Serokatîya Ermenîstanê cejina Newrozê pîroz kir

Serokatîya Ermenîstanê cejina Newrozê pîroz kir

Pîrozbahîya serokwezîrê Ermenîstanê birêz Nîkol Paşînyan

Nîkol Paşînyanê serokwezîr, girêdayî cejina Newrozê ra, dîaspora kurdaye li Ermenîstanê pîroz kirîye.

Nava pîrozbahîyê da hatîye gotinê:
“Ez bi germayî wekîlên dîaspora kurdaye li Ermenîstanê, girêdayî cejina wane kevnar û hizkirî ra, cejina Newrozê ra, pîroz dikim.

Ev cejina, ku sîmvola sala nû û hişyarbûna biharê ye, hêvîyên nû pêşda tîne. Bila cêribandinên mezin û biçûk paşerojê da bimînin, bila hemû kirinên weye qenc û xiyalên We mîyaser bibin. Sala nû bila bibe sala aşîtîyê û açixîya.

Bo xwîşk û birayên meye li Ermenîstanê ez saxlemîyê, gulvedanê û xweşbextîyê dixwezim. Em gerekê bi cedandinên tevayî, bona xwe hemûya, welatê gulvedayî çê bikin, bona nivşên xweye pêşerojê.
Newroz pîroz be!”.

 

Pîrozbahîya Parlamêntoya Ermenîstanê

“Pîrozbahîya serokê hukumata Ermenîstanê bona temamîya kurdên dinîyayê xweşhalî pêşda anî. 23-ê adarê parlamênta Ermenîstanê jî cimeta kurd pîroz kir. Bi gotina parlamêntvanê Ermenîstanêyî ji fraksîya “Gava min” Kinyazê Hemîd Hesenov, Newroz cejineke cimeta kurde kevinare, ya ku zûva hatîye kifşkirinê.

 

Ewî razalixî elamî serekwezîrê Ermenîstanê û cimeta ermenî kirîye, bona gaveke wî cûreyî û daye dîyarkirinê, wekî pîrozbahîyên ji alîyê serokê hukumata Ermenîstanê da xweşhalî û şabûn bona temamîya kurdên dinyayê pêşda anîye. Çawa bersiva wê yekê, serokê parlamêntê Ararat Mîrzoyan elam kirîye, wekî Parlamênta Ermenîstanê jî wê cejinê pîroz dike. Gotinên wî ji alîyê hemû fraksîyayên parlamêntê da, bi destlihevxistinava hatine qebûlkirinê.

 

https://ku.armradio.am/2021/03/23/parlamenta-ermenistane-cimeta-kurd-giredayi-cejina-newrozera-piroz-kiriye/

 

P.S. Herdu nivîs ji malpera radyoya kurdî ya Rewanê hatine hildan.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev