Diyarbekir û nifûsa wê di salên 1869-1905an de

Diyarbekir û nifûsa wê di salên 1869-1905an de

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner 

Nivîskar, lêkolîner, herweha karmendê Dewleta Osmanî Eli Emiri yê Amedî (1857-1924) pirtûkek bi tîpên erebî û zimanê osmanî bi navê WÎLAYATÊ ŞERQIYESÎyê di 1908-9an de nivîsiye û danasîna bajarên Kurdan ên rojhilatê kiriye. Pirtûk di 1918an de li Konstantînopolê hatiye çapkirin.

Du sal berê, dema min 58 rûpelên vê pirtûkê di kelaşxaneyeke Êlihê de dîtibûn, min fêm kir ku gelek rûpelên wê berze bûne.

Nivîskar di rûpela 31ê de weha nivîsiye:

”Diyarbekir wîlayetine ´aid olmeq uzere, Hicrî 1286, Mîladî 1869 senesinde – Hicrî 1323, Mîladî 1905 senesine qeder nifus Diyarbekir (Amed) şehrinde yikirmi eded salname neşr olinmişdir.”

(Salnameya bîstemîn a Parêzgeha Diyarbekirê, ji 1869 hetanî 1905an, hatiye weşandin)

 

Nifûsa Amedê bi giştî weha diyar kiriye:

 

Îslam: 492.101

Xiristiyan: 123.264

Yezîdî: 2.375

Yehûdî: 2.085

TEVEK: 619.805

 

Li rûpela 32 jî weha nivîsiye:

 

Gundê bisilman: 2.871

Gundê bisilman û fileh têkel: 296

Gundê nebisilman: 183

TEVEK: 3.350

 

Dema dibêjin ÎSLAM, amaca wan Kurd in.

Dema dibêjin ”Yezîdî” diyar e ku wê demê jî Kurdên Êzîdî, Kurd nehesibandine.

Hêvîdar im ku ciwanên me lêkolîn bikin û temamiya vê pirtûkê bi dest bixin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev