Ji nimûneyên zargotina me – 237

Ji nimûneyên zargotina me – 237

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema dusedûsîûheftan me ji pirtûka “KLAMÊD CMAETAKURDAYE LÎRÎKÎYÊ”, ku sala 1972an bi kurmancîya kîrîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê çend kilamên xweş raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

  1. HAY, HAY GEWRÊ

Hay, hay Gewrê, hay, hay Gewrê!

Pêwir û mêzîn çûne ava,

Leyl û Mecrûm xwe da ceme.

Wey tenikê, me derketîye stêra sova,

Minê xewna şevada dîtîye –

Ezê dayka tera bûme zeva.

 

Hay, hay Gewrê, hay, hay Gewrê!

Min bihîstîye xelqê têlî delal

Qewil û qirarê xwe poşman bûne,

De bira hûr-mûrê min bişîne,

Dîsa dezmala mine dest ceme.

 

Wey delalê, havîne, xweş havîne,

Kavila Sêvikê germe, av tunîne,

Gede lawiko, qe tu şayîşa mekişîne,

Sîngê min tera zozane,

Cotê memikê min tera cew û kanîne.

 

  1. CAN, CANÊ

Can, canê, çevê belek, bi kildanê,

Sûretê sorî ramûsanê,

Gundo, ezê dikim ramûsanekê

Memikê xelqê têlî delal kim,

Memikê vê tolbazê sist bûne ji mizdanê.

Canê, canê, Rewanê binêr bi germêda,

Gundo, memikê xelkê têlî delal usanin,

Notla tirîyê Ûşeganê,

Notla brincê Ûlexanê,

Meriv lezekî bimîne bi demêda,

Çawa kotî şindokê mêrê wê, savêra qolo,

Çawa şêta kerekî palan,

Meriv du sepet trî lêke,

Ser siyar be, ser veda bû,

Loqmek lêda.

 

  1. KULMALÊ, BANGÊ ELEGEZÊ

Kulmalê, bangê Elegezê tê fîke-fîke,

De tu were talebextê minra

Fîno xarke, qotikê serda sîke.

Agirê kulê beyt-ocaxê bavê ketê

Were xal û xetê sîng û bera min

Û dewarê mêrê xwe nîvîke.

 

  1. DERDO

Derdo, ezê çûme Zora kavil, delavê mîya,

Xortê me vê sivê li hev civyan

Min merûmê xadê dikir destê xwe bavîta kita reşgulîya,

Na welle, dîsa serda xar bûma,

Biçûma hinarê herdu rûya.

 

 

* * *

Lawiko qurba, Girîdaxa ber bi welat,

Heçî kesê bêje – gede lawikê te hat –

Ezê çevî çepê, memikê rastê

Bidim pêşkêş, xelat.

 

Lawiko qurba, neynûka min hêsîrê

Têxe cêva rastê, ber pêsîrê:

Tu diçî welatê xerîbîyê –

Derxe, bira bême bîrê.

 

Lawiko qurba, pezê hana pezê kêye,

Gede cano, pêşîyê berde bira bêye,

Heçîyê çûye-çûye, heçîyê maye –

Qelenê min zerîyêye.

 

  1. GUNDÊ ME

Gundê me gul-milî,

Bax û bostan tev xemilî,

Xelqê ketîye derdê mal û halê dinyalikê,

Ez merûmê xadê ketime derdê xwe û vî dilî.

Kavilê gundê me sipinge,

Gede lawikê min şer dike bi top-tivinge,

Gede lawikê min dike ramûsanekê min bixweze,

Kela girî dev nagere.

 

Kavilê gundê me rihane,

Sorgula çevkanîngada serî dane,

Min salix-sûlixê qemera xwe hildaye,

Eteka Elegezê,-

Na welle bêrîvane.

 

Kavilê gundê me du taxe,

Alîk dene, yek boyaxe

Bera bimire kurê qomsî-neyara,

Çawa lingê min kewa gozel kir asaxe.

 

Kavilo, kavila gundê me du taxe,

Alîk dene, yek boyaxe,

Kavilo, kavilo, şewitîyo, halo,

Binêre kanî, kanî, bi min kanî,

Bihare, lê diçêre berx û canî,

Kavilo, kavilo, şewitîyo halo,

Sibeye, dilê min dibêye:

Delalîya dilê min pêda têye,

Kavilo, kavilo, şewitîyo gundo.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev