Bûyerên balkêş ji berhema hiqûqzanê mezin Têmûrê Lêşo – 3

Bûyerên balkêş ji berhema hiqûqzanê mezin Têmûrê Lêşo – 3

Em her roja şemîyê beşek ji kitêba hiqûqzanê Ermenîstanê yê herî binavûdeng, welatparêzê mezin, heyranê erf û edetên miletê xwe û welatê xwe Têmûrê Lêşo Biroyan raberî we dikin. Îro beşa sisîyan bixwînin.

Pirtûka wî ya bi sernivîsa BERBANG bi du zimanan – bi rûsî û ermenî – çap bûye, berpirsyarê malpera me jî wê berhema delal werdigerîne kurdî û raberî we dike, piştî demeke kurt jî ewê wek pirtûkeke cuda, bi zimanê dayka nivîskar – kurdî, ronahî bibîne û bibe milkê xwendevanên miletê wî û welatê wî.

Di wan da hûnê herine Entaba Serhedê û gundên dor berê wê, ku pêşîyên nivîskar ji wir in, hûnê nimûneyên hovîtîyên tirkan bixwînin, ku ji qira êzdîyan ya li welêt têr nebûn, hatin gihîştine Ermenîstaanê, ketine gundê nivîskar – Elegezê û qira milet anîn, hûnê bûyerên balkêş ji jîyana nivîskar û hiqûqzanê binavûdeng bixwînin, hûnê mêze bikin ew merivê mezin çiqasî bi malbeta xwe, bi binemala xwe, bi zar û nevîyên xwe, bi komara xwe û miletê xwe va girêdayî bûye.

Ji bo hûn rind derc bikin ka ew hiqûqzanekî çiqasî navdar bû, dikarin van xetên ji kitêbê bixwînin: -Heft sal ser teqewûtbûna (çûyîna ser pênsîyayê) min ra derbaz bûbûn, min êdî ji Rewanê bar kiribû û bi malbetî li Moskvayê bûm, dozgerê Ermenîstanê yê sereke ji min ra têlêfon kir û hîvî kir ez careke din vegerim ser karê xwe yê derecebilind li dozgerîya komarê… û ez careke din vegerîyam Rewanê.

 

Têmûrê Lêşo Biroyan

Dibistana li Qundexsazê

 

Binecîyên gundê me Camûşvana Mezin wek berê bi jîyana herroje dijîn, bi karê malhebûna gund û heywanxwedîkirinê va mijûl in, halê xwe didine xweşkirinê. Hema wan çaxan kurdekî êzdî bi navê Reşîd tê gundê Qundexsazê, ku xwendina xwe li Rûsîyayê qedandibû û nêzîkî girekî gund xanîyekî çê dike û dike dibistan. Hema ew dibistan dibe ocaxa perwerdehîyê ya pêşin li navçeyê.

Ew zarên ku dixwezin bixwînin, berevî ser hev dike û destpê dike dersên pêşin yên destpêkî bi zimanê rûsî dide zarokan. Berî her tiştî ew zarokan fêr dike bi rûsî bikaribin binivîsin û bixwînin, ji bo hînkirinê jî perekî biçûk distine.

Hela di salên ku em bi hev ra dijîtin, malxwêyê mala me Apê Elo kurê xwe Amê dişîne wê dibistanê bixwîne. Di nava saleke xwendinê da ew rind hîn dibe, pêş dikeve. Bavê min hîvî ji birayê xwe Elo dike, ku ew destûrê bide birê minî mezin – Sehîd jî here wê dibistanê, çimkî ew gelekî zîrek û jêhatî bû. Lê Apê Elo hîvîkirina bavê min bi wê sebebê pêk nayne, ku xudêgiravî bona dayîna heqê xwendinê pere têrê nake. Lê, hilbet, ew ne wisa bû, tenê bahane bû. 

Wênekêşê rûs û wêne-portreya dayka min

Salên pêşin yên sedsala 20î li gundê bilindcîya Quruboxazê wextekê çend ronakbîr diman, ku ji Rûsîyayê sirgûnî wira kiribûn. Bi bawerîya min, ew ji rêxistinên wisa bûn, ku di hindava hukumeta Qiralîyê da di nava opozîsyonê da bûn. Yek ji wana wênekêşekî bêqusûr bû, yê din necarekî baş bû. Wek ku min berê gotibû, li odeya mala me herdem gundî berev dibûn bona pirsên rojane minaqeşe bikin, ji hal û wextê dinyayê xeberdin, û di nav mêvanan da herwiha kesên sirgûnkirî jî hebûn. Wana bi gundîyan ra qise dikir, bi jîyana me ra dibûne nas. Carekê diya min bi kincên miletîyê yên reng-rengî hate odê, seba mêvana çerez anî. Û ew di cahiltîya xwe da bedewek bû, ku wek çirayê dişuxulî. Wênekêş berê xwe da malxwêyê mala me Apê Elo, jê hîvî kir destûrê bide ku ew wêneyê bûka teze, ango diya min, bikişîne. Elo pêşî demeke dirêj qayîl nedibû, lê dema mêvanan jî hîvî kir, razî bû. Cara din wênekêş bi rengên kişandine wêneyê va hat û destpê kir wêneyê diya min kişand. Ewî çend roj dû hev wêne kişand. Wêne ewqas bedew derket, ku hemû jî heyr û hijmekar man. Apê Elo qirar kir wî wêneyî bi pereyekî mezin jê bikire. Lê ew qayîl nebû bifiroşe.

Wek ku binecîyên gundê Quruboxazê digotin, kesên sirgûnbûyî ew wêne bi xwe ra birine Ûrisêtê û em heta niha jî nizanin ka çi kirin. Dema em mezin bûn, me bi birayan va hewil da wî wêneyî li mûzêxaneyên wêneyên yên Ûrisêtê û welatên dereke bigerin, lê me li tu cîya ne dît. Me dixwest qe nebe wêne kopî bikin bona cem me jî hebe.

Ser vê serhatîyê em dixwezin tiştek jî zêde bikin. Kesê sirgûnbûyî di odeya me ya şevbihêrkan da dolabeke darîn ya bedew çê kir, ku heta îro jî heye.

 

Lêsnîk-Lêşnîk-Lêşo

 

Di zarotîyê da navê Ozman li bavê min kiribûn, lê di paşdemê da navê wî kirin Lêşo. Ezê bêjim bona çi. Li rohilata gundê me rêzeçiyayên bi navê Mîsxan heye, ku gorî malûmatîyên pêbawer di destpêka sedsala 20an da bi daristanan va kimkimî bû. Nobedarên daristanan rûs bûn, gundîyan wana hema bi gotina rûsî ”lêsnîk” (xebatkarên daristanê) bi nav dikirin. Yek ji wana bi reng û rûyê xwe va, bi bejina xwe ya ne zêde bilind va dişibîya bavê min – Ozman, ango di rengê bavê min da bû. Hema bi wê sebebê jî gundîyan naznavekî wisa li bavê min kirin. Pêşî wana jê ra digotn Lêsnîk, paşê gotin Lêşnîk, lê axirîyê kirin Lêşo. Çimkî cem me di wan demand a nav û paşnav nedihatine qeydkirinê, navê rasteqîn yê bavê min bi wextekê ra hate bîrkirinê û gundî wî wek Lêşo bi nav dikirin. Paşê di hemû belgeyan da navê bavê min bû Lêşo.

Di dîroka her miletekî da, herwiha di jîyana her merivekî da bûyerên wisa diqewimin, ku nayêne jibîrkirinê û di paşdemê da dibin efsane-lêgênd. Nimûneyekê bînim: malbeta me xwedî çend kerî pez bû. Sal hebûn ku zexîreya gîhayê bo zivistanê têrê ne dikir. Di salên wisa da şivanan pez dibirin li mêrgên nêzîkî Rewanê diçêrandin, ango pirsa kêmbûna alifê xwe bi wî awahî tije dikirin.

Hema bêje kutasîya meha gulanê pez vedigerandin û dajotine mêrgên xwe yên berê. Salên wisa bona di karê pezbirînê û zayîna mîyan da alî şivanan bikin, bavê min – Lêşo jî bi wan ra diçû.

Û carekê, gava bavê min li mêrgên nêzîkî Rewanê bû, li gundê me bûyerên balkêş diqewimin. Berbangê, pey wê yekê ra, ku gundî êdî alif dabûne pez û dewaran û mêrên gund wek her caran berevî odeya me bûbûn, merivekî ji gundê Pamba Kurdan tê mala me. Hespê wî dibine tewlê. Apê Elo hîvî cînarê me – Celîlê cahil dike here ji merekê hinek êm bona hespê mêvanê me bîne. Pey demekê ra Celîl sipîçolkî, tevlihevbûyî û tirsîyayî vedigere. Pêşî ew nikare gotinekê jî bêje. Axirîyê bi cûrekî ji Apê Elo û ji haziran ra dibêje, ku dema wî derê merekê vekir, wî di qulçê merekê da Lêşo dît, ku li ser gîhê rûniştibû û bêdeng li wî mêze dikir. Lê çimkî wî zanibû, ku Lêşo bi şivanan ra tevayî çûbû mêrgên dora Rewanê pêz biçêrîne, lema wisa tirsîyabû, ku nikaribû ji merekê hinek gîha bîne. Apê Elo kenîya û got, ku netirse, çimkî Lêşo parastvanê buhurtî ye bona halxweşîya mala me û lema jî ne ew, lê ruhê wî bi te va xuya bûye.

Di rastîyê da, eger ez behsa bavê xwe bikim, dikarim bêjim ku ew merivekî gelekî dilovan, qenc bû û hertim pişta heqîyê digirt. Wî temamîya 104 salên emirê xwe hewcê tu tiştekî nîbû û dilê tu kesî ji xwe nehîşt. Ew hertim qenc, beşerxweş, xebathiz û di hindava mala xwe da amin bû, di dilê wî da evîna di hindava merivan û Welêt da têr û tije hebû. Wek îzbata gotinên min, ez dikarim gelek bûyerên ji emirê bavê xwe bînim, lê tevaya emirê wî bi xwe bo merivên wî û cînaran nimûneya çavdayînê bû. Sal dibuhurîn. Gundî bi xebata êgin va jîyana xwe berdewam dikirin, berê keda xwe dixwerin. Hal her diçû xweştir dibû, şabûn dikete dilê her kesî: dewat, şahî û bûyerên bîranînê dilê merivan baristan dikirin. Lê, telebext ra, rojên bedbext jî tên, gava jîyana edil tevlihev dikin, xemê dikine dilê gundîyan. Bi rêdayîna desthilatê rewş aloz dibe, qezîya jîyanê peyda dibe, meriv dikeve nava tirs û xofê.

 

(dûmayîk heye)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev