Dîmenên ji gund: Birahîmê Sofî

Dîmenên ji gund: Birahîmê Sofî

Gird Elî

Çiqe çiqa germa havînê bû, roj di nîveka asîman da bilind bûbû û bi germahîya xwe ya dijwar dinya diqemirand. Li hewşa qesra axayê gund, Birehîmê Sofî her du destên xwe ber bi jor ve bilind dikirin û ji serê xwe yê zelût ra dikir sîwan. Lê bela ku her du destên wî bi zincîrekê ve girêdayî bûn, milên wî zû diwestîyan û piştî çend pileyan bêhemd diketin xwarê. Piştî ku çend caran welê cerîband êdî jê aciz bû, dest jê berda û canê xwe ji ronkayê ra serbest hişt. Nêzîkî wî tu taldeyek tunebû ku xwe bide ber. Binê derenca kevirîn ku ber bi banê qesrê ve diçû, sî bû, lê sê metroyan jê dûr bû, zincîra bi destê wî ve girêdayî qey du metro hebû û bi çenqelekî hesinî ve di dîwarê kevîrî de asêkirî bû. Kincên lê, bi tenê şelwarekî reş û îşligekî xetxetî bû. Işligê wî yê ku berîya demekê ji ber germahîyê xwê dabû û şil bûbû, nuha dest pê kiribû hêdî bi hêdî zuwa dibû. Ji me, em çend zarokên ku li dorê civîya bûn, tasek av xwest. Lê xulamekî axê zû bi me ve gihişt û em ji wê derê qewirandin.

Li gund gelek tişt di derheqê wî de dihatin gotin. Digotin ku radihêje misînê xwe diçe çol û çîyan û di ser destavê da fatîheyan dixwîne, destnimêj digre û ji gumgumoka ra azan dide! Lê me zarokan tu xerabîya wî nedîtibû. Kêm derdiket nav mirovan û ew carên ku li nav wan jî xuya dibû her hiş û bêdeng bû. Lê di bawerî û çavê mezinan da ew mirovekî şêt bû. Û li vî gundî Xwedê navê dînitiyê li pey kesî nexe! Lewra ew dişên hemî tiştên neçê bikin, qe nebe gundîyan welê bawerî pê dihanî.

Ji bo wî haş bikin Hemdîya lal û kawik pê ra zewicandibûn û ji vê zewacê jî du zarokên wan çê bûbûn. Çend lat erdê wî ê çandinîyê jî hebûn, wekî her gundîyî zewîyên xwe diçandin û debara xwe dikir. Lê gundîya ew rehet nedihişt û gelek asaq dihanîn serê wî. Li gund dema ku tiştek neçê û ne li rê biqewimîya ew tawanbar dikirin û wî di mihakemeyan ra derbas dikirin. Her car divîyabû Birehîmê Sofî bêgunehîya xwe izbat bikira, an ew tawan di histuwê wî de dima. Bêguman vê jî derûniya wî bêtir xirab dikir û dihişt ku ew li beramber gundîyan bi şik be û xwe ji wan dûr bixe. Nuha jî bi sûcdarîyeka bi vî rengî tawanbar dibû.

Rojtira din kerê Hesenê Sofî di nav zewîyên wî de kuştî hatibû dîtin. Mîna tu berxekî ser jê bike, welê li kerî kiribûn. Ji xwe karên weha dixistin histuwê wî û nuha jî ev li nav zewîyên wî qewimîbû… tu bersiv û şiroveyên wî gundî qanih nekiribûn. Di gel ku ker li nav pirêza rût jî hatibû kuştin dîsa berpirsyarî dikirin histuwê Birehîmê Sofî û ew bi yekdengî mehkûm kiribûn. Piştî vê jî çend peyayên axê ew girtibûn hanîbûn li hewşa axê li zincîrê dabûn. Axê jî xeber dabû qereqola cendirman da bên wî bibin û rêkin ew devera kambax ku hemî dînan lê kom dikin. Birehîmê Sofî careke din jî çû bû Elezîzê û salekê şûnde vegerîyabû. Gundîyan digot ku firar kiriye, lê hinekan jî digotin ku ne wisa ye, diqtoran fam kiriye ku mirovekî bi aqil e û bi raporekê xweşhalîyê ew azad kirine. Birehîmê Sofî fam kiribû ku dê hemî hewldanên wî ên isyankar bêfêde bin û ji ber wê jî serê xwe li ber qeder û çarenûsa xwe tewandibû.

Demekê şûnde cemseyek leşkerî hatibû li ber derîyê axê sekinîbû, çar cendirme li hewşê nobedarîya Birehîmê Sofî kiribûn û serbazê wan derketibû jor ba axê da dosyekê di derbarê wî de amade bikin. Li gor gotegotên vê dawîyê, axe dê tomarek pere xistibin bêrîka qomitanê tirk ji bo ku ew dosyak qewî di derbarê Birehîm de amade bike.

Li birinê xelkê gund li derdora cemsa leşkerî civiyabû û li Birehîmê Sofî temaşe dikirin. Destên wî kelepçekirî di navbêra du cendirman de ber bi cemseya leşkerî ve dimeşîya û serê wî bilind bi awirên xwe koma gundîyan dadiwerivand. Dema ku gihiştibû ber cemsê û dikir ku lê siwar be, ji nişka ve bi dengekî sîz û hestyar ji nav koma gundîyan hat bihîstin. Mîna ku ev deng nas kiribe Birehîmê Sofî serê xwe zîvirand û li cihê ku ew deng jê hatibû nerî. Gundîyan jî xwe dabû hêlekê û behîtmayî li xwedîyê vî dengî temaşe kirin.

Hemdîya:

– Birehîm ma tu dê bi ku ve biçî û min tenê bihêlî bi van her du zarokan re?..

Pêre jî çavên wê tijî hêsir bûbûn û nema dikanîbû biaxivîya. Gundîyan tev behîtmayî lê temaşe kiribû. Lewra cara pêşî bû ku me dibihîst Hemdîya lal û kawik dikanîbû biaxivîya. Zarokekî piçûk li milan bû û yek sê salî jî li xwarê bi kirasê wê girtibû.

Paşê jî hemû gundîyan berê xwe ber bi Birehîmê Sofî vekiribûn, mîna ku dixwestin reaksîyona wî hîn bibin. Te digo qey Birehîm ev fêm kiribû, tu tiştek negot, awirên xwe ji ser gundîyan qut nekir, li hêvîya rehma wan nema, naçarî û bedbextîya xwe kir keserek û daqurtand, ji nişka ve berê xwe ji wan guherî û li cemsê siwar bû. Hemî koma gundîyan bêdeng serê xwe berdan ber xwe û belav bûn, tenê Hemdîya li gel çend jinan bi iskeisk demekê li wir mabû.

Ji wê rojê şûnde tu kesî Birehîmê Sofî nema dît û saloxên wî wernegirtin. Bi salan şûn de mezinan behs dikir ku: Birehîm çend caran xwestiye ji dînxana Elezîzê firar bike û hatiye girtin û paşînê weke çareya dawî, derzîyek jehrê lê xistine û ew kuştine.

 

Wêne: Arif Sevinç 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Gird Elî

Di sala 1964 an li Bakurê Kurdistanê, li gundekî Nisêbînê (Zorava) hatime dunyayê. Xwendina navîn û gimnaziya li Nisêbîn xwend. Li Swêdê jî pedagojî xwend û bû mamostayê piçûkan. Heta nuha du pirtûk çap kirine yek di sala 1994 an de bi navê MEHKÛM weşanên Welat, ya din jî di 2015 an de DEREWEKE PIÇÛK weşanxaneya Apec

Qeydên dişibine hev