Tirkiyewîtî û Kurdistanî

Tirkiyewîtî û Kurdistanî

Şemsettin Işıklı

 

Li bajarê Bilîsê meseleyeke pir berbelav heye û dibêjin:

 

Ji salekê di salan de, meha remezanê hatiyê û insanan dest bi rojîgirtinê kirine. Li taxekê malbatek hebûye ew malbat jî giş bi hev re roja pêşîn berî şefeqê rabûne paşîva xwe xwarine û dûre raketine.

 

Malxwiyê (mezinê) malê piştî ji xewa sibehê rabûye, herwekî ku paşîv nexwaribe û ne rojî be, taştê jî xwariye û çûye sûkê ji xwe re geriyaye heta êvarê û hatiye gihaye şîvxwarinê jî.

 

Rojek, didu, sisê wiha domaye. Malbatê nihêrîne ku camêr rojî nagire, ji ber wê roja çaran êdî ji bo paşîvxwarinê gazî wî nekirine, gotine çawa be ew rojî nagire, em jî wî ji xew ranekin.

 

Camêr sibê dereng radibe û dibîne ku zikê wî vala ye û pê dihese ku paşîv nexwariye. Ji maliyan dipirse ka ranebûne ji bo paşîvê. Dibêjinê ku wan paşîv xwarine, lê gazî wî nekirine ji ber ku ew rojî nagire.

 

Ew jî bi hêrs û bi gazind dibêje:

– Baş e, ez rojî nagirim, nagirim, lê ku paşîv jî nexwim îcar bibim kafir?

 

Yanê mirovê me dixwaze bi paşîvxwarinê ji karê rojîgirtinê bexşandî be.

 

Hin ji me dixwazin ku tenê bi bikaranîna peyvên kurd, kurdî û kurdistanî berpirsiyariyên xwe ji ser guhên xwe re biavêjin û nava xwe rehet bikin.

 

Lê di eslê xwe de fikirîn, nêzikayîtêdan, axivîn, sekin û tevgerên hinekên ji me ji sînorên sîstema dagirker derbas nabin.

 

Kurdistanîbûn redkirina hemû sînoran e, redkirina bi tevayî sîstemê ye û ji kok de serîhildan e.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev