24 GOTIN JI FOLKLORA KURDÎ

24 GOTIN JI FOLKLORA KURDÎ

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner

 

Ez li vîdeoyekê rast hatim, dema min lê temaşe kir, ez ji xweşiya wê têr nebûm. Min hema demildest nivîsî û weşand.

Vîdeo ji aliyê hevalê me Mehmûd Avcî ve hatiye weşandin.

Pêşî Nusaybin Kişla TV ew weşandiye û 182.185 car jî temaşe lê hatiye kirin.

Kesê ku dipeyive, zilamekî salxur e û porê wî sipî ye, lê li ser xwe dixuyê, bi kurmanciyeke xweşik lê bi devoka Torê dipeyive.

 

Fermo de em van 24 xalên li jêrê, bixwînin:

 

1)

Sê tişt li dinyayê hene bi lezet:

Pez û rez û hermet.

2)

Sê tişt li dinyay ê hene bi dilêş:

Muxaberat û şehad û mêş.

3)

Sê tişt xweş in bi sarî:

Tirşik û mehîr û karî.

4)

Sê ehmeq hene li dinê:

. Yê biçî riya bi tenê

. Yê li kaşa vexwî titûnê

. Yê mala xwe bibî cem mala bavê jinê.

5)

Ne berxê ber bizinê

Ne mişkê terazinê

Û ne zilamê bi xebera jinê.

6)

Rih dibî bost

Dijmin nabî dost.

7)

Bê şêwra pîrekî

Neçe dîwana mîrekî.

8)

Xweş dibê cihê xencera

Lê xweş nabê cihê xebera.

9)

Şêr şêr e

Çi jin e

Çi mêr e.

10)

Yê nekê bi ya mezina

Bi serê wan ve çêdibê stirhê bizina.

11)

Çavê li deriya

Xwelî li seriya.

12)

Destê xwestinê

Bila bê jêkirinê.

13)

Serê bê sermiyan

Jê çêdibê derdê bêderman.

14)

Yê bibê hevalê derewçîan

Wê talî bifroşê nivînan.

15)

Fi´lê şîrî

Heta pîrî.

16)

Qûna elimî tira

Zehmet e rûnê li ser berra.

17)

Nebêje dijmin bira

Birayê xwe nefroşe gura

18)

Nebêje jina (bi) mêr (bi)

Virde wera

(Çav bernede jina bi mêr)

19)

Xezal nabî meymûn

Qîza qereç nabe xatûn

20)

Serê bi mineta

Bila herî ser ziyareta.

21)

Ne por û ceynîkê

Lê pera û berîkê.

22)

Insanê keslan

Bila bimrê hê mirin erzan

23)

Rovîkî şiyar

Çêtir e ji şêrekî xewar

24)

Kurê jinebiya

Jê neke tu hêviya

 

Hêvîdar im ku hemî xwişk û birayên evîndarê Çanda Kurdî, vîdeoyên wisa ji devê kal û pîran werbigirin û biweşînin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev