Çend têbîniyên bi raya min giring

Çend têbîniyên bi raya min giring

Kawa Nemir

 

“Go, wextekê û heylo ew wexteke çi qasî xweş bûye booçêlekek hebûye ku di tanga rê re çêre çêre li dagêrbûnê bûye û ev çêleka ku di tanga rê re çêre çêre li dagêrbûnê bûye rastî lawikekî çûçkanok î şemamok î bi navê sava tûkû hatiye….”

Non serviam!

Çend roj e sermayeke giran li min xistibû, niha ez bi ser xwe ve hatim. Hûn her xweş bin, vêca, min divê çend têbîniyên bi raya min giring bînim:

 

1- Ev qewama ku dibêjinê, “moral grandstanding” tiştekî kirêt û ziyandar e ku zehf belave ye di nava gelek Kurdên Twitterbikarhêner de.

Ji bo “moral grandstanding”ê hûn dikarin li Googleê bixin û nivîsinan bixwînin. 

2- Bi qasî ku dibînim, nemaze li Bakurê Kurdistanê, nifşek peyda bûye ku ne xwedanê wê şiyanê ye bipeyive, bêyî ku dijî fikreke ji ya xwe cuda bide dijûn û xeberan. Ev rûdanên wiha sûcên nefretê ne. Û heke civaka me bervekirî û kawdayî bûya û dadgehên me bi xwe hebûna, kesên xwedanên kiryarên wiha hetmen dê bê ceza nemana. Rûpelên mirovan ne ew war in ku li ser wan mirov bi kêfa dilê xwe dijûnan ji mirovan re bike. Lê, tevî her tiştî, çawa gotî, ba ji tehtê çi dibe? Qet. 

3- Her kesek hewaleyî şîrê xwe ye, lê li vê cîhana gewre, ku xelq çûye hîvê, beşeke zede ji Kurdan hê jî çongirme lê dixe, em ê ne bikaribin zimanê xwe, ne xaka xwe, ne jî ruhê xwe rizgar bikin. Wekî tesbîteke rast e, ev “hişê protez” e û her yek ji me berpirs e hişyariyê bide.

4- Nemaze jî nivîskar-hunermendên xwedanberhem berpirs in ji civaka xwe, divê rexneyên xwe bînin, ji bo xêra neteweya xwe. Her kes bi ya xwe ye, lê di vî barî de, ez bi tenê “ewledê cimaeta Kurd” im, wekî din, ne bi wir de, ne bi wê de. Xulase: “Non serviam!”

 

Rojên we xweş bin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev