
Pirtûkeke delal ji Weşanxaneya APECê
Federasyona Komelên Kurdistanê li Swed (FKKS) û Weşanxaneya APECê li vî welatê Skandînavîyayê du dezgehên kurdî yên çandî, edebî, civakî ne, ku bi kar û barê xwe yên bi dehan salan him xizmetî gelê xwe kirine, him jî di nava tevaya gelên Swedê da xwedî qedir û qîmetê bilind in.
Karmendê FKKS yê bi dehan salan Faris Medeni Marsil, ku yek ji stûnên zexm yê vê dezgeha kurdî ye, pirtûkeke delal ser dîroka wê nivîsîye û Weşanxaneya navdar APECê ew bi wêneyên rengî, bi naverokeke têr û tijî nivîsîye û çap kirîye. Xudanê vê berhemê bi vî awahî wê raberî xwendevanên xwe dike:
Jîyan kin e, kitêb pir in, wext tune meriv hemûyan bixwîne; tenê rûpelên wan biqulipîne û çav lê bigerîne. Ev kitêb jî yek ji wan e, wê bi dilê we be.
Kitêb du beş e, hemû 680 rûpel in, formata wê A4 e; li dora 1100 risim tê de hene, teqrîben ji % 80 risman bi reng in.
Yên dixwazin dikarin li Stockholmê li weşanxaneya Apecê bi dest bixin.
Apec
Mölnarstigen 1
163 08 Spånga
Tel: 0708-323958
Riataza