
Weşanxane, nivîskar û wergêrên kurd zêde dibin,
bê hêvîya ku xwendevanên kurd jî zêde bibin
”Derzîya Tirsê” ya romannivîs Heysem Hisên derket
Wergera ji erebî Besam Mistefa
Romana ”Derzîya Tirsê” ya romannivîs Heysem Hisên ji nav weşanên AVAyê derket. Ji erebîyê Besam Mistefa bo Kurmancî wergerand.
”Derzîya Tirsê” gelek babetên têvel û tevlihev di gelek xalan da bi kûrahî behs dike û li dijî çanda tundîtîyê xwedîya bersivine tûj e.
Di ”Derzîya Tirsê” da tolhildana ji dîrok, civak, ji serlehengan û ji xwe bi xwe jî gelekî aşkere û dîyar e.
Gelek xêzên sor tê da binpê dibin, ku ew jî bi xwe pirsgirêkên bêçare yên ku çarçoveya civakî, olî û sîyasî çandibûn, destnîşan dike.
Di paşûla ”Derzîya Tirsê” da gelek mijarên nuxamtî hene, ku bi hêsanî sedemên gurkirina şerê li Sûrîyê dîyar dikin.
Riataza