Bûyerên balkêş ji berhema hiqûqzanê mezin Têmûrê Lêşo – 5

Bûyerên balkêş ji berhema hiqûqzanê mezin Têmûrê Lêşo – 5

Em her roja şemîyê beşek ji kitêba hiqûqzanê Ermenîstanê yê herî binavûdeng, welatparêzê mezin, heyranê erf û edetên miletê xwe û welatê xwe Têmûrê Lêşo Biroyan raberî we dikin. Îro beşa pêncan bixwînin.

Pirtûka wî ya bi sernivîsa BERBANG bi du zimanan – bi rûsî û ermenî – çap bûye, berpirsyarê malpera me jî wê berhema delal werdigerîne kurdî û raberî we dike, piştî demeke kurt jî ewê wek pirtûkeke cuda, bi zimanê dayka nivîskar – kurdî, ronahî bibîne û bibe milkê xwendevanên miletê wî û welatê wî.

Di wan da hûnê herine Entaba Serhedê û gundên dor berê wê, ku pêşîyên nivîskar ji wir in, hûnê nimûneyên hovîtîyên tirkan bixwînin, ku ji qira êzdîyan ya li welêt têr nebûn, hatin gihîştine Ermenîstaanê, ketine gundê nivîskar – Elegezê û qira milet anîn, hûnê bûyerên balkêş ji jîyana nivîskar û hiqûqzanê binavûdeng bixwînin, hûnê mêze bikin ew merivê mezin çiqasî bi malbeta xwe, bi binemala xwe, bi zar û nevîyên xwe, bi komara xwe û miletê xwe va girêdayî bûye.

Ji bo hûn rind derc bikin ka ew hiqûqzanekî çiqasî navdar bû, dikarin van xetên ji kitêbê bixwînin: -Heft sal ser teqewûtbûna (çûyîna ser pênsîyayê) min ra derbaz bûbûn, min êdî ji Rewanê bar kiribû û bi malbetî li Moskvayê bûm, dozgerê Ermenîstanê yê sereke ji min ra têlêfon kir û hîvî kir ez careke din vegerim ser karê xwe yê derecebilind li dozgerîya komarê… û ez careke din vegerîyam Rewanê.

 

Têmûrê Lêşo Biroyan

Êla Sîpikîyan

(malûmatîyên kurt)

 

Di nava kurdên êzdî da qebîl û berekên Êla Sîpikîyan bi jimara xwe va yek ji yên here mezin e. Li Ermenîstanê Sîpikî li Yêrêvanê, li gundên Elegezê, Sîpanê, Korbilaxê, Hekko, Tilik, Gelto û deverên din yên navçeyên Aragasê û Talînê dijîn. Gorî malûmatîyên dîrokî, ev qebîl dikevine nava Êla Sîpikanîyê: Mixaîlî, Sitûrkî, Ûtî, Kilêrî, Îsedizî û Çîlî.

Di paşdemê da ji qebîlan ber (an jî berek) çê bûn. Mesele, kurdên ku li gundê Elegezê diman û ji qebîla Mixaîlî bûn, xwe bi navê kal û bavan bi nav kirin, wek: Qerêya, Bişêya, Xişoya, Pakêya, Eloya û yên din.

Ez bêy şirovekirin destnîşan bikim, ku niha li Tirkîyê li ser axa Serhedê bi jimareke mezin nûnerên Êla Sîpikîyan dimînin, ku berî gelek salan an bi destî zorê, an rezadil musulmanî qebûl kirin. Lema jî di navbera Sîpikanîyên ser dînê ji hev cuda di zû da pêwendî û danûsitendin tunene.

Ez bi kubarî dixwezim destnîşan bikim, ku Êla Sîpikanîyê xwe li pêşketinê, jîyana helal û paqij girtîye, weke ku dayîna Xwedê be. Gelek nûnerên hêja yên ji Êla Sîpikî di ser qulixên dewletê da nin, di derecên çandî û zanyarîyê da kar dikin. Di edebîyetê da navê nivîskarên wisa binavûdeng ji Êla Sîpikî eyan in, wek: Hecîyê Cindî, Emînê Evdal, Casimê Celîl, Cerdoyê Gênco, wezîrê Eşo, Fêrîkê Ûsiv û yên din.

Nav û dengê gelek nûnerên ji Êla Sîpikîyan li welêt û heta li cihanê jî belav bûbû, ku karên dewletê yên ser asta bilind dikirin, wek Fêrîk Polatbêkov, sê bira – Şawo, Têmûr û Ezîzê Lêşoyê Biroyan, Mîroyê Esed Mistoyan, Tîtalê Huseyn Cindoyan, Tîtalê Efo Dewrêşyan, herwiha lawê serekeşîrê Sîpikîyan li Tirkîyê Elî axa – Rizgê Ato, ku li Ermenîstanê wek karmendekî civakî navdar e.

Bi destanînên xwe yên di hêla lêkolînên zanyarî da zaneyê karê kurdzanîyê, doktor-profêsor Şekroyê Xudo Mihoyan, birayê wî yê biçûk, doktor-profêsor Gêorgîyê (Jorayê) Xudo Mihoyan, herwiha profêsorê hiqûqzanîyê Samvêl Koçoyan, du bira Ordîxan û Celîlê Celîl û yên mayîn eyan in.

Ev kesên ji Êla Sîpikîyan, ku me li jorê navên wan dane rêzê, ewledên gelê xweyî hêja ne, şexsên xwedî qedir û hurmet in û miletê me bi wan kubar dibe.

Niha jî gelek nûnerên Êla Sîpikîyan bi karê lêkolînên di derecên cuda da mijûl in, piranîya wan bûne namzatên zanyarîyê û doktor û bi awayekî serketî karê xwe dimeşînin.

Heta berî du dehsalîyan hema bêje hemû kurdên êzdî, di nav wan da yên ji Êla Sîpikîyan, ku li navçeyên cuda-cuda yên Ermenîstanê dijîn, bi karê perwerdehîyê û zanyarîyê va mijûl bûn, mecala wan hebû şertên çandî saz bikin bona jîyaneke xweş. Lê gerekê bi dilxemî destnîşan bikim, ku niha, di rûyê sîyaseta şaş ya desthilata niha da, binecîyên welêt di hêla jîyana civakî-aborî da çetinayan dikişînin û beşeke binecîyan, di nava wan da weke nîvê kurdên êzdî jî, ji welêt derketin, li Rûsîyayê û welatên Avropayê bûn penaber. Qedera wan ne bêlî ye ka paşerojê da halê wan wê bibe çi.

 

Dê û bavê min 

Lêşo (1854-1958) и Zelîxe (1882-1973) 

Ji bext ra, bi reza Xwedê, dê û bavê min Lêşo û Zelîxe sax man. Pey wê yekê ra, ku tirkan di malbeta me da qetil kir, cara pêşin şabûn kete dilê me. Di dawîya nîsana sala 1920î birayê min – nuxurîyê diya min hate dinê, ku navê Şawo lê kirin. Dibêjin, ku hemû gundî, weke ku xema xwe jibîr kiribûn û behsa derheqa bûyîna birê minî mezin da bi şabûn qebûl kirin. Gelek merivên me, wek Evdo, Semendê Eso, Celîl û yên din ji şabûna gulle berî hewayê didan. Di rastîyê da, du salan pey hovîtîyên tirkan ra jîyana gundîyan destpê kir bere-bere kete nava qamê xwe.

Bavê min Lêşo di xortanîyê da bêsemt ketibû û gûzeka destê xwe şikênandibû. Çimkî li herêmê bizîşk tunebû, ew cem koçek tedawî dibû û wê jî nikaribû care li destê wî bike. Lema jî dê û bavê min mecbûr bûn xulaman xwedî bikin, lê bona karên çandinîyê û berevkirina ekin pale kirê dikirin. Pale ber xebata xwe va ekin û hasilet distendin û tiştê mayî jî ancax têra xurekên mala me dikir.

Berevkirina ekin heta payîza dereng dikişand, pey ra ekin dikirin embaran, genim û cem dibirine êş, dihêran, dikirin ar. Ev hemû kar bi wî hesabî dihate kirinê, ku ar heta ekinê sala tê têrê bike. Diya min payîzê çend cûre hasileta din jî dida ser hev, wek rûnê helandî, penîr, toraq, xurekên din û hemû jî gorî jimara neferên malê dihate zexîrekirin.

Her payîz bavê min û cînarên me rûnê helandî, penîr, toraq li erebeyên ga siyar dikirin, dibirin Yêrêvanê bifiroşin, lê beşek ji xurek jî ber birinc, kişmîş, qeysî, doşabê û tiştên din ra diguhêrîn. Dê û bavê min gava zexîre didane ser hev bo zivistanê, ne tenê bo neferan difikirîn, lê wisa jî bona mêvanan, çimkî ”Mêvan mêvanê Xwedê ye”,- diya min pir caran digot.

Bûyîna birayê minî mezin Şawo bû destpêka bûyerên nû, yên şa û eşq. Sala 1922an xûşka min a mezin – Sîsa bedew bi gundîyekî me Evdoyê Eso ra mêr kir. Sala 1925an xûşka min ya ortê Meyane jî bi gundîyekî me Xudoyê Miho ra mêr kir. Dê û bavê min herdem bi wî karî va mijûl bûn, ku bona bûk û zavên teze şertên jîyanê yên xweş saz bikin, çimkî dê û bavê zavayan bi destî tirkan hatibûne kuştin û milkê wan hatibû talankirin. Dixwezim bi taybetî destnîşan bikim, ku di karê çareserkirina pirsgirêkên me yên malhebûnî û debê da xalên min – Nado, Mehmûd û Xalit pir alîkarî dikirin, yên ku li gundê Sengerê diman. Pêwendîyên me yên xaltîyê-xarzîtîyê heta niha jî bi zureta wan ra berdewam in.

Ez wek borcê xwe dihesibînim, ku behsa bûyerên di jîyan û qedera dê û bavê xwe û zaran da qewimîne, raberî we bikim, çimkî bavê min – Lêşo û diya min – Meyane, bona aminaya xwe ya di hindava mala xwe da, bona xebathizîyê û dilovanîyê di gund da xweyê nav û hurmeta mezin bûn. Wana bona neferên mala xwe şertên jîyanê yên xweş saz kirin, û ya sereke jî, ew paqij û helal perwerde kirin. Diya min ne tenê karê malê dikir, lê gelek caran karê teşkîlkirina xebata malhebûnê jî dikir. Ew pir bi aqil û zîrek bû, wek dibêjin, yeke Xwedêdayî bû. Dê û bavê min hertim digotin, ku bi reza Xwedê em ne dewlemend bûn, lê hebûna me orte bû, têr dikir ku em bi helalî bijî. Bi kêfxweşî dibêjim, ku wana bi hev ra jîyaneke dirêj derbaz kirin û ji saxlemîya xwe gazin ne dikirin. Bavê min 104 sal emir kir, diya min – nod û yek sal.

Wek ku me li jorê got, bavê min berî ku bi diya min ra bizewice, ji jina pêşin kurekî wî bi navê Seyad û keçeke wê bi navê Pembo hebû. Diya mine dilovan û amin wek zarên xwe li wan mêze dikir, di hindava wan da xemxur bû, kur di wextê xwe da zewicand û qîz da mêr, bi mirazê wan şa bû.

Sal buhurîn, heta dê û bavê min şertên jîyan û deba xwe dane xweşkirinê. Wana firne û tendûr çê kirin, aspêjxane ser demekê bû odeya razanê jî, sivdereke êpêceyî mezin hebû, odeyeke başqe kiribûn kîlera xurek. Bi kurtî, gelek pirsgirêkên bo jîyana xweş çareser kirin.

 

Rastîya hêza bawerîpêanînê 

Ezê çend gotina derheqa wê yekê da bêjim, ku bawerîpêanîn (tiştê ku xwe didî bawerkirin) çi tesîr dikare ser jîyana merivan bike. Bi bawerîya min, bawerîpêanîn xwedî hêzeke batinî ye. Ew wek bûyereke xwezayî, dikare bi erênî tesîr li ser merivekî bike û bi neyînî teîr li ser merivekî din bike, rewşa wî ya fîzîkî û derûnî tevlihev bike.

Ji jîyana min bûyerek kete bîra min, gava ez kurekî 9-10 salî bûm. Dema ez diçûme dibistanê, min gelek caran destê xwe yê rastê vedişart, çimkî gelek balûk ser şîn dibûn, ku hinek caran dixurîyan û reng û rûyê wan jî elîwat bû, qet ne xweş bû. Carekê pîrika min alîyê dê da – Gozê hate mêvanîya me. Gava ew çav li balûkên ser destê min ket, gelek ber xwe ket û got: ”Kurê min, qet aciz nebe, ezê wan balûkên kirêt ji ser destê te jê bibim. Tu gerekê tenê ez çi bêjim, wê bikî”. Pêşî me balûk jimartin, heta yên herî biçûk jî. Me çend caran hesab kir, pêncî û sê heb derketin. Pîrika min pêşnîyar kir ji qûça genim ewqas hebên genim yên saxlem bijmêre û başqe bike. Ewê careke din reqema hebên gênim jimart, paşê gote min here wana bavêje ser piş kulînê. Min hema wisa jî kir. Piştî ku min hebê nên avîte ser piş kulînê, ewê gote min niha here wana ji erdê yeko-yeko berev bike. Hilbet min bi çetinayîke mezin li ser erdê xiloxaro yê dor tendûrê hebê gênim dîtin û berev kirin. Paşê min û pîrikê careke din bi hev ra jimart, ew pêncî û sê heb bûn. Paşê wê bi serê kêra ne zêde tûj erdê dora niçê tendûrê çaleke bi kûraya weke sî santîmêtr kola, ew hebê gênim kire wira, paşê xwelî berî ser da. Pey van hemû karan ra ewê soz da min, ku pey çend heftêyan ra eww hebên gênim wê ji hev herin, di nava xwelîyê da pûç bibin, winda bibin û balûkên min jî wê winda bin. Min bêy ku şika min hebe, ji gotinên pîrê bawer kir, ku wê ecêbek biqewime. Çend heftê derbaz bûn, balûkên min hêdî-hêdî kêm dibûn, û di nava çend rojan da winda bûn. Ez ser wê bawerîyê me, ku ev hemû ji wê yekê ye, ku bawerî kete dilê min, hêza wê bawerîyê tesîr li ser min kir, bêy tu dermanekî an jî nebatên qenckirinê.

Hevalê min, şîrûrgê binavûdeng Gûrgên Yolyan, bûyereke bi bawerîpêanînê ra girêdayî ji mn ra got, ku bi wî ra qewimîye. Hemşerîyekî wî berê xwe daye wî, bona ew li merivekî qenc mêze bike, ku penceşêra wî ya madeyê heye û nexweşî gihîştîye asta dawî. Dema bizîşk madeya wî vekir û dît ku nexweşî li bedena wî belav bûye, fikirî ku hewce nake emelîyet bikin. Bizîşk ji merivên wî ra got, ku ew nexweşê xwe bibin mal, çimkî ewê çend rojan tenê bijî. Lê ji nexweş ra got, ku kula penceşêrê hatîye derxistin û ew niha sipî-silamet e.

Du sal derbaz bûn. Carekê merivekî genc tam saxlem hate cem bizîşk. Dema bizîşk jê pirs kir ”tu ji çi digazinî?”, ew merivê genc ji nişkêva bizîşk hemêz kir û bi van gotinana va sipasîya xwe jê ra dîyar kir: ”Bizîşkê min, te madeya min emelîyet kir û ez ji mirinê xilaz kirim”. Derkete holê, ku ew eynî ew xortê genc e, ku ji nexweşîya penceşêrê ya dereceya dawî dizêrîya û ew bi saya bawerîpêaanînê qenc bû.

 

Lêhî-lêmişt 

Bihara dereng û di mehên havînê da piranîya gundîyan, ku xwedî pez û dewaran bûn, diçûne zozanan, ku berpala çiyayê Elegezê bûn, çêreya wira têr û tije bû. Ji mala me xênji min û bavê min, hemû diçûn. Bavo hazirîya gîhadirûnê dikir. Lê ez bi kêfxweşî bi bavê xwe ra dimam û min xwe azad hîs dikir. Tê bîra min, ku di rojeke bihara sala 1929an da lêhî-lêmişt rabû, pey ra jî birûskê lêda, teyrok barî. Gava pey nîv sietî ra şilîyê vekir û em derketine derva, em metel û zendegirtî man… Ji bakur, ji alîyê gundên pamba Kurda û Çobenmezê ava lêhîyê bi awayekî gurr berbi gundê me dikişîya. Bona ew av nekeve mala me, bavo derî zexm girt û gote min here ji derva sergînan bîne û ew sergîn danîne ber derî. Paşê em berbi başûr revîn, me xwe da ber girekî. Niha nayê bîra min, ku min çawa xwe gîhande wira û çiqas wext di nava dorgirtina avê da mam, heta xûşka min Sîsê hat û ez ji pêlên avê xilaz kirim. Me berê xwe da wî berê gund, ku av xwe negîhandibû wir. Av ketibû hema bêje malên hemû gundîyan, tenê çilkeke av jî neketibû mala me. Me ber çavên xwe dît, ku wê lêhîyê çawa meytên merivan, cendekê pez û dewaran, kelefeyên malên hedimandî dabûne ber xwe dibirin. Rojtira dinê neferên mala me ji zozanan dagerîyane gund û ez bi xwe ra birim çiyê, nava zozanvanan. Wana şikirîya xwe bi Xwedê dianîn, ku wî ez ji lêhî-lêmişta bêîman parastime.

 

(dûmayîk heyeî)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *