Newroza me li gelê me pîroz be!

Newroza me li gelê me pîroz be!

Gird Elî

serokê Komeleya nivîskarên Kurd li Swed

 

Em kurd dorpêçkirî ne û ji gelek alîyan ve rû bi rû yî pişaftinê dibin. Dijmin ne tenê rê li ber zimanê me digre, her weha çanda me jî diguherîne, didize û dike malê xwe. Ev rengê pişaftinê bi qasî qedexekirina zimanî bi kêr e. Îro li Kurdistana Bakur ev rengê asîmîlasyonê bi xurtî û alîkarîya dewleta dagirker, di hemî qadên jîyanê da li ser kar e. Stran, çîrok û destanên me dikin tirkî û li me vedigerînin.

 

Û ev demeke jî dest davêjin efsane, destan û cejnên me, wan weke ên Goktirkan an jî ên beşcîhanê destnîşan dikin. Bêguman hemî kiryarên asîmîlasyonê ji bo lawazkirin û windakirina nasnameya kurdî ye. Çîrok, destan û cejnên miletekî beşê herî girîng ên kultur û nasnameyê ne. Miletek bê yî van çekên kulturê bi rehetî têk diçe û xwe dispêre çanda serdest. Bextreşîya me kurdên bakur jî ev e ku qaşo siyaseta kurd ya xurt û heyî di dest dijminê kurd da ye!

 

Ev siyaseta nekurd bi gelek helwest û kiryarên xwe, di bin navê entegrasyonê da, asîmîlasyonê li kurdan ferz dike. Cejneka kurdan ya milî hebe bê şik ew jî Newroz e. Heger hinek derdikevin vê weke cejna ”miletên arî” an jî ên beşcîhana me û bi vî hawî jî weke ”Cejna Xelkan” bi nav dikin, ew li defa dagirkeran didin û dibin alîkarê asîmîlasyonê. Em kurd divê ji vê haydar bin û li Newroza xwe xwedî derkevin.

 

Berya ku ev dagirker li ser xaka me peyda bibin em xwedî şaristanî û çandek bilind bûn. Bêguman şaristanîyên din jî di herêma me de hebûn. Di hemî deman de şaristanîyan bandor li heveûdin kiriye, û di navbeyna wan de danûsitandinên aborî û çandî hebûn. Efsane û toreyên herî kevn bi rengekî welê xwezayî bûne malê gelek şaristanîyan û hatine pîrozkirin. Cejna sala nû jî tradîsyoneke welê bû. Belkî ya herî kevn û nivîskî ku behsa pîrozkirina sersalê dike Destana Gilgamêş e.

 

Di vê destanê de behsa pîrozkirina sersalê tê kirin û welê dixuye ku ev şahîyek bi xwarin û vexwarin bû. Di tableta dudiyan de, dema ku Gilgamêş dê biçe şerê Humbaba bike, niştecihên Urikî dicivîne û welê ji wan ra dibêje:”Werin li min helal bikin û min pîroz bikin da careke din di derîyê goma Urikê ra paşde vegerim û bêm rûyê we bibînim. Wê demê ji rûmeta xwedayan ra dê sersalê pîroz bikim, di salekê de dê du caran sersalê pîroz bikim! Ez dê şahîyekê mezin li dar xim ku qêrînên şadîyên wê li her derê olan bidin.” Heger Sumeran sersalek welê pîroz kiribin, nexwe hemî heremê bi rengekî pîroz kiriye an jî xwedî cejneke welê bûn.

 

Dîroknasî li gel hemî disiplînên xwe ên cuda destnîşan dike ku cejn û rojên pîroz ên mirovatîya kevn gelekî bi xwezayê ra têkildar bûn. Di xwezayê de bihar destpêkek girîng e. Lewra cejneke welê ne dûrî aqila ye ku ji kevnare de tê pîroz kirin. Di destpêkê de ”Newroz” dikane weke cejneke biharê ji teref sumeran û hemî nijadên din ên beşcîhana me ve hatibe pîroz kirin (bêguman ev cejn ê ne bi navê ”Newrozê” be). Lê weke hemî cejn û tradisyonan bi demê ra nav û naverokên wan dihêne guhertin û rengekî din digrin. Mimkin e ku ”Newroza” me jî ji demekê welê hatibe û paşê nav û nîşanên xwe ên kurdewarî girtibe.

 

Di heqîqetê de ev ne girîng e, ya girîng ev e ku ”Newroz” bi hemî nav û nîşaneyên xwe ya kurda ye. Belkî Gokturkan û Farisan cejneke biharê di heman demê de pîroz kirine lê ev ne Newroz bû. Lewra Newroz agirperest e, serhildêr e, bi nav, reng û nîşaneyên kurdî ye. Ji ber wê jî li ser vê cejnê mohra me kurdan heye. Ev cejna me ya milî ye.

 

Gelek caran di derbarê mitolojîya Newrozê de çîrokên Şahnameya Firdewsî hatine vegotin û bûne bingehên efsaneyan. Bê şik ev tenê çîrok in û li fêda Farisan hatine honandin. Lê li gel vê jî di nav beytên Şahnamê ra meriv dibîne ku navê Kawayê hesinkar û ew xortên li çîyan ku piştî têkçûna Dehak agir dadidin weke kurd tên bi nav kirin.

 

Mimkine e ku pêşîyên me (Medan) weke xelkên herêmê cejneke sersalê pîroz dikirin û ev cejn jî di destpêka biharê meha Adarê de be. Ev dîrok û efsane belkî di demên bê de xweştir bêne vekolîn û rontir bibin. Lê ya ku îro ji bo me vekirî û ronî ye Newroz e. Newroz ne bi tenê cejneke sersalê ye. Newroz ji bo me kurdan serdemeke nû ye. Serdemeke bidawîhanîna sitemkariyê ye, serdemeke azadî û serxwebûnê ye. Medan, Kardûkan, û Kurdan bi sedan sal ev welê pîroz kirine. Lewra em kurd tenê Newrozê pîroz dikin, tirk, faris û ereb cejneka din pîroz dikin.

 

Newroz û pîrozkirina wê di gelek wesîqeyên dîrokî da heye û li ba hemî şairên me ên klasîk jî navê wê hatiye hildan. Lê yê bi hûrgulî behsa vê cejnê dike bêguman Ehmedê Xanî ye. Beşeke girîng ji Mem û Zîn di derbarê vê sersalê de ye. Meriv bi asayî dibîne ku girîngiya da ye cejna Newrozê ne tesadufî ye an jî bi tenê ji ber honandina destanê ye.

 

Mem û Zîn-Newroza Mîranî (bi tîpguhestin û kurdîya xwerû ya seyda M.Emîn Bozarslan)

 

Afirandoxê cîhanê, ji feyza afirandinê û tebîetê jîyanê

koma gerokên felekê, bi awayê hêzê û bi awayê şîyanê

bê qalib û çenber, hem jî bê pîvek

Bê alet û cedwel, bê meqes û birrek

ev qas mezin û gewre, weha gilover

ev qas qat qat li pey hev, weha bi huner

anîne raberîya heyîyê

kişandine xuyaneke çavnêrîyê

hikmet ew e ku ew hemî li kar in

hin ji wan peya ne, hin jî siwar in

hin ji wan hêdimeş in, hin jî leza ne

Hin ji wan ron û nerm in, hin zexm û tuwana ne

hin pey xwe didin me û diçin, hin tedbîrkirî ne

hin ber bi me tên, hin jî pîvayî û teqbîrkirî ne

hin ji wan mamosta ne, hin nivîsvan in

hin ji wan celat in, hin jî sazvan in

hin ji wan şewrewşen in, hin jî Rojevîn

hin ji wan xemcivîn in, hin jî xemrevîn

hin ji wan Zînê zerî ne

hin jî wek Memê mişterî ne

hemî seqilandî û biriqandî ne, belav dikin ronayî

hinek ji wan padîşah in, wezîr in hinekên mayî

hinek ji tevgerên tebîî û adetî

ew tên nuqteya buharê bi taybetî

û nû dikin ji bo me sal û deman

gava ku ew tên nîveka asîman

..

Zanayê umirdîtî yê kevn kirine sal

bi vî awayî qal kir ji me ra rewş û hal

Got: di zemanê berê da, adetê pêşîyan

ev bû li hemî dorhêlan, li hemî cîyan:

Ew Roja sereksiwarê rojhilat, digerîya digerîya

û dema ku di meha Adarê da vedigerîya

yanî dema ku diket Birca Sersalê

qet kesek nedimal i hêwirê, li malê

Hemî pêkve derdiketin ji malan

heta bigîje pîran û kalan

Roja ku dibû cejn, û dihat Newroz

 

Jibo qedirgirtina wê roja ku dilan ronî dike, wê roja pîroz

mêrg û çîmen û çolên derên bajaran dikirin cî û war

digerandin gulîstan deştên dûz û cîyên beyar

Xasma keçên bakîre û xortên ezeb ên bêjin

Bi kurtî, ew cewherên giranbuha yên ku kêm peyda dibin

Têkda cilwergirtî, xemilandî û kildayî

vêkra li temaşekirinê destûrstandî û destûrdayî

lê belê ne bi îftîra û tomet û minet

li gora ku ferman dike şeriet û sinet

lewra amanca wan ji wê geştê

mexsed û daxwaza wan ji çûyîna deştê

ew bû ku, çi daxwazkirî û çi daxwazkar

yanî her du alî, hem evandî û hem evîndar

ew her du celeb ku hev bibînin

û hevtengên xwe jibo xwe bînin.

 

BI DERKETINA ŞEHRÎYAN E BI DEŞTÊ

JIBO SEYRANA SERSAL Û GEŞTÊ

 

Dewra felekê ji bextê feyroz

dîsan ku nûma ji nû ve Newroz

mebnî li wî adetê mubarek

şehrî û sipahîyan bi carek

bajar û kelat û xanî berdan

teşbîhê bi nejdîyan û cerdan

sef sef dimeşîne kûh û deştan

ref ref dixuşîne seyr û geştan

Esnafê umem, sixar û kubbar

Qet´a venama di şehrî deyyar

Hindek bi peyayî çûne baxan

Hindek bi siwarî çûne raxan

Hindek bi tebayî û bi kesret

Hindek bi hevalî û bi wehdet

Rabûne ve xanim û xewatîn

Wan jî tijî gul kirin besatin

Horan kire meskenê xwe cennet

bê perde û bê melal û minnet

Dûşîze û duxter û ruwalan

pakîzeîzar û zulf û xalan

etrab û kewaibêd-i ezra

murdan û murahiqêd-i zîba

eshabê qumaşê lutfê ruxsar

erbabê metaê husnê dîdar

wan lêk dikirin metaê yek erz

texmîn dikirin bi tûlê wel-erz

Sewdakirê işqê bûn di bazar

Hem bayiê husn û hem xerîdar

Sersalî û bakir û ruwalan

Sedsalî-w ciwan û pîr û kalan

Sersal-i li resm û rahê mahûd

gêran di cih û meqamê mehmûd. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Gird Elî

Di sala 1964 an li Bakurê Kurdistanê, li gundekî Nisêbînê (Zorava) hatime dunyayê. Xwendina navîn û gimnaziya li Nisêbîn xwend. Li Swêdê jî pedagojî xwend û bû mamostayê piçûkan. Heta nuha du pirtûk çap kirine yek di sala 1994 an de bi navê MEHKÛM weşanên Welat, ya din jî di 2015 an de DEREWEKE PIÇÛK weşanxaneya Apec

Qeydên dişibine hev