê, Hesencano, Taşnîkê, gundê Çoxreşan, Sîçanê, Qereqelê, Kosesoxitê, Eyla Sinco, Şatxilê diman. Li van gundan eşîretên Sîpikî, Hesinî, Rojkanî û yên din diman. Hatina Cemal bi xwerin û vexwerin, bi def û zurne tê pêşwazîkirin, tevaya gund hatibû dîtina wî.

Cemalê kal ji wan ra şirove dikir ka piştî ew revandine, çi hatîye serê wî, behsa malbeta xwe, nevî û nevîçirkên xwe dikir. Dibêje, ku bi saya keda xwe êpêce hebûk daye ser hev, ku erdê wî pir e û çend semer pezê wî gelek serî dewarên wî hene. Ûso ji biharê heta payîza dereng nahêle Cemal here. Cemal ji wî pê dihese, ku pareke merivên wan riya xwe berdewam kirin û bi malbeta Biroyê Xişo ra tevayî li gundê Camûşvana Mezin hêwirîne, ku li navçeya Aparanê, li Ermenîstana Rohilatê ye. Ew hîvî ji Ûso dike, ku rêberîya wî bikin, wî bibine wira bona ew rastî merivên xwe bê, çimkî wî gelek bîra wan kirîye.

Çend merî wî verê dikin heta bajarê Gumrîyê. Paşê ew tenê bi nuxurîyê Ûso – Eslanê cahil ra riya xwe berdewam dike. Hatina wan ya li Camûşvana Mezin di gund da dibe sebebê şabûneke mezin. Li vira, weke ku li Qizilqulê, bona hatina Cemal kêfeke çend rojan datînin û kilam û reqasan va dikevine nava eşq û şabûnê.

Malbeta Biroyê Xişo û temamîya merivên wan Cemal û rêberê wî heta biharê nahêlin herin. Û dema berf hiltê, rê vedibin û mecal saz dibin bona vegerê, Cema bi hîvîkirineke ha berê xwe dide merivên xwe: ”Eva bû sê meh ez mêvanê we me. Min êdî bîra zarên xwe, nevî û nevîçirkên xwe kirîye. Destûrê bidin ez herim nava neferên xwe”. Gorî qanûnên mêvanhizîyê, daxweza wî pêk tînin. Berî çûyînê hediyayên giranbiha didine wî û hemû neferên malbetê. Çend merivên wî heta bajarê Gumrîyê rêberîya wî dikin, pey ra ew û Eslan riya xwe berdewam dikin. Rojtira din berbangê ewana li hespan siyar dibin, ji Gumrîyê berê xwe didine alîyê gundê Qizilqulê û nîvro digihîjin ser kanîya nêzîkî gund. Wek ku paşê Eslan got, Cemal hîvîyek jê kirîye, gotîye: ”Eslan, lao, em di rê da pir westîyan, ez gerekê hinekî hêsa bim. Eger em hema niha bikevine gund, merivên me wê destpê bikin texte rast bikin, wê destbi şahîyê be… Wê nehêlin em hêsa bin. Ka em hespan berdin, bira ew biçêrin, emê qewatîyekê bikin, hêsa bin û paşê emê berê xwe bidine gund!”.

Ewana hema wisa jî dikin. Piştî kerî nan dixun, di nava zevîyê da pal didin û bi xew ra diçin. Pey demekê ra pencên tavê Eslan şîyar dikin, û ew hewil dide kalê şîyar bike. Lê ew ji cî naleqe, Cemalê kal çavên xwe heta hetayê li jîyanê girtin.

Behsa mirina Cemal ne tenê merivên ber dilê wî ezîz kirine nava şînê, lê herwiha hemû kurdên êzdî yên gundên cînarên Qizilquleyê jî. Merivên wî û weke hezar hewarî gorî erf û edetên miletîyê Cemal dispêrine axê. Bona xêrê çend serî dewarên gir serjê dikin, di nava sinîyên mezin da nanê xêrê li hemû malan bela dikin. Pey çend rojan ra xêra duduyan jî didin.

Nikaribûn destxweda behsa derheqa mirina Cemal da bigihînine malbeta wî, çimkî pevgirêdan tunebû, di ser da jî dijwarîyên bi derbazbûna hidûdê Tirkîyê ra hebûn.

Pey salekê ra malbeta Cemal, ku dît demeke dirêj e deng û behsên wî tunene, kurekî wî – Seîd dişînin bona li ser riya ew çûye-hatîye pirs û pirsyaran bike ka ew li ku ye, çi hatîye serê wî. Ew bi pirs û pirsyaran digihîje gundê Qizilqulê û ji merivên xwe pê dihese, ku bavê wî mirîye. Merivên Cemal vê carê jî bi haziraya Seîd xêra wî bela dikin û li goristanê mezelekî giranbuha çê dikin. Piştî ku Seîd vedigere gundê xwe, zureta Cemal gorî erf û edetên miletîyê teze şînê dikin, xêrê bela dikin.

 

(dûmayîk heye)

 

Di wêne da, ji çepê: serokê beşa dadwerîyê-lêpirsînê ya Dozgerîya Ermenîstanê Têmûrê Lêşo Biroyan, cîgirê wezîrê transportê yê Ermenîstanê Nadoyê Xudo Maxmûdov, glavlîtê sereke yê serwêrtîya çapemenîyê û ragihandinê ya komara Ermenîstanê Celîlê Çaçan Mûradov.

 

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev