“Dengê malpera we me kêfxweş dike”

“Dengê malpera we me kêfxweş dike”

Nameya kurdekî Nisêbînê bo berpirsyarê malpera me

 

Ev nameya li jêrê welatparêzekî kurd ji dilê Kurdistanê, ji Nisêbîna Botanê Xoşnavê Botkî 

ji berpirsyarê giştî yê Malpera RIATAZA Yûrayê Şamil Nebîyêv ra şandîye. 

Kêfa me bi çend sebeban ji vê nameyê ra hat: yek bo wê, ku qîmetekî mezin dide malpera me û xuya ye kesên ha dilsoz û welatparêz li welêt pir hene. Herweha bo wê, ku dilê wî ser karekî pir giring dişewite, hewara xwe lim e dadixe, ku em bikaribin derheqa zaneyekî kurdî binavûdeng Abdusamet Yigit da malûmatîyan peyda bikin û çap bikin, ku her kes wî zaneyê xwe nas bike, berhemên wî yên derheqa matematîkayê û felsefeyê da çap bikin, ku wî nikaribûye ji ber hejarîyê û ji ber astengên desthilatê da di wextê xwe da çap bike. 

Fermo, kurdekî bakurê welatê me xem û daxwezên xwe gîhandîye me, em jî digihînin hemû xwendevanên malpera xwe…

 

Silav û rêz û hûrmet birêz Yûrî Nebîyêv

 

Ez kesekê ku malpera we dişopênim û radiyoya wa hertimî gûhdar dikim. Ji Bakûrê Kurdistanê ji herêma Botanê a Nisêbînê me. Ez hê jî bi şeş zaroyê xwe re li Nisêbînê dijîm. Dengê we me kêfxweş dike.

 

Di derbarê rewşenbîr û filosofên vê herêmê de min zêde lêkolîn û nivîs ne dîtine. Min xwest ku bi wê minasebetê hem ji wer binivîsênim û hem jî di derbarê filosofekî kurd ê bi navê Abdusamet Yigit de ku nivîsên weke li ser wî mirovê bi qadr hebê minê bi dilekê bi can û xweş bixwanda. Min demek dirêj li ser malpera we lê gerîyam. Lê min ti tişt nedît.

 

Abdusamet Yigit nivîskar, rewşenbîr, filosof û matematikzanekê kurd ê vê demê bû. Min xwe ser 80 pirtûkên wî re xwandîya. Pirtûkên wî li ser felsefe, dîrok, civaknasî, dad û mijarên demên nû bûn. Wekî din hemû pirtûkên wî bi zimanê kurdî ê herêma me ya Botanê bûn. Ber vê yekê wê, hema bêja herkesek wê wî nasbike û wê di derbarê pirtûkên wî de xwedî agahî be.

 

Bi teybetî min dixwest ku di derbarê matematika Abdusamet Yigit û felsefeya wî de hin kes binivîsanda. Hêvî dikim ku winê di demên pêş me de karibin hin nivîsna binivîsênin. Pirtûkên wî, bi rastî jî hêja û giranbûha na. Kesên bi wê rengê ên bi qadr û qiymet ku ew di dema xwe de ne hatine zanîn û qedir li wan ne hat baxşkirin, piştre ku ew çendî bi gotinên bi qedir werine ser ziman jî wê zêde wateya wê nebin. Wê di her gotinên ku wê piştre werina ser ziman, wê bi kêmanî bin. Ber vê yekê min xwest ku ji kesekê weke we ê bi zane û xwedî hişmend de wê bêjim û bibîr bixim.

 

Di rastiyê de pêwîstîya me kurdan jî bi kesên bi wê rengê û nasîna wan û felsefeya wan heye. Ber ku wê bi demê re me bikine xwediyê pêşketinekê. Di wê rengê de ez wê dikarim bêjim ku ez bavê Abdusamet Yigitî nas dikim, di dema xwe de li ser felsefeyê, dîroka kurd û cebîra matematikê nivîsandibû. Li cem min xwe jî hin nivîsên wî yên di derbarê matematika wî ya cebirê de hene, ku ew hê ne hatina weşandin jî.

 

Bi taybetî li ser felsefe, dîrok û mijarên weke matematik û civaknasiyê wê valahiyek mezin dagire. Di zane min de ku ev filosofê me yê ku min navê wî hanî ser ziman hun wî bibînin, wê di van waran de têgihiştinek xurt were çêkirin.

 

Wekî din dîroka matematika kurd ku Abdusamet Yigit di pirtûka xwe ya bi navê “Dîroka matematikê”, “matematik 1” û “felsefeya matematikê” hanî ser ziman, ez di wê baweriyê de me ku wê heta roja me jî wê heya zêde ti kesekî jê nebê. Ber ku wî ji ber astengiyên xwe gihandina wan pirtûkên kurdî li bakûrê Kurdistanê ji rejimê nikaribû pêk banîya. Lê di wê baweriyê de me ku we kariba nivîsna balkêş li ser pirtûkên wî yên bi wê rengê binivîsênin ewê heybûnek geş li ser kurdî jî bibê û di wê warê de wê weke pêşketinek bi qadr a di kurdîya me ya hêja de jî be.

 

Bi şad û baxtîyarî bimênin di xweşîyê de

Xoşnavê Botkî 

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev