
Raif Yaman
Ez dergûşek piçûk im
Sê sal e ez mirî me
Şeş mehî bûm li Halepçê
Hatin kuştin bi kîmyayê
Min fam nekir
Çima ez hatim kuştin
Hêlkanek min hebû
Dîya min li ba dikir
Ez dergûşek şeş mehî me
Mezin nabin dergûşên mirî
Mekujin dergûşan
Mekujin bira mezin bibin
Bira şîr jî vebixwin
Aş bikin dergûşan mekujin
Şeva înîyê ez têm malên we
Hûn min nabînin
Xwîya nabin dergûşên mirî
Êdî dergûşan mekujin
Bira şîr jî vebixwin
Şîrê spîyê dîya xwe
Tirba min pir sar e
Yek caran dibim nîvana we
Li ber soba we xwe germ dikim
Car caran digrîm jî
Lê dengê min nahê we
Ez dipêm yek destê xwe biavêje min
Yek min bixe hemêza xwe
Dernakeve dengê dergûşên mirî
Car car dikevim nav zarên we
Bi wan ra dikenim dillîzim
Dixwazim ji zaran yek
Gumên min maçî bike
Min tenê diêlin û dierin
Tê bîra min kes min nabîne
Rojên jîyanê ne weha bûn
Brakî min hebû
Kulîlk danî dida min
Bi min ra mijûl dibû
Gava ez dikenîyam
Kêfa wî dihat
Gava ez digrîyam
Ba dîya min dikir digot;
“Dayê pitik şîr dixwaze”
Bes e êdî dergûşan mekujin
Fermanên nû ramekin
Dayîkên me ji me mekin
Ez dergûşek şeş mehî me
Sê sal heye ez kuştî me
Mezin nabin dergûşên mirî
Yek caran digerim
Dierim nav baxçan
Dikevim nav baxçên Halepçê
Mêzedikim her kes meywekî dixwe
Dilê min jî dierê
Dixwazim habek tirî bixwim
Sêvekê gez bikim
Tew nikanim tiştekî bixwim
Tişt naxwin dergûşên mirî
Ez degûşek şeş mehî me
Li Halepçê şehîd bûme
Sê sal heye ez kuştî me
Ez dergûşek şeş mehî
Mezin nabin dergûşên kuştî
16 Mard 1991, Enqere
Derkenar: Ev hozana min di 29.05.2020 da ji ber destnivîsa hevalê min ê hêja Ali Coşkun bi kurmancîya kêm-zêde standard a îro ji nû ve hatîye nivîstin. Li hindik gundên Erxenî ji pitan ra dergûş jî tê gotin…
Wêne: Rebwer K Tahir
Riataza