Komkujiya Helebçeyê û karesatên li Kurdistanê

Komkujiya Helebçeyê û karesatên li Kurdistanê

16 Adara 1988 rejîma durunde û xwînxwar ya Iraqê bi gazên jehrewî êrîşî Helebçeyê kir. Di encama vê êrişa nemirovane de zêdetir 5000 mirovan jiyana xwe ji dest dan û ji 10.000 hezaran zêdetir jî birîndar bûn.

 

Gelek ji birîndaran paş mawekê, ji sedemê gazên jehrewî tûşî nexweşîyên din bûn û jîyana xwe ji dest dan. Her we jîngeh jî hate jehrawî kirin. Nebadên jîyanê dar, gîya û hemû ajal, ji jîngeha der û dorên Helebçe, mirin, têkçûn, hatine kuştin.

Îro paş 33 salan jenosîda Helebçe, Saddam û rejîma wî ya xwînavî gor bi gor çûn. Saddam Husên û gelek rayedarên pilebilind yên rejîmê ji ber tawanên wan yên nemirovane hatine dardakirin. Ali Hesen Almajed ku bi Eli Kimyawî dihat nasîn jî ji sêdarê xilas nebû.

Zulm û zordariya li ser kurdan ne sekiniye. Li her 4 beşên Kurdistanê, ji Meriwan, Serdeşt, Mako bigire heta Şengal, Qamişlo, Afrin, Şirnex, Amed û Dêrsim, li başur, rojhilat, rojava û bakurê Kurdistanê, mafên kurdan yên rewa têne binpêkirinê, zulm û zordariya li ser kurdan di hemû warên jiyanê de wek siyasî, aborî, civakî, derûnî berdewam e.

Li hêmû Kurdistanê, kurd têne zîndanî kirin, sêdare dan, çalakvanên siyasî têne kuştin û ji navbirin, mal û mulkê kurdan ji destê wan tê standin û pêşkêşî dujminên kurdan tê kirin.

Em van komkujî û êrişên xwînavî yên mezin wek qetliamên Helebçe, Qamişlu, Roboskî ku di vê dîroka me ya nêz de hatine encam dan, bi bîr bînîn, lê em wan êrişên rojane ku li hemû Kurdistanê rûdiden jî, ji bîr nekin.

Me nekarî em pêşî li wan qetlîamên bûyî bigirin, lê em ji niha paşve hewl bidin kû komkujîyên nû rûnedin. Em rê li ber kumkujiyên nû bigirin.

Em daxwaz dikin 16/3 dijî afirandin, bidestxistin û bikaranîna çekên kimyewî bibe rojeke navnetewî li hemû cîhanê.

Em daxwazê ji hemû dem û dezgehên mafê mirovan li cîhanê dikin ku, çavên xwe li binpêkirina mafên gelê kurd yên rewa negirin û dijî êrişên rejîmên Tirkîyê, Iraqê, Iranê û Suriyê bê deng nemînin. Rêzê li mafê çarenivîsa gelê Kurd bigirin.

Bijî Kurd û Kurdistan!

DIAKURD

Komîta Damezrandina Konfederasyona Kurd 

Foto: Mehmûd Lewendî

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev