”Çerxa geveze”

”Çerxa geveze”

Erê, Xwedê, tiştekî derew tê tune!..

Prîskê Mihoyî

 

Gundê meda jineke bi navê Xezê hebû. Xezê nebêje, Xezebê bêje! Ew gelekî bed bû, him jî malgerok û geveze bû. Kê xwe şaş bikira û nişkêva gilîkî tal bigota Xezê, kişmîş jî bavîta pêşa wê, jê xilaz nedibû. Gundîya navê wê danîbûn ”Çerxa geveze”. Ew navê zêde gelekî li Xezê dihat. Ya Xaliqê alemê, tê bêjî, Xezê roja ji ber dawa dayka xwe ketîye û navka wê birîne, hema ew nav li ser eniya wê nivîsîne û mor kirine: ”Çerxa geveze”.

Erê, Xwedê, tiştekî derew tê tune!..

Xezê qîza gundê cînar bû. Roja ku ew çawa bûk li mihîna boz sîyar dikin û tînine gundê me, rêva bobelîsk radibe û xêlîya wêye al-gevez dixe û li kendalê newala binetara gund wer dike. Sîyar peya dibin, digerin-nagerin xêlîyê nabînin. Wê şerma heta-hetayê bûya, eger bûka bê xêlî banîna û peya bikirana. Lema jî heftrenga berbûkê davêjine li ser serê Xeza me.

Erê, Xwedê, tiştekî derew tê tune!..

Dibêjin, giva şerma Xezê hema wê demê tune bû, gava ew çawa bûk mihîna boz sîyar kirin û rêva bobelîskê xêlîya wêye gevez xist û kendalê newalêda xar kir. Gilî dikin, giva Xezê wî çaxî da bû durû û geveze, gava heftrenga berbûkê avîtne li ser serê wê. Xwedê zaro jî nedane wê. Gune giran in, lê bi gotina gotîya, ji kute-kuta Xezê mêrê wêyî belengaz danavî bûye û can daye.

Erê, Xwedê, tiştekî derew tê tune!..

Nebixêr Xezê bihata gundê me. Roja hat-nehat, alozî û nakokî kete nava civaka meye dûreşer: bûk û zava, jin û mêr, kal û pîr hev ketine şikê û rikê. Tunebû maleke usa, ku heftê carekê neferê wê malê hevda neketana û nekirina şer. Tunebû cînarekî usa, ku mehê carekê cînarê xwera neketa dew û dozê. Û sal donzdeh mehê Xwedê halê gundê me awa bû. Roja Xezê hat-nehat, çerxa gundê me çep zivirî.

Belê, roja Xezê hat-nehat, çerxa gundê me çep zivirî.

Xezê malgerok bû. Hela çavê sibê ron nedibû, ew bi menîya tiştekî ji wê malê diçû mala dinê, heyanî heyamê nîvro çerxek-dudu li nava gund dixist, pêra jî gilî digerand, geveztî dikir, bûxdan, şer û şiltax davîte qîz û bûka, jin û pîra, mêr û kala. Lema jî navê Xezê danîbûne ”Çerxa geveze”.

Erê, Xwedê, tiştekî derew tê tune!…

Kê rîya Xwedê ketibû, nişkêva Xezê xeberda! Kê diwêribû kişî mirîşka Xezê bikra, yanê jî wê ra bigota: pozka kondera te xare! Dêmek, ewî yanê ewê nanê xwe wê tisî bixwera. Eger jineke navsere hulmeyî ”Çerxa geveze” bikra, sibetirê navê erzê wê canikê ne tenê li gund, lê wê nava êl û eşîrê da bela û sosret bibûya. Lema jî kevanîyên mala tirsana hedayî didane Xezê. Kîjan malê rûn bihelanda, kate û hewla para Xezê derdixistin. Li kîjan ocaxê qurban bidana, risqê Xezê têda hebû. Li kîjan malê kêf û şayî bûya, boxçê Xezê başqe dixemilandin. Heynese, hêkek jî li malekê biteqîya, divê berî gişka Xezê tam bikra.

Erê, Xwedê, tiştekî derew tê tune!..

Xezê mefa gişka birî bû, gundî destê wê da zare-zar bûn. Lo heya mêra jî newêribû wêra bigota: gulê girantir. Tirsa ruhê xwe wana wêra giva şîrinbûna digotin: Xezal can! Lê Xezê baş dizanibû, ku pişt wê gundî qerfê xwe dikin, dibêjin ”Çerxa geveze”.

Rokê Xezê tevşo hildide û diçe bal Hemşoyê cînarê xwe, ku ew çerxêxe û tûjke. Hemşo merivekî teşqere bû, dibêje: ”Xezal can, çerxa me geveze bûye, naxebite”. Xezê dibê: ”Tişt nake, birayê Hemşo, sibê ezê simbêlê te bidme ber tevşo!”.

Çendek derbaz dibe. Deng li gund bela dibê, ku Hemşoyê teşqere her ro êvarê kerê sîyar dibe û sibê zû jî jê peya dibe. Bê Xezê, Xezê, xezebê! Bê gotna pêşîyan kura kete bîra te: ”Kerê sîyarbûn eybeke, lê peyabûn du eybe!”.

Erê, Xwedê, tiştekî derew tê tune!..

Rojekê çêleka Xezê unda dibe. Ew tenê diçe kewşen û çêlekê digere. Tarî dikeve erdê, ne ser-beratê Xezê tê kivşê, ne jî yê çêlekê. Mêrê gund li hev dicivin û şêwra xwe dikin, ku çi bikin, çi nekin, ji ”Çerxa geveze” xilas bin. Hemşo diranê xwe diçirikîne, dilê xweda tivdîrekê teloke datîne û dibêje: ”Camêrên hêja, sibe tê, xêr jî pêra!”.

Sibetirê hêwerze dikeve gund. Çi bûye, çi bûye? Dibêjin, ku cina ”Çerxa geveze” xistiye. Jinên gund dorê çît girtine, pirsa didine wê, lê deng jê dernayê. Ew ji zar û ziman ketîye, xeber nade, lê zûr maye jina mêze dike…

Hema wê rojê Xeza meye bi navê ”Çerxa geveze” ne da, ne stend. Bê zar û ziman texdîr da û çû wê dinya heq…

Gund dîsa aram bû, kete qamê xwe, şer û dew mina bûn, gundî xebata xweva gîro bûn, lê kesekî nizanibû, ku sebeb çi bû, wekî ”Çerxa geveze” nişkêva xatirê xwe vê dinaya ronik xwest û bê zar û ziman çû ber dada Xwedê. Gelo ewê çawa caba xwe wê dinê li ber mîrê xwe bide?

Her tenê Hemşoyê teşqere ew sur dizanibû. Tu nebêjî, ew êvara Xezê çêleka xwe digere, Hemşo ditîye, ku çêlek berbi newala binetara gund va çûye. Hemşoyê te Hemşo be, tê malê, dizîva şereke gevez ji qutîya jina xwe derdixe, ser çavên xwe, simêl û rûdana xwe, porê xwe pêda-pêda ar dike, tana kiras û derpê diçe wê newalê, şerê davêje ustûyê çêleka Xezê û xwe ditelîne…

Hîverone. Hemşo dibîne, ku Xezê wêda tê û gazî çêlekê dike: ”Beşê, beşê, beşê!”. Hemşo çêlekê dajo û pêşîya Xezê va dertê… Wê şevê, bin şewqa tîrêjên hîvê, kalê bi libas û rûdana sipî, çêleka undabûyî, şera al-geveze ustû alîyayî… De, were, Xezê ziravqetî nebe! De, were, Çerxê ji zar û ziman nekeve!..

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev