Felsefeya Hellenîstîk (Hellenistic Philosophy)

Felsefeya Hellenîstîk (Hellenistic Philosophy)

Nasandina Çend Têgihên Felsefeyî 

Ali Gurdilî 

 

1- Felsefeya Hellenîk (hellenic philosophy): Navê felsefeya yewnan, a ku B.Z. di sedsala 6an de dest pê kiriye û heta B.Z. sala 323an, berdewam kiriye. Felsefe, li bajarê Miletosê ku bajarekî zengîn ê bazirganîyê bûye, dest pê kiriye. Meriv dikare felsefeya hellenîk, wekî sê beşan dabeşîne: 1- Felsefeya Xwezayê 2- Felsefeya Mirovî 3- Dewra Sîstematîk. tr: hellenik felsefe / fr: philosophie hellénique

 

2- Felsefeya Hellenîstîk (hellenistic philosophy): Navê felsefeya ku B.Z. di sala 323an (dewletên bajarî hilweşîya ne) dest pê kiriye û heta B.Z. sala 30an (Împaratorîya Romayê jî di vê dewrê de ye) berdewam kiriye, ye. Di vê dewrê de, çar dibistanên (ekol) felsefeyî derketine holê, ku ew jî ev in: 1- Akademîa 2- Dibistana Perîpatetîk (Peripatetic School) 3- Dibistana Epikurosparêz (Epicureanism) û 4- Stoaparêzî (Dibistana Stoaparêz) ne. Taybetîya herî giring a dewra felsefeya hellenîstîk, dabeşandina mijarên felsefeyê ye ku felsefeyê mîna mantiq, fizîk û ehlaqê, kirine sê beş. tr: hellenistik felsefe / fr: philosophie hellénistique

 

3- Hen: Di felsefeya yewnan a antîk de û bi taybetî jî, di felsefeya Parmenîdesî de a ku Yek e û her tiştî, vedigre (diguncîne) ye. Her tiştî vedigre, lê belê nayê vegirtin. Heyîna yekem (pêşîn), ku çavkanîya guherînê ye û ji her tiştî, serbixwe ye. Bi yewnanî navê realîteya naguhêr, ezelî û ebedî ku bi aqil tê têgihiştin û bi tu hawî, ji holê ranabe re tê gotin.

 

4- Hebûna li Her Derê (omnipresence): Sîfeta îlahî a ku dibêje Xwedê, her dem li her derê ye û di her tiştî de ye û bandora wî jî, di her tiştî de xwe dide der û yan jî, xwe nîşan dide. Li gor vê yekê Xwedê, bi her tiştî re di têkilîyeke bingehîn de ye û sebebê fa’il e. tr: her yerde olma / fr: omniprésence / al: allgegenwart

 

5- Heterojen (heterogeneous): 1- Rewşa ku tiştek ji perçeyên (hêman) cuda çêdibe, rewşa ku tiştek ji perçe û wesfên qet naşibine hev pêk tê, ye. Di vê rewşê de tiştek, xwedîyê perçe û wesfên wiha ye ku ew perçe yan jî wesf, naşibine hev. 2- Di mantiqê de, têgihên ku bi hev re ne di têkiliyê de ne. tr: heterojen / fr: hétérogéne / al: heterogen, ungleichartig

 

6- Hexis: Peyva yewnanî a ku ji bo meyl û kurmên (habit, alışkanlık) mirovan ku wiha zû bi zû nayên guhêrîn û li ser tevger û hebûna mirovan, xwedan bandor in.

 

7- Pênasa Hîledar (loaded definition): Ev têgih, wekî ‘pênasa barkirî’ jî tê zanîn. Di vê cure pênasê de, bi zanetî û bi awayekî aligirî û hîledarî wateya peyv, têgih û termekî, tê guhêrtin. Armanca guherandina wateyê jî, propaganda ye. tr: hileli tanım, yüklü tanım / fr: définition chargée

 

8- Hilomorfîzm (hylemorphism): Hînwerîya metafizîkî a ku dibêje, gerdûn û her nesneyen takekesî, ji made û formê pêk tên û qet ji hev cuda nabin û her dem, bi hev re ne. Ev teorî, ji aliyê Arîstotalesî ve hatiye parastin. Li gor nêrîna feylesof li cihê ku made lê hebe, dê form jî hebe û li cihê ku form lê hebe, dê made jî hebe. Li gor vê nêrînê, form û made, bi awayekî rastîn ji hev cuda nabin û encax, bi rêya nedîtbarkirînîyê (soyutlama, abstraction) dikarin ji hev cuda bibin. Herwiha form, wekî hêmaneke ku madeyê dilivîne û şekil dide madeyê ye. tr: hiloformizm / fr: hylémorphisme / al: hylemorphismus

 

9- Hiloteîzm (hyletheism): Nêrîna ku made û Xwedê dike yek, nêrîna ku made û Xwedê, yek dibîne. Ji ber vê yekê jî, wekî hemwateya panteîzm û materyalîzmê jî, tê bikar anin. tr: hiloteizm / fr: hyléthéisme / al: hyletheismus

 

10- Hinayana: Hînwerîya ku gelekî dişibe hînwerîya (öğreti, doctrine) rastîn a Buddha. Ev hînwerî, Buddha nake Xweda û wî, wekî mamoste û damezranerê dîn dibîne. Li gel vê yekê jî, meriv dikare bibêje texlîdekî hînwerîya Budîst e.

 

Çavkanî : Ferhenga Felsefeyê 

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev