
Weşanxaneya APECê li Stockholmê bi serokatîya weşangerê navdar Alî Çiftçî
gelek salan pirtûkên bo zarokan çap dike, him yên nivîskarên kurd,
him jî wergerên ji zimanên biyanî, herwiha pirtûkên bo xwendina li wan dibistanan,
ku di wan da ziman û edebîyeta kurdî têne derbazkirin, û dîyarî zarokên me dike.
Ev pirtûka hûn dibînin, yek ji wan e û berî Cejina Newroza me bi navê NEWROZ çap bû.
Alî Çiftçî
serokê Weşanxaneya APECê
Mizgînîya me li we zarokno!
Hûn hebûn û pîrozîyên me ne.
Va Newroza me dîsa hat.
Û bi Newrozê re pirtûkeke şîrîn jî ji bo we zarokan çap bû: NEWROZ.
Bi çîroka xwe, bi zimanê xwe î şîrîn, bi nîgar û wêneyên xweşik çap bûye.
Newroza we hemû zarokan pîroz be!
Riataza