Çend fikirên balkêş ser Newrozê ji doktorê me

Çend fikirên balkêş ser Newrozê ji doktorê me

Doktorê tundurustîyê Lezgînê Çalî herwiha bi awayekî ne fermî

doktorê zimanzanîyê ye jî. Dema ew gotina Newroz wek Nevroz dinivîse,

gotina Hewlêr wek Hevlêr dinivîse, piranî qebûl neke jî, ew dikare îzbat jî bike ku ew rast e.

 

Lezgînê Çalî

 

  1. Nevroz serê sala kurdan e; roja yekê ji meha yekê ji sala nû ya kurdan û roja yekê ji demsala biharê li Kurdistanê. 
  1. 21ê heyva 3yê ji sala fileyan çi peywendî bi Nevrozê ve nîne. Ji ber ko salên kebîse yên saljimêra kurdan û saljimêra fileyan ne yek in, zehf Nevroz dibe ko bikevin roja 20ê ji wê heyva 3yê, hindek jî dibe ko bikevin 19ê wê heyvê, hindek jî dibe ko bikevin 22ê heyva sê ji sala fileyan. 
  1. Zuhak ne kurd bû. 
  1. Kawe ne kurd bû. 
  1. Çawa ko li sala serhildana Başûrê Kurdistanê (1992ê) rizgarkirina Kerkûkê kevt roja Nevrozê, wesa jî dibe ko gelek bûyerên dî bi rastî an jî bi çîvanokî bi Nevrozê ra bihên girêdan, lê çi peywendîyeka wan bûyeran, qet û qet, bi Nevrozê ra nîne. Nevroz serê salê û serê Biharê ye. Xilas.

Nevroza we pîroz be!

 

Li jêr em mêze bikin ka çawa bi hezaran salan di nava kurdên êzdî da ev cejina Newrozê bi navekî din – Kiloçê serê salê – hebûye. Têmûrê Xelîl wê rastîyê ha şirove dike: 

Têmûrê Xelîl 

-Bi hezaran salan berê (û hetanî îro jî) bal kurdên êzdî cejnek hebûye, ku navê wê “Kiloçê ser salê” ye. Ew cejn bi vî awayî dihate pîrozkirin: her sal di pêncşema sisîyan ya meha adarê da hevîr distirên, morîkî (an jî bişkokekê) dixine navê, kade çê dikin, paşê ker dikin, dikine heft perçeyan, para Şems (Şêxê Şemsan), Malxwê male, Memê Şivan (bereketa pêz), Gavanê Zerzan (bereketa dewarên gir), Xatûna Ferxan, Xeta cot (bereketa axê) û hemû neferên malê didinê. Ew morî, an jî bişkok para kê bikeve, wê salê qismetê wî wê zêde be, bi gotineke din, dewleta salê wê di serê wî da be. Lê eger para Xudayê malê bikeve, wê salê bela û qeza wê ji wê malê dûr bin û eger para Memê Şivanê, Gavanê Zerzan an jî Xeta cot bikeve, wê salê gorî wan wê debar, hasilet û rez pir bin. Hetanî berî çend deh salan jî kurdên êzdî nizanibûn, ku ew cejna “Newrozê” ye. Paşê, gava dengê kurd û Kurdistanê kete guhên me jî û me derheqa “Newrozê” da bihîst, me texmîn kir, ku… Kiloçê serê salê ew ya sersalê ye, sersal jî sala nû ye, sala nû jî roja nû ye, roja nû jî nûroj e, nûroj jî “Newroz” e.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev