Bûyerên balkêş ji berhema hiqûqzanê mezin Têmûrê Lêşo – 4

Bûyerên balkêş ji berhema hiqûqzanê mezin Têmûrê Lêşo – 4

Em her roja şemîyê beşek ji kitêba hiqûqzanê Ermenîstanê yê herî binavûdeng, welatparêzê mezin, heyranê erf û edetên miletê xwe û welatê xwe Têmûrê Lêşo Biroyan raberî we dikin. Îro beşa çaran bixwînin.

Pirtûka wî ya bi sernivîsa BERBANG bi du zimanan – bi rûsî û ermenî – çap bûye, berpirsyarê malpera me jî wê berhema delal werdigerîne kurdî û raberî we dike, piştî demeke kurt jî ewê wek pirtûkeke cuda, bi zimanê dayka nivîskar – kurdî, ronahî bibîne û bibe milkê xwendevanên miletê wî û welatê wî.

Di wan da hûnê herine Entaba Serhedê û gundên dor berê wê, ku pêşîyên nivîskar ji wir in, hûnê nimûneyên hovîtîyên tirkan bixwînin, ku ji qira êzdîyan ya li welêt têr nebûn, hatin gihîştine Ermenîstaanê, ketine gundê nivîskar – Elegezê û qira milet anîn, hûnê bûyerên balkêş ji jîyana nivîskar û hiqûqzanê binavûdeng bixwînin, hûnê mêze bikin ew merivê mezin çiqasî bi malbeta xwe, bi binemala xwe, bi zar û nevîyên xwe, bi komara xwe û miletê xwe va girêdayî bûye.

Ji bo hûn rind derc bikin ka ew hiqûqzanekî çiqasî navdar bû, dikarin van xetên ji kitêbê bixwînin: -Heft sal ser teqewûtbûna (çûyîna ser pênsîyayê) min ra derbaz bûbûn, min êdî ji Rewanê bar kiribû û bi malbetî li Moskvayê bûm, dozgerê Ermenîstanê yê sereke ji min ra têlêfon kir û hîvî kir ez careke din vegerim ser karê xwe yê derecebilind li dozgerîya komarê… û ez careke din vegerîyam Rewanê.

 

Têmûrê Lêşo Biroyan

Şeva reşeheş ya Roma Reş

 

Sala 1918an leşkerên tirkan bêy ku rastî berxwedanekê bên, beşeke Ermenîstana Rohilatê zevt dikin, di nav wan da gundên kurdên êzdî jî. Bi gotina gotîyan, buhara sala 1918an, dema eskerên tirkan ranêzîkayî gundê Camûşvana Mezin kirin, gundîyên bê çek tu rê ne dîtin, bi nan û xwê pêşwezî li wan kirin, bi hêvîya ku tirk wê zirarê nedine wan. Gundîyên bê çek û bêy parastin tirkan didane bawerkirin, ku wana ji berê da tu caran dijî wana şer nekirîye û tu daxwezên wan yên wisa tunene û wê tunebin. Tirkan ji wê destpê kir, ku eskerên xwe li malên gundîyan cîwar kirin, lê xwedîyên malan mecbûr kirin li merekan û tewleyan bijîn. Gundîyên dilsax bêdeng ji malên xwe derketin, bi hêvîya ku tirk wê zordestîyê li wana nekin.

Di rojên dagirkarîya tirkan da jinên malbeta me bona xweparastinê û aramîyê berevî mala Celîl bûn, ku hevlingê bavê min bû, şevên xwe li wir derbaz dikirin, bêy ku çavên xwe bidine hev. Diya min – Zelîxe jî herdem şevên xwe li wira derbaz dikir. Carekê diya min bi jintîya xwe – Xezê ra bi qeynteran ji bîran av dikişandin, rastî eskerekî tên, ku bi esilê xwe va kurdekî musulman bû. Jinên me tirsîyan, sekinîn, lê esker destpê kir bi zimanê kurdî bi wan ra xeberda, got: “Ji min netirsin… Hûn dewsa xûşkên min in, ez bona we ber xwe dikevim û ezê tu zirarê nedime we, çimkî em hemû kurd in, xwîna me yek e, esilê me yek e. Dilê min bo we diêşe, ez dixwezim surekê ji we ra bêjim. Hîvî dikim ji mêrên xwe ra bêjin bira îşev ji mal derkevin, çimkî dikare qezîyake mezin bê serê wan”.

Diya min û Xezê hema gihîştine mal, derheqa her tiştê bihîstî da ji Apê Elo û ji mêrên gund ra, ku berevî odeyê bûbûn, dibêjin. Gundîyên dilsax û dûrnedîtî guh didine wan malûmatîyan û bi Apê Elo ra tevayî biryar dikin guh nedine wan behsan, şika wan hebû, ku tirk dixwezin bi wî cûreyî mêran ji gund dûr bixin, bona destdirêjaya jinên wan bikin. Lê diya min, ku pir bawerî bi gotinên kurdê musulman dianî, bavê min dide bawerkirinê, ku şev li tewlê ranezê, lê bi wan ra tevayî herine mala Celîl. Pêşî bavo razî nabe, lê pey wê yekê ra ku Celîl jî eynî tiştî dibêje, razî dibe. Diya min digot, ku ew şeva bi xwîn bû şeva here reş di dîroka gund da.

Şev nîvê şevê di gund da, wek dibêjin, agir barî – tirkan biryarên xwe yên reş pêk anîn. Ricakirinên merivan, girîyên jinan, hewar-gazîyên gundîyan, çêrên bi zimanê tirkî, gullebarandin… Tevaya şevê jinan di nava tirs û xofê da derbaz kirin, turuş ne dikirin ji mal derkevin, bona wê zulma bi xezeb ber çavên xwe nebînin. Sibetirê Celîl, bavê min û jinên ku ji kuştinê filitîbûn, zulma ecêb û xwînrêtina gundîyan ber çavên xwe dîtin. Li her deran cinyazê gundîyan di nava xwînê da gevizî bûn, piranîya cendekan avîtibûne nava avên ku ji ber berfên helîyayî bibûne gol. Jinên, ku ji kuştinê filitîbûn, dema meytên kesên ber dilê xwe ezîz digerîyan, dikirin hewar û gazî, rûyê xwe vedirûtin, porên xwe jê dikirin. Gelek kesên kuştî tenê bi kincên wan dihatine naskirin, çimkî serê wan jê kiribûn. Pey çend rojan ra eyan bû, ku di wê şeva bi xwîn a qetil da heftê du mêrên gund hatine kuştin, gunehê tirkan ne bi kalan, ne bi nexweşan, ne jî seqetan ne hatîye. Ji malbeta me xwînxwarên tirkan heft kes kuştin – Apê Elo, kurê wîyî tayê tenê – Nado, nevîyê wî yê hifdeh salî Mehmûd, birayên wî Eco û Çeto û û kurên Çeto – Sefo û Ûsib. Bi gotineke din, ji mêrên malbeta me tenê bavê min ji kuştinê filitî, ew jî bi saya ricayên diya min, ya ku bawerî bi gotinên eskerê kurd anî û bavê min veşart. Di paşdemê da dê û bavê min xemxurîya di hindava jinebîyên ku mêrên wan hatine kuştin û zaran heta ew bigihîjin hildane ser xwe.

Zulmkarîyên wê şeva reş tesîr li ser heywanan jî kirin. Heta dewarên gir jî, ku wê şevê derva mabûn û ji qêrîna milet û dengê gulleyan tirsîyabûn, çend rojan ditirsîyan bikevine tewlê. Lê mihîha ber dilê Mehmûdê hifdeh salî her êvar dihate ber derê malê, lê nedikete tewlê, bi xemgînî dikir orîn û ji çavên wî hêsir dihatin. Ewî bi wî awahî şîna xwedîyê xwe dikir û car din ji tewlê dûr diket. Tirk ji wê helwesta heywan aciz bûn, dane dû û ew gulle kirin.

Gundîyên ku sax mabûn, du-sê rojan termê merivên xwe digerîyan û şîna xwe dikirin, lê hinek term jî qet nehatine dîtin, wisa xuya ye ku avê bi xwe ra birîye. Milet navê wê şeva bi xwîn danî ”Şeva reş ya Roma Reş”.

Pey wê zulmkarîya tirkan raj in, zar û kal-pîrên saxmayî ketine nava halekî giran, çimkî hebûna wan hatibû talankirin, beşeke heywên jî tirkan serjê kiribûn, xweribûn. Salekê-duduyan jîyana gundîyan ya bi zulmê va dagirtî berdewam kir. Lê yên saxmayî ber xwe dan, destpê kirin malhebûna wêranbûyî careke din ava kirin û hovîtîyên tirkan bere-bere dane hilanînê. Gerekê bi dilekî kovan bêjim, ku dema tirk vedigerîyan, apê min – Serdar jî bi xwe ra birin, ku me êdî hew wî dît.

 

Reva duduyan ji dojehê

Bi dilekî şa bîr tînim, ku beşeke kurdên êzdî yên ji Êla Sîpikîyan, wek ku min berê gotibû, di hindava zehmetîyên mezin da ber xwe dan, xwe li hidûdê Rûsîyayê xistin, derbazî vî alî bûn, xwe ji zordestîyên tirkan rizgar kirin, lê pareke mezin ji Êla Sîpikîyan li herêmên Tirkîyê man. Wana jî dixwest wek me bikin, lê bona wan ji sînor derbaz bin û li ser axa Rûsîyayê bi cî û war bin, dijwarî hebûn. Di hêlekê va desthilata tirkan, di hêla din da sînorparêz bona pêşîgitina bi neqanûnî derbazbûna ji sînor, herdem çavê wan li ser wan bû.

Serekeşîrên Êla Sîpikîyan, ku li wî berî mabûn, êdî hew dikaribûn ber zordestîyên tirkan teyax bikin, hewil didan bi surî ji desthilata rûsan destûrê bistînin bona bi dizî ji sînorên tirkan derbaz bin û li ser axa Rûsîyayê bijîn.

Serekên gundên Meleşemdînê, Ohanê, Sêvikê, Dêrînê, Sincanê û yên mayîn, ku nêzîkî bajarê Bazîdê bûn, herwiha rêberên warên wek Rendewan, Dîler û Dûtaxê, pey minaqeşeyên dûr û dirêj ra qirar kirin qasidên xwe bişînine Tîflîsê û bi awayekî xewle ji desthilata rûsan hîvî bikin, rê li ber wan negirin dema ew bixwezin ji sînor derbaz bin bona li ser axa di bin destê wan da bijîn. Bona wê armancê sê xortên culet – Elî, Nigo û Bedo hilbijartin. Sipartibûne wana bi dizî ji sînor derbaz bin, xwe bigihînine Tîflîsê û ji navê kurdên êzdî yên Êla Sîpikîyan daxweznameya xwe bidine serkarê wî warê Rûsîyayê. Salên 1880î ew hersê kesên bi cesaret li hespên xwe siyar bûn, bi dizî ketine rê. Ewana di rê da rastî gelek dijwarîyan hatin, çend caran di navbera wan û eskerên tirkan da pevçûn derketin, lê axirîyê xwe li hidûd xistin, derbaz bûn.

Rêwîtîya wan çend heftê kişand. Gava ew gihîştine gundên kurdên êzdî yên navçeya Aparanê, şabûna wan bê hed û bê hesab bû, ji heyecanê dikirin bifirîyana. Xwesma li gundê Camûşvana Mezin ew bi dil û can qebûl kirin, ku Êla Sîpikanîyan li wir dima. Qasid bûne mêvanê mala apê min Biroyê Xişoyê mêvanperwer. Pey sê rojan ra ew dîsa ketine rê, çend xortên gund ew heta Himamlûyê (niha Spîtak) verê kirin. Piştî heftêyekê rêwîtîya wan serhevda hat û qasid bi açixî gîhiştine Tîflîsê.

Dixwezim destnîşan bikim, ku berî çûyînê Emerîkê Polatê qedirgiran temî dane xortan: berî her tiştî li Tîflîsê serekeşîrê Hesinîyan Hesen axa bigerin, ku orta wî û serokatîya rûsan xweş bû û dikaribû alî bikira ku rastî rêberê rûsan yê wira bên, bona daxweznameya xwe bidine wî. Ji wan ra li hev hat Hesen axa bibînin, wî jî soa da alî wan bike, bona daxweza xwe bi cî bînin.

Bi saya alîkarîya Hesen axa û wergervanê ermenî Soxomon Yêxîyazarov, ku zimanê kurdî bêqusûr zanibû, qasidên kurdên êzdî ji alîyê Dûndûkov da hatine qebûlkirinê, ku wê demê nûnerê Riralê Rûsîyayê bû li Pişkavkazê. Ewî guh da xeberdana sê kurdên êzdî ya derheqa wê yekê da, ku tirk gundên wan dişewitînin û wêran dikin, merivên bê sûc dikujin, bi bêîsafî mal û milkên wan talan dikin. Bi kurtî, tirs heye, ku kurdên êzdî bêne kokbirkirinê.

Qasid ji rêvebir ra gotin, ku olka wan hazirîya xwe dîtîye û eger serokatîya Rûsîyayê destûrê bide û wê warekî bide wan bona bi karê malhebûna gundîtîyê va mijûl bin, dikare şevekê bi dizî ji sînorê Tirkîyê derbazî ser vê axê bibe. Dawîyê Dûndûkov soz da wan, ku wê daxweza wan pêk bîne û got ku ew bi hêvî ye, ku kurdên êzdî dema derbazî ser axa Rûsîyayê bibin, wê bi aminayî qulixî Padşê me û Rûsîyayê bikin.

Qasid û Hesen axa razîbûna xwe dane Dûndûkov bona pêşwazîkirina dilgerm û bersiva erênî. Dema Elî, Nigo û Bedo vegerîyane Tirkîyê, gotine serekeşîrên Êla Sîpikîyan, ku desthilata Rûsîyayê razî ye alîkarîya me bike.

Emerîkê Polat, Uguzê Memo û serekên eşîretên gundên din destpê kirin tivdîra xwe dîtin bona ji dojeha tirkan xwe xilaz bikin. Di salên heyştêyî yên sedsala 19an karwanên kurdên êzdî berê xwe dane sînorê Rûsîyayê. Di nava rêwîtîya heftêyekê da eskerên tirkan çend caran êrîş birine ser wana, lê rastî berxwedaneke xurt hatin û paşda vekişîyan. Lê dema desteyên kurdan yên Tirkîyê hatin hewara wan, eşîretên bi serokatîya Emerîkê Polat (bavê Elî) û Oguzê Memo bi rehetî derbazî ji sînorên wilayeta Qersê bûn, ku wê demê beşeke Rûsîyayê bû. Ne tenê kurdên êzdî ku li wira diman bi dilgermî ew qebûl kirin, lê herwiha nûnerên desthilata Rûsîyayê jî. Mihaciran li gundên Şîrînkoyê, Xirabe Dîgorê, Encekîyê, Dûzgêçîyê, Qizilqulê, Hesencano û Emençayîra qeza Qersê bi cî kirin.

Piştî demekê, bi daxweza serekbajarê Qaqizmanê ya qeza Qersê serekeşîrên gundên ku mihacir lê diman, civînek derbaz kirin û ji wan ra gotin ku desthilata Rûsîyayê bona rewşa mihaciran ya aborî ya giran biryar kirîye, ku wê sî salan ji wana vêrgîyê û bacan nestînin, bi wê ra tevayî wê xwelîya bêcerkirinê bidine wana bona bikaribin ji xwe ra xanîyan lêkin û bi karê xwelîbêcerkirinê va mijûl bin. Bi pêşnîyara serekê Qaqizmanê serekeşîran bi riya dengdayînê Elîyê Emerîk bi yekdengî hilbijartin wek rêber û serokeşîrê nû, ango rêberê Êla Sîpikîyan. Ji wê rojê şûnda gerekê ji wî ra Elî axa bigotana.

Bi vî awahî, mecal kete mihaciran hema bêje sî salan rehet bijîn û bi kardarî bixebitin, ji ber ku bona wan şertên jîyanê yên baş hatibûne sazkirinê.

Mixabin, jîyana wan ya aş zûtirekê xirab bû. Di destpêka sedsala 20î leşkerên rûs terka qeza Qersê kirin û ew ax careke din kete bin destê Tirkîyê. Di hindava kurdên êzdî da destbi zordestîyên neheq kirin, gef li wan dixwerin, ku wê qira wan bînin. Eşîretên Êla Sîpikîyan mecbûr bûn careke din rabûne ser riya rev û bezê, mihacirîyê. Hinekan ji wana derbazî malên merivên xwe yên gundên navçeyên Aparanê û Talînê bûn.

Cerdên tirkan rastî tu berxwedanekê ne hatin û dest danîn ser wan erdan. Bihara sala 1918an bi sedan mêrên wira hatine qetilkirin û bûne xurê neheqîyên cerdbaşîyên tirkan. Di nav wan da bû wisa jî Elî axa û malbeta wî.

Mixabin, ne desteyên kurdê êzdî Cangîr axa, ne jî artêşa ermenîyan tu tişt nekirin bona parastina binecîyên bîst gundên kurdên êzdî yên navçeyên Aparanê û Talînê. Di rûyê wê yekê da tirkan di wan gundan da qesabxane saz kir, mal û milkên gindîyan hate talankirin, pez-dewarên wan hate dizîn.

 

(dûmayîk heye)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev