Pirsa we û bersîva me – 182

Pirsa we û bersîva me – 182

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew an bi xwe, an jî bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we dide.

Pirsa me ya îroyîn taybet e. Emê behsa babeteke bi zimanê me va girêdayî – ergativê bikin. Nura Şane vê pirsê ji zaneyê zimanê kurdî Orhan Agirî kirîye û wî jî bi nimûneyekê ew pirsa bo standartkirina zimanê me pir giring zelal kirîye.

 

Pirsa Nura Şane û bersîva Orhan Agirî

 

Pirs: – Em zanin, ku bo zimanê kurdî yê standart ergativ roleke pir giring dilîze û ew beşa zimanzanîyê zimanê me ji zimanên biyanî dide cudakirin. Gelo hûn dikarin di vê pirsê da hinek zelalîyê raberî me bikin?

 

Bersîv: Ergativitî yan jî nepêkaniya MIN EW DÎT-E

 

Gotina beriya gotinê , erê ergativitî xeml û şiyaneke kurmanciyê ye lê di heman wextî da bi rehetî zêdetir ji nîvê kurmancan bê wê dijîn. Tevî vê yekê, ya seyr nîşandana wê reaksiyonê ye mîna ku meriv rastî zindiyekî sosret û robet hatibe li pêşberî nebikarhatina wê ya di hin rewşan da.

 

Ziman bi rastî dûr e ji hemî celeb normên req, ji mefhûmên mekanîkî, dûr e çimku hema bigire ev ergatîvî bixwe jî bi xwe ra hertim ne durist e, ya hin kes dixwazin wê derbixin pileyeke Xwedahî.

 

<te ew dîtE>

Di hevokên lêkêr têda li gorî bireserê ditewin de hertim qertafa cînavê xwerû ya lêkera bûnê dihêt dawiya lêkeran. Mînak: Min tu dîtÎ (tu nojdar Î), te ez dîtIM (ez nojdar IM).

Vêga li gorî vê normê ev hevok divê weha be: te ew dîtE. (ew nojdar E).

Wek me got ergativitî bi xwe ra jî hertim ne serrast e.

 

Ziman û Raman du ûcûbet, du dere-serwextbûn in, du peydabûnên metafîzîkî ne di nav dilê sirûşta mekanîk de, heke ew hertim bihatibûna ber qeyd û bendan jixwe dê bibûna pêvajoyên fîzîkî li şûna bibin “ew ên ew in”.

 

Niha li gellek deverên kurmancan ergativî nemaye û vê nemanê bi xwe ra normek jî aniye ku tevliheviyê zelal jî dike. Ji herdu cînavên tewandî kîjan li pêşiyê be ew dibe subject, û qediya çû…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev