Berhemên kurdzanên me – 237

Berhemên kurdzanên me – 237

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” beşek ji berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M.Hasratyan ya ”Kurdên Tirkîyê di dema nû û here nû da” raberî we dikin. Beş ha tê binavkirinê: ”PIRSA KURDAN PEY ŞERRÊ HEMCIHANÊ YÊ DUDA RA (1945-1970)”. Em wêya dikin çend beş û dor bi dor raberî we dikin. Kerem bikin, îro beşa pêncan bixwînin.

Ev berhema profêsor M.Hasratyan ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatîye wergerandin û Înstîtûya Kurdî a li Brûksêlê sala 1994an bi amadekarîya seroka wê a berê Perwîna Ekrem Cemîl paşa hatîye çapkirin.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

PIRSA KURDAN PEY ŞERRÊ HEMCIHANÊ YÊ DUDA RA (1945-1970) -5

Tevî pêwendiyên kapîtalîst ku ketin gund, cûrê xebatê jî li Anatolya Rohilatê hinekî hate guhastin, bêtir makînên malhebûna gundîtiyê bi kar dianîn, trak to r û komba êdî ketibûn nava deşt û beyaran. Tevî wê yekê, jimara kotanan û aletên malhebûna gundîtiyê yên prîmîtîf kêm dibû. Wan deman, li hinek navçan êdî bi cûrê hinartî av dida û xwelî qinyat dikir. Di salên 70 da, li bakurê welêt berhevkirina pembû, birinc, titun û hinekên din zêde bû. Lê ew zêdeyî guhartineke mezin ne kir nava xebata malhebûna gundîtiyê, xwezma li wan navçên ku hela bi kotanê kar dikir. Loma jî, ra s t e, li hinek malhebûnên mezin mêtodên kapîtalîst hatin rikin kirin, lê li ser piraniya erdê welêt dîsa jî bi cûrê kevnare kar dikir, ango gundî wek berê dihat kirê kirin û bona axayê xwe dixebitî, xweliya wî diçand.

 

Awayekî malhebûna gundîtiyê yê giring jî heywanxwedîkirin, ku 70% temamiya bineciyên Anatolya Rohilatê gîro bû, bû (201, 1968, No 331, r. 9). Li wê navçê, 50% goşt (201, 1968, No 331, r. 9), weke 20% şîr û 23% hiriyê welêt dida (167, r. 66). Lê heywanxwedîkirin li Anatolya Rohilatê bi cûrê tradîsyonêl dihat kirin, deranîna wê kêm bû.

 

Li Kurdistana Tirkiyê mecalên baş bona pêşketina sinaetê hene, ji ber ku li binerdê wê gelek zîv, sifir, krom, volfram, neft û tiştên mayîn hene (32, r. 66). Lê ew navçe bi pêşdaçûyîna xwe va ji navçeyên welêt ên mayîn gelek paş va dima. Li vira tenê 5,6% hemû fabrîkayên Tirkiyê yên sinaetê hebûn.

 

Di nava aboriya Anatolya Rohilatê da sinaeta derxistinê roleke mezin dilîst : merkezên neftderxistinê yên sereke, yên hesin û krom li vira bûn. Li ser çemê Feratê komplêksa hîdroênêrjiyê ya Kebanê, ku nemaze para welêt a roavayê bi ênêrjiya elektrîk va dida razî kirin, hat çê kirin.

 

Girêdayî pêşdaçûyîna sinaeta di nava jiyana mexlûqetiya Kurdan a civakî da, guhartin dihat texmîn kirin; li dawiya salên 60 tenê 4% bineciyên kurd di nava sinaetê da – di wê jimarê da di nava deranîna sinaetê da – kar dikir (201, 1968, No 331, r. 9). Li ser hevdu, li wilayetên rohilatê, di nîveka salên 60 da 17.000 karker, ku 5% ji wan kesên ku li temamiya Tirkkiyê di nava sinaetê da kar dikir bûn, kar dikir. Lê êdî di sala 1970 da, jimara karkeran ji 102.000 derbastir dibû (111, r. 119). Nemaze ew karker di derecên sinaeta neftê, çiya-madeniyê, têkstîlê, şekir û çimentoyê da, usa jî li ser transporta xeta hesin û ereban, kar dikir.

 

Rewşa Kurdan a aborî a xerab bi bêmafî û mecbûriyeta wan va pîstir dibû. Dîwana cî, polîs û cendirme çi dixwest dikir, bi hovîtî ji heq-hesabên bineciyên kurd dihatin der.

 

Loma jî gelek Kurd bar dikir, diçûn bajaran, nemaze yên Anatolya Roavayê; lê li wira hem bona wan, hem jî bona gundiyên tirk her tiş t beha bû, qewlên jiyînê xerab bûn, betalî û bêxebatî hebû û li wira jî mirovên sade bendî tiştekî hesab ne dikir. Çûyîna mihaciran ber bi wilayetên roavayê pirsa bêbextiya welêt da tûj kirin. Tunebûna xebatê li Tirkiyê Kurd û karkerên tirk jî mecbûr kir ku herin welatên derve, ku belkî karekî peyda bikin. Tenê li Almanya Fêdêral 200.000 karkerên kurd hene (143, r. 135). Li vira Kurdan xebata herî dijwar û kêmmeaş dikir. Lê gilî ne tenê di wê yekê da ye. Wan, ku terka welatê xwe dikir, hinek ji wan mal, qewm û pismamên xwe dihiştin. Tevî zehmetiyên mayîn, tevayî bi moralî jî hukm li ser neferên malê dikirin, dibû sebebê nexweşiyên giran. Kurdistana Tirkiyê perça di hêla pêşketina xwe ya di dereca saxîxwedîkirinê, ronakiyê û çandî da ya herî paşdamayî bû. Di sala 1965 da, tenê 18% nexweşxanan û 15% ciyên paldana nexweşan ên welêt diketin para Rohilatê : li vira tenê 12% xuşkên doktoriyê û tenê 6% hemû bijîjşkên welêt kar dikir. Eger li temamiya Tirkiyê ji 6.900 mirov ra xuşkeke doktoriyê û ji 3.000 mirov ra bijîjşkek diket, ew jimar li Anatolya Rohilatê dikir anegorî 11.000 û 9.200 (201, 1968, No 331, r. 10). Lê isbat şehadet dida ku ne tenê di derheqa qulixkirina saxîxwedîkirinê ya sist li welêtda, lê usa jî di derheqa wê yekê da ku li navçeyên Kurdan, ne ku li temamiya Tirkiyê bi temamî hildayî, ew 2-3 car kêmtir bû. Di nîveka salên 60 da, dîwana Tirkiyê biryar kir ku li çend navçan, herweha li rohilata welêt jî, d est bi pêkanîna mecalên bona rakirina tirsa civakî, pakkirina sistema saxîxwedîkirinê bike. Li vira mecalên xusûsî hatin qebûl kirin. Ji bo nimûnê, “ocaxên saxîxwedîkirinê” hatin vekirin. Ocaxên usa li wilayetên Mûş, Wan, Hekkarî, Bitlîs, Qers, Agirî, Erzincan û Diyarbekirê hatin vekirin. Lê ev hemû rewşa saxîparastinê li rohilata welêt ne da pak kirin. Tunebûna jimara bijîşkan a pêwîst li wilayetên rohilatê gihand jihevbelavbûna nexweşiyên jihevhildanê, zêdekirina jimara miriyan di nava zarokan da (231, 25.8.1979). Loma jî di nava zarokên ji yeksalî destpêkirî hetanî çar salî da, mirin gihîşt 55% (171, r. 203). Dereca mirinê li çend wilayetên rohilatê, ne li wilayetên roavayê, bilindtir bÛ. Ewha, sala 1970, dereca mirinê li Anatolya Merkezî, Rohilat û Rohilata Başûr kir 18%, lê li navçeyên roavayê yên deryayên Ege û Marmara 13% (40, 1973, r. 65-67).

 

Sebebên pir mirinê li Kurdistanê ne tenê tunebûna şertên saxiyê yên bingehî, ku gelek pêwistî doktoriyê bûn, bûn, lê usa jî şertên jiyînê yên gelek pîs bûn. Ne li hemÛ gundan elektrîk û xetlûla avê heye, gelek malên gundiyan li malên ji kevirê gicûce û heriyê çêkirî diman û jimara wan digihîşt 10-12 nefer.

 

Li Kurdistana Tirkiyê rewş di dereca xwendinê da jî ne baş bû. Dîwanên Tirkiyê, ku siyaseta helandinê derbas dikir, qedexe kiribû ku Kurd dibistanên millî vekin. Loma jî jimara mirovên nexwendî li vira ji roavaya Tirkiyê bêtir bû. Ewha, eger li dawiya salên 60 jimara mirovên nexwenda li welêt bi tomerî hildayî dikir 52%, li Anatolya Rohilatê ew dikir 72%, lê li hin wilayetan ew digihîşt hetanî 90% jî (121, r. 131). Sebebeke dereca xwendinê ya nizm di nava Kurdan da ew kêmbûna jimara dibistan û mamosteyan di nava Kurdan da bû. Ewha, sala 1963, li temamiya Anatolya Rohilatê serhevdu 2.980 dibistanên destpêkê û 77 jî yên navîn hebûn.

 

Piraniya dibistanan ne anegorî şertên demê bÛn : demûdezgên pêwîst bona ku mamoste li dibistanan ders li ser dereca bilind bidin tu nebûn, ew mecal têrê ne dikir. Dersdayîn li dibistanan bi zimanê tirkî dihat derbas kirin.

 

Temamiya merhela hînkirinê li dibistanên tirkî bona armancekê bû : zarokên Kurdan bihelînin, wan bi giyana nasyonalîzma Tirkan terbiye bikin. Ewha, di bemama dibistana destpêkê da çi dihat gotin : “Mamosta divê ne tenê dersan bide. Ji bo nimûnê, mamosteyê dîrokê divê guhdariyê deyne ser hal û demên milletê tirk ên hukumdariyê, ku ji demên kevnare tên. Divê ew belavbûna çanda wî li ser gelên bindest nîşan bide, usa jî bêje, ku Tirkan ji wan ra jiyana bextewar aniye” (222, 1978, NI, r. 29). Pirtûk û defterên bona dibistanên destpêkê û yên navîn li ser bingeha antî-zanîn û şovînîzmê dihatin amade kirin.

 

Dîwana Tirkiyê “guhdarî” datanî ser pirsa amadekirina mamosteyên bona wilayetên rohilatê. Mamosteyên kurd, ku diplomên mamostetiyê distendin, bona xebatê ew dişandin wilayetên welêt ên roavayê, lê nûnerên milletê tirk bixwe dişandin Anatolya Rohilatê. Generalê ordiya Tirkiyê, Kenan Esengin, ku ji navên komên şovînîst ên pêş da dihat, di pirtûka xwe “Pirsa kurdîzmê” da nivîsiye ku divê nehêlin ku Kurd li dibistanên Anatolya Rohilatê dersan bidin. Bi bîr û baweriya wî, divê “wî karî bidin mamosteyên herî hişyar, dersbêj û terbiyetdarên ji wilayetên mayîn” (127, r. 163).

 

Kar bi van bang û gaziyan va xelas ne bû. Rêaksyona Tirkan, ku idareyên xwendinê xistibûn bin destên xwe, bi alîkariya polîs û komikên faşîst ên cihê-cihê bi hovîtî ew hemû diyarbûnên ku di nava şagirtên Kurdan da pêş da dihatin difetisandin. Ew digirtin û li wan dixist, ji dibistan û zanîngehan derdixistin û radiqetandin.

 

Bi vî awayî, ra s t e, hinek pêşketin di dereca aboriyê da xuya dibû. Saxîxwedîkirin, xwendin û çand hinek pêş da çûbûn, lê Kurdistana Tirkiyê di salên 60 da dîsa gelek şûn da mabû û kitleyên Kurdan di hêla maddî û rûhanî da pirr mehrûm û belengaz bûn.

 

3. Siyaseta dewleta Tirkiyê di pirsa Kurdan da, pey wergerandina eskerî ya 1960

 

Wergerandina dewletê ya 27 gulan 1960 hêviya mexlÛqetiya welêt a pêşverû, hêzên Kurdistana Tirkiyê yên dêmokratîk ne anîn serî. Rast e, dû wergerandinê ra gelek girtiyên hebsan hatin berdan. Lê nûnerên rewşenbîr ên Kurdan, ku hatibûn girtin, bi gunehkariya “di nava karkirina usa ku dijî dewletê ne” da di girtîxanan da man. Hela bi ser da, di 31 gulan 1960 da, weşana Tirkiyê agahdariyeke heyecanê weşand. Anegorî wê agahdariyê, giva dokumentên usa ketine destê Komîta Yekîtiya Millî (KYM) ku şehadet didin ku hinek endamên Partiya Dêmokrasiyê (PD) yên ji tex t avêtî dixwest ku dewleta Kurdistanê saz bikin. Tevî wê yekê, xuya dibû ku hukûmeta PD dijî wê yekê derneketiye, usa jî pêşiya wê propagandayê lawê Şêx Seîd, ku bi cîpa xwe li gundan digeriya û helan dida gundiyan, ne girtiye. Hukûmeta nuh “karên dijî dewletê” qedexe kirin û dicedand ku Kurdên ku “dixwazin welat perçe bikin” bi temamî îzole bike. “Ew yek, ku Tirkiya yekîtî ya Tirkan e, divê bixin serê wan hinek kesên ku tiştên mayîn dixwazin” – agahdarî ewha xelas dibû – (143, 5.1.1960).

 

Rojên pey wergerandina dewletê yên pêşîn ra, nivîskarê pêşverû Yaşar Kemal çend caran bi serokên Tirkiyê ra rûnişt. Qisên wan nîşan da ku serokên Tirkan di pirsa Kurdan da xwe bi tebiya rasîsmê girtiye (146, r. 109).

 

Dîwana nuh dest pê kir Kurdan bi kitle bizêrîne. Di 1 hezîran 1960 da, wan 485 Kurd girtin Û ew xistin girtîgeha Sîvasê ya xusûsî (121, r. 328). Em dikarin bi pêşdahatin, peyvên dema pey wergerandina eskerî ra di derheqa siyaseta serokên Tirkiyê yên nuh di hindava pirsa Kurdan da tê derxin. Ewha, serokê dewletê C. Gürsel, ku di 24 oktobr 1960 da li Diyarbekirê peyivî, Ziya Gökalp (ku bi eslê xwe va Kurd e), ku daxwaziyên Kurdan bendî tiştekî hesab ne kiribûn û dema heja Kemalîstan bû alîgirekî propaganda panturkîzmê yê erhede, parast. Gava ew di derheqa pirsa Kurdan da peyivî, nîşan da : “Kurd tu nene, gişk Tirk in. Ew kesên ku dixwazin me perçe bikin, ew neyartiyê dikin … Ew xweliya (qesda wî Diyarbekir e – M.H.) ku Ziya Gökalp li ruyê dinê xistiye nikare axa Kurdan be. Ne tenê li vira, lê li temamiya rohilatê Tirk dijîn” (209, 25.7.1960).

 

Weşana Tirkiyê jî piştgiriya gotinên ewha dikir. Ewha, rojnama “Yeni Gun” di 28 oktobr 1960 da nivîsî : “Em mirovên usa ku xwe Kurd dihesibînin nas nakin. Hemû bajarvanên Tirkiyê Tirk in”. Di meha îlonê da, endamê KYM, serhing Küçük, û di meha oktobr 1960 da wezîrê karên hundirî yê hukûmeta we’delî, general Kiziloglu, çûn wilayetên welêt ên Kurdan. Pey wê yekê ra, wan rapor raberî KYM kirin û tê da agahdarî da ku bineciyên navçeyên rohilatê xwedê giravî peymana dizî tevî Kurdên îran, Iraq û Sûriyê girêdaye bona sazkirina Komara Kurdan (215, 1961, hejmar 7)8, rûpel 40).

 

Di 17 oktobr 1960 da, Komîta Yekîtiya Millî, wek serdazêdekirina zagon No 2510 (zagona di derheqa mihaciriyê da), zagon No 105 ku li gora wê malên Kurdan ên ne bi dilê hukûmetê bi destê zorê ji ciyên wan ên kal-bavan dihatin raqetandin û şandin bo navçeyên Tirkiyê yên mayîn, qebûl kir. Di nava zagonê da dihat gotin ku ew kesên ku hissên olî-dîndarî, urf-adet an jî “bîr-baweriya biyanî, qewat û zordariyê bi kar tînin û dixwazin bi wê yekê va tesîra xwe li ser hinekan bi kar bînin, usa jî bineciyan ditirsînin û dixwazin rehetiya wê navçeya ku ew tê da dijîn biteribînin an jî şerpeze bikin …, ew karekî usa dikin ku ziyan û zerer bona kara millî tînin û dikarin bi pêşniyara Şêwra wezîran û bi biryara wezareta karên hundirî wan sirgûnî navçeyên welêt ên cihê-cihê bikin û izn nedin ku ew vegerin wargehên xwe yên jiyînê yên berê” Miqale D (121, r. 333).

 

Anegorî wê zagonê, Wezareta karên hundirî belgok ji waliyên wilayetên rohilatê ra şand û tê da de’w dikir ku wan kesên ku “karê casûsiyê dikin” li ber çavê xwe hildin. Anegorî dîtina resmî, zagon No 105 giva hatibû qebûl kirin bi meremê “pêkanîna çend rêformên xusûsî, ji binî va rakirina qeydê sedsalên navîn li Tirkiyê, hilanîna tesîra axa û şêxan, nîşandayîna hêza dewletê …, usa jî bona wê yekê pêşiya zêrandinê û paşdamayînê bigrin …” (128, 23.10.1960).

 

Pey wê durûtiya bê şerm a “xemxuriya di derheqa bajarvanan da” ra, wezîrê karên hundirî Kiziloglu bi altindarî îlan kir : “Nuha ne şêx, ne axa, ne jî serekeşîr hene … Ez bi şêxan ra peyivîm. Ew mirovên usa ne ku musulmaniyê nizanin. Ew ne şêx in, lê lêpok û kelegoz in. Bi dînê musulmaniyê tukes nikare di navbera xwedê liû xulamê wî da bisekine. Ew yek tenê dikare li bal xaçparêzan biqewime … Hevalno, nebin çekê destê wan navçîgaran. Hukûmeta şoreşgeriyê ewê dijî wan mecalên herî berk qebûl bike” (237, 22.11.1960). Û hukûmeta Gursel jî dest pê kir wan mecalên heyî miaser bike.

 

Anegorî zagon No 105 a çileya pêşîn 1961, 55 Kurdên bi nav û deng ên ji girtîgeha Sîvasê ji wilayetên rohilatê sirgûnî roavayê (Antalya, Burdur, Izmir, Mugla, Afyon, Isparta, Manis, Çorum, Denizli …) kirin (192, 1973, No 4, r. 96). Divê bê nîşan dan ku gelek Kurdên sirgûnkirî ne şêx û axayên eşîran bûn. Ew nemaze mîlîtanên Kurdan ên bi nav û deng bûn, ku hukmê wan li ser bineciyên kurd ên Kurdistana Tirkiye û Ermenistana Roavayê hebû (40).

 

(dûmayîk heye)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev