Teorîya Homo Mensura (Homo Mensura Theory)

Teorîya Homo Mensura (Homo Mensura Theory)

Nasandina Çend Têgihên Felsefeyî

Ali Gurdilî 

1- Felsefeya Îndîan (indian philosophy): Felsefeya hindû, felsefeya hindî. Felsefeya ku B.Z. sala 2000an de, dest pê kiriye. Sîstema ramanî a ku temsîlîyeta wê (heke em materyalîzma hîndî, budîzm û jaînîzmê ku sîstemên heteredoksî ne, cuda bigrin) bi rêya sîstemên mîna vedaîzm û brahmanîzmê, pêk tê. Kevneşopîya ramana îndîanê, ji çar dewrên cuda pêk hatiye, ku ew jî: 1- Dewra teşekirinê 2- Dewra realîst û xwezayî 3- Dewra monîst (tekparêz) û razdar û 4- Dewra monoteîst (tekparêz) in. fr: hint felsefesi / fr: philosophie indienne

 

2- Hyper (hyper): Pêşgira ku di zimanên rojavayî de, ji bo rewşa herî bilind, herî raser û herî jor, tê gotin. Li gor vê yekê, peyva ku wekî dijberê têgihîna mekanê klasîk tê gotin, mekanê hyper e (hyper-mekan) e. Li milê din, di roja me de ji metinên ku hinek dîmen, klîp û bernameyên computurê jî tê de hene re, metinên hyper (hyper-metn) tê gotin. tr: hiper / fr: hyper / al: hyper

 

3- Hîpotez (hypothesis): 1- Bi wireke (nêrîn) giştî, ramana rênîşander a ku rê nîşanî hêman, qebûl, texmîn, pêşsipar (öncül, premise) û şertekî dide. Di mantiqê de, beşa bişert (koşullu) a pêşnîyarîyeke bişert (önerme, proposition). Beşa wê pêşnîyarîyê a pêkhateya pêş (ön bileşen). 3- Di zanist (bilim, science) û rêgehnasîyê (methodology) de, ji reşnivîsa ku bi rêya çavdêrîyê têne hilberandin re tê gotin ku ew çavdêrî, derbarê bûyer (olgu, fact) û têkilîyên di navbera bûyeran de ne. Stratejîya ku ji bo çareserkirina problemekê, hatiye pejirandin. tr: hipotez / fr: hypothése / al: hypothese

 

4- Homeomeri: Di felsefeya yewnana antîk û bi taybetî jî di felsefeya Anaksagorasî de, navê pêkhateyên gerdûnê ne ku gerdûn ji wan pêk hatiye û bi hejmareke bêdawî, dikarin perçe bibin. Homeomeri, heta hetayê perçe bibin jî, celeba xwe diparêzin û wekî xwe, dimînin. Mesela dilopeke avê, dîsa av e. Perçeyekê goştî, dîsa goşt e, perçe û pîçikên kevirî, dîsa kevir in. Li gor nêrîna Anaksagorasî, di her tiştî de ku hejmara wan bêsînor e, hinek tiştên din jî hene. Anaksagoras, derbarê vê yekê de wiha gotiye: ‘Di her tiştî de, ji her tiştên din perçeyek heye’ û ji wan perçeyan re, gotiye ‘homeomeri’.

 

5- Homînîzm (hominism): Navê ku ramanwerên alam, li mirovperwerîya (humanism) kiryarî û li tevgera psîkolojîzmê kirine. tr: hominizm / fr: hominisme / al: hominismus

 

6- Homo: Di zimanê latînî de, tê wateya mirov. Di nav heyînên zindî de, navê celeba (cinsê) mirovan. Li gor vê yekê di mijarên tekamulî de, ji cinsê mirovî ê ku difikire û zana ye re, ‘homo sapiens’ tê gotin. Mirovê ku haletan çêkiriye, ‘homo faber’ e û mirovê xwezayî jî, ‘homo naturalis’ e. Herweha, mirovê ku bi awayekî aborî (ecomomic) difikire, ‘homo economicus’ e û mirovê ku di civakê de dijî û sosyal e, ‘homo socius’ e.

 

7- Homo homini lupus est: Biwêja latinî a ku cara yekem ji aliyê Plautusê hozanê romayî ve hatiye gotin û piştre jî, ji aliyê Thomas Hobbesî ve, ji bo danasîna pergala civakî a beriya dewletê û rewşa kom û komikên mirovan, bikar anîye. Ji bo vegotina vê rewşê jî, Hobbes gotiye ku ‘mirov, gurên hev in’ (homo homini lupus est).

 

8- Teorîya Homo Mensura (homo mensura theory): Nêrîna Protagorasî, a ku mirovan wekî pîvanga hemû heyînan dibîne. Mirov pîvanga hemû heyînên ku hene û pîvanga tunebûna hemû heyînên ku tune ne. Nêrîneke subjektivîst e û mirovan, mîna pîvanga zanînî (bilgi, knowledge) û nirxan (değer, value) dibîne. tr: homo mensura teorisi

 

9- Homotheîzm (homotheism): Di antropoformîzmê de, wiha tê fikirîn ku di navbera Xwedê û mirovan de, têkilîyek heye û ji hebûna mirovî, didin rê û xwe digihînin, tesewira Xwedê. Di vê nêrînê de, wiha tê fikirîn ku Xwedê dişibe mirovan û divê wiha were têgihiştin. Homotheîzm jî, hemwateya antropoformîzmê ye. tr: homoteizm / fr: homothéisme

 

10- Hudûs: Di felsefeya îslamê de, têgiha ku ji bo neezelîtîya gerdûn, dinya û hemû heyînan, hatiye bikar anin. Li gor vê nêrînê, gerdûn û temamîya heyînên gerdûnî, ne ezelî ne û piştre, hatine afirandin (xuliqandin). Li gor vê yekê, rewşa vê afirandinê hudûs e û heyînê ku piştî hudûsê derketiye holê jî, hedîs (hâdis) e. Dîsa di heman çarçoveyê de, gerdûn hedîs (hâdis) û Xwedê jî, qedîm (kâdim) e.

 

Çavkanî: Ferhenga Felsefeyê 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev