Meqesa Sykes-Picot û Lozanê nekin Meqesa İlm, Rastî û ya Akademiyê

Meqesa Sykes-Picot û Lozanê nekin Meqesa İlm, Rastî û ya Akademiyê

Nerazîbûnên Tirkîye û Îranê ji pûla serdana Papa û Helwesta Kurdan

Yaşar Abdulselamoglu 

 

Piştî serdana Papa Francis bo Iraq û Herêma Kurdistanê, çend pûlên bi wêneya Papa Francis ji aliyê Wezareta Veguhastin û Gihandinê ve ku nexşeya Kurdistana mezin li serê hatin çapkirin, ew yek bû cihê nerazîbûna Îran û Tirkiyê. Nerazîbûna xwe li hember dîzayna pûleke Papa Francis nîşan da ku “nexşeya Kurdistana mezin” li ser e û “pûlek hatiye dîtin ku nexşeyeke têde ye û çend parêzgehên Tirkiyê jî li xwe girtiye.”

 

Piştê wê Îran jî nerazîbûna xwe ji pûla serdana Papa diyar kir û xwest ku “ew şaşî were serrast kirin.”

 

Ji aliye din, di daxuyaniyeke Kurdan derbarê mijarê de hate diyar kirin ku ew pûl ji aliyê çend dîzayner û hunermendan ve hatine amadekirin û ew dîzayna destpêkê ne û hêj bi awayekî fermî biryar li ser nehatiye dayîn, lê dema ku bi fermî biryar li ser were dayîn, ew dê ligel nivîsa Kurdî nivîsên bi zimanê Erebî, Sûryanî û Tirkmenî jî lê zêde bikin.

 

Gelo ji ber sedemên dîplomasiyê û bi egera “correct politic” nexşeya Kurdistana gewre di pûla serdana Papa de divê were guhertin an na?

 

Ez bi sedemên zanîstî û ya akademîk nêrina xwe dixwazim bibêjim ku, divê neyê guhertin, ji ber argûmanên jêrin:

 

Çawa pir caran, herweha di bûyera aniha de jî wê nexşeya Kurdistana gewre armanc erdên kurdan a dîrokî û ya sosyolojîk e. Gelo dema ku em bixwazin behsa bûyereke ku li ser temamiya kurdan bandor kiriye bi erdnîgariya xwe ve nişan bidin, em ê, wê wêneyê çawa îllûstre bikin?

 

Tirk jî, İranî jî, dinya jî dizane ku di nava erdnîgariya ku ev nexşe diyar dike di wir de Kurd dijîn, û ew tevî bi sînoran li ser heman beje hemî meseleyên jiyanê, dinyayê bi heman şêweyî helwest datînin, an bûyer li ser wan bi heman şêweyî bandoran dikin. Di hatina Papa Françis de jî, çavdêr baş dîtin ku Kurd di nava vê erdnîgariyê de bi temami heman reaksiyonê nîşan dan; pê şad û bexwtewar bûn.

 

Tevî ku Osmanî û İrana berê êdî bûne dîrok, gelo dema em behsa dirokekê dikin, ma em ji ber reaksiyona yûnaniyan Selanîkê di nava Osmaniyê de nişan nedin?

 

Kurdistan weke erdgnigarî û nexşe ne bi tenê Rastiyeke Dirokî, lê herweha îro jî rastiyeke sosyolojik e; herkes Kurdistan weke erdnîgariya ku Kurd têde dijin, dizane. Kurdistan ne bi tenê nexşeyeke erdnîgarî, nexşeyeke dîrokî, lê her weha nexşeyeke etnografîk e, sosyolojîk e. Dema ku tişteke ku peywendiya wê bi seranser gişt kurdan ve heye, bê vê nexşeyê mirov nikare rastiya kurdan bi wêne bike.

 

Ne bi tenê di serdana Papayî de, herweha bi hezaran meseleyên din ên rojane de.

Lewra, fermikirina pula serdana Papayî weke derbirîna helwesteke şad û bextewarbûna hevbeş a kurdan giring e, û ne bi tenê bi vê bûyerê ve girêdayi ye.

 

Nabe ji ber sedemên dîplomasî, “correct politikiyê” rastiyên ilmî bên bincil kirin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev