DOH ÎROYA RIZGARÎXWAZIYÊ

DOH ÎROYA RIZGARÎXWAZIYÊ

Husên Duzen

 

Heta navenda salên 1980yî tevgerên rizgarîxwaz, rojeva xwe bi xwe ҫêdikirin. Çi ҫewtî bikirna jî, ji ber ku li ser navê rizgarkirina welatê xwe tevdigeriyan, pișgiriyeke navnetewî yî berbiҫav werdigirtin. Ji ber ku serokatiya gelekan ji wan rêxistinan ҫepgir bûn, bi șêweyekî beloq mafên mirovan binpê dikirin. Dîsa jî dengê qurbaniyên wan nedigihîșt raya giștî yî dunyayê. Hizreke hevbeș hebû ku tevgerên rizgarîxwaz divê neyên rexnekirin, belkû alîkariya wan bê kirin.

 

Piștî hat dîtin ku ne hizra hin ji wan rêxistinan, ne jî karê ku pê radibin ji yên dewletên dîktator cûdatir e, li seranserê dunyayê gotibêjeke li ser vê babetê dest pê kir. Li Zîmbabvê mînakên binpêkirina mafên mirovan bi destê Svapo bûn sedem ku kirinên rêxistinên wisa bêtir bi șêweyekî rexnegirî bên nirxandin. Piștî azmûnên Filistîn, gelek nivîskarên Filistînî dest bi nivîsandina berhemên wêjeyî kirin ku ne tenê bi șêweyekî rexnegirî bahsa dewleta Îsraîl dikirin, lê belê kirinên Intîfada jî kirin babeta rexneyên xwe.

 

Bêguman wan rêxistinan ne bi dilê xwe dev ji wan kiryaran berdan. Pêșî xwediyê rexneyan mîna xayinên welêt dan nasandin. Piștî ku gelek dewletên dîktatorîel têk ҫûn û pê ve, derfetên wan rêxitinan jî kêmtir bûn, lema bi demê re neҫar man ku dest ji wan rêbazan berdin.

 

Bi îslama tundrev re û bi taybet jî piștî DAÎŞê mîna ku rewșeke nû derketibe xuya dike. Bi min wisa tê ku ev rewșeke demkî ye û dê tu bandorê li wê hișmendiya rexnegir î li jor bahs bû neke.

 

Tevgera kurd divê hay ji vê hebe. Li kîja parҫayî be, divê bizanibe ku di hișmendiya raya giștî ya dunyayê de guhertinek bingehîn pêk hatiye. Rêxistinên ku rêzê ji mafên mirovan î bingehîn re negre, șensê wê û serkeftinê tune ye.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Husên DuZen

Wek bijişk di beşa norolojî de kar dike. Di ber re jî wergerên wêjeyî dike. Berî fakulteya bizîşkîyê bixwîne, fakulteya aborî jî qedandibû.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *