Hecîyê Cindî û Fêrîkê Ûsiv bi saya berhemên xwe zindî dibin

Hecîyê Cindî û Fêrîkê Ûsiv bi saya berhemên xwe zindî dibin

Şîrhelalîya nevîya zanyarê mezin û keça helbestvanê aqilmend 

Karê ku nivîskar û zanyarên kurdên Sovyet kirine, bi saya zuretên wan îro jî berdewam e. Hela di ser da jî, ew karên ku nîvcî mane, zureta wan temam dike. 

Piştî wefata Hecîyê Cindîyê mezin, keça wê a şîrhelal hemû berhemên wî yên çapbûyî ji kirîlî kir latînî, yên nîvcî mayî hemû amade kir bo çapê, eynî tişt jî bo berhemên mêrê xwe – Fêrîkê Ûsiv kir. 

Nevîya Hecîyê Cindî Zera Fêrîk, ku herwiha keça Firîda Cewarî û Fêrîkê Ûsiv e, ew karê kirî raberî we dike. Em jê ra dibêjin mala te hezar carî ava û em neletê li wan redaktorên weşanên kurdî dikin, ku di dema xwe da ev berhemên wek ”zêrê zer” çap nekirin, dewsa wan ”paxir”ên xwe û zarên xwe çap kirin. 

Em îro ji Firîda Hecî û Zera Fêrîk ra dikarin bêjin ”zêrê zer” û sipas!

 

Zera Fêrîkê Ûsiv

 

Dayka min, Firîda Hecî Cewarî, ji sala 1957-a, bi bavê xwe Hecîyê Cindî ra, tevî hazirkirina pirtûkên dersan yên “Elîfba” û “Zimanê kurdî” yên bona dersxana sisîyan bûye.

Ew pey mirina bavê xwe Hecîyê Cindî ra û malxwê xweyî rehmetî Fêrîkê Ûsiv ra ji sala 2003-2012  ev pirtûk cara yekemîn amade kirin, komputorê da berev kirin û dane weşandinê:

Pirtûkên Hecîyê Cindî û yen derheqa wî da:

1. “Ûsiv û Zelîxe”, pêşgotin û nivîsarnasî û bernivîsara 10 şaxan (varyanta) yên Hecîyê Cindî, Yêrêvan, s. 2003.
2. Firîda Hecî Cewarî -“Hecîyê Cindî, Jîyan u kar” çapkirina yekemîn, Yêrêvan, sala 2003an.
3. “Hikyatêd cimaeta kurda”, kitêba 6-a (80 hikyat), Yêrêvan, s. 2005. Paşê – Duhok, weşanxana Spirêz, s. 2006.
4. “Dimdim”, pêşgotin, nivîsarnasî û bernivîsara 15 varyantan yên Hecîyê Cindî, Yêrêvan, s. 2005.
5. Şaxên destana “Rostemê Zale” kurdî, cilda duda, pêşgotin, bernivîsara 19 varyantên nû yên Hecîyê Cindî, Duhok, s.2006.
6. Firîda Hecî Cewarî – “Hecîyê Cindî, Jîyan u kar” çapkirina duyemin, sala 2007.
7. Kilamên gelêrîyê, Yêrêvan, sala 2008.
8. Firîda Hecî Cewarî – “Hecyê Cindî, Jîyan u kar” çapkirina duyemin, sala 2007.
9. Folklora kurda, Yêrêvan, sala 2009.
10. Firîda Hecî Cewarî – “Bîranînên min”, Yêrêvan, sala 2010.
11. “Hikyatên cimeta kurda”  Yêrêvan, sala 2011.
12. Firîda Hecî Cewarî – “Hecîyê Cindî û malbeta wi” Yêrêvan, sala  2012

Pirtûkên Fêrîkê Ûsiv

10. “Hisret”, Yêrêvan, 2004.
11. “Gahavêj arvî apîn” (Ber ava gurr), berevoka helbesta bi zimanê ermenkî, Yêrêvan, 2004.
12. “Destan”, Yêrêvan, 2005.
13. “Bera ber deriya”, berevoka wergera, Yêrêvan, sala 2006.
14. “Kerdîga kilama”, Yêrêvan, sala 2007.
15. “Berevoka berhema”, cilda I-ê, Yêrêvan, sala 2008.
16. “Berevoka berhema”, cida II-a, Yêrêvan, sala 2008.
17. “Berevoka berhema”, cilda III-a, Yêrêvan, sala 2009.
18. “Pampa min”, berhemên bona zarokan, Yêrêvan, sala 2009.
19.”Bijare” Yêrêvan, sala 2010.

Gotarên Firîda Hecî Cewarî ji sala 1955 heta sala 2007an 63 heb in.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev