Serxweşîya Komxebata KURMANCÎ bo wefata birêz Kadrî Yildirim

Serxweşîya Komxebata KURMANCÎ bo wefata birêz Kadrî Yildirim

Reşo Zîlan,

bi navê endamên Koma KURMANCÎ ya Înstîtûya Kurdî a Parîsê

 

Gelî hevalên hêja,

Ez bi dilekî xemgîn dixwazim we ji koça dawî ya hevkarê me yê hêja prof dr Kadrî Yildirim agehdar bikim. Kek Kadrî îro ji ber ku xwîn avêtibû mêjî, li Dîyarbekirê çû ber dilovanîya Xwedê. Berî demekê ji vîrûsa bêeman ya koronayê ji mirinê filitîbû. Mixabin vê carê nedikarî zora vê nexweşîyê bibe.

Kek Kadrî di civîneke me de beşdar bûbû û babetek jî pêşkêş kiribû. Ewî di gelek waran de ji bo hevkarîya me hîç dirixîyek nekiribû. Bi xebatên xwe yên di Zanîngeha Artûqlûya Mêrdînê de şopeke kûr berda nav rêzên kurdnasîyê û xebatên berbiçav bi ser xistin.

Wî bi koça xwe cihekî vala li pey xwe hişt, berî her kesî mermal û malbata xwe bi xemê xistin. Em, xwendekar û hevalên xwe yên kar diltezîn kirin.

Bila dilovanîya Xwedê li ser be!

 

Serxweşîya malpera RIATAZA

Desteya Rêvebir ya malpera RIATAZA bo koça dawî ya birêz Kadrî Yildirim hevparê xemên we û tevaya gelê me ye. Îro tevaya gelê kurd bi kirasguhastina lawekî xwe yê zane û aqilbend di nava şîneke giran da ne.   

Wek dibêjin, li vê dinê bûye, bira li wê dinê nebe, bira serê heval û hogir, xwendkar û binemala wî xweş bin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev