Dayîk û zarokên Êzidîyan “Dayîk Nemam”a xwe wenda kirin

Dayîk û zarokên Êzidîyan “Dayîk Nemam”a xwe wenda kirin

PAK-EWROPA: Xemgîniyek mezin û hezar car heyf!

Keç û zarokên Êzidîya “Dayik Nemam”a xwe wenda kirin. Nemam Ghafourî zû ji nav me bar kir û çû ser dilovaniya xwe. Mirov bê mubalexe, bi rehetî dikare bêje, Nemam xanim, di alîkariya ji bo qurbaniyên  DAİŞ’ê de canê xwe feda kir.

Nemam Ghafourî ev salên dawî, xwebexş hemû wextê xwe da alîkariya qurbaniyên DAİŞ’ê. Ew, bê sekin û hedan alîkariya keç, zarok û dayîkên Êzidîyên belangaz û neçar dikir, li wan xwedî derdiket, dibû dermanê derdê wan.

Dr. Nemam Ghafûrî li Swêd dima, lê piştî şerê DAÎŞê bêtirî mesaîya xwe li Başûr û Rojavayê Kurdistanê derbas dikir. Dr Nemam di 20 saliya xwe de ji başûrê Kurdistanê bi malbata xwe ve koçberî Swedê bûye, li wir doktorî xwendiye. Dr Nemam  52 Salî bû. Bi nexweşîna coronayê çû ser dilovanîya xwe.

Em piştgirên PAK- Ewropa ji koça zû ya Dr. Nemamê gelek xemgîn in. Dr Nemam wê ji bo keç û dayikên Êzidîyan, wek sembolek, di bîra wan de her zindî bimîne.

Rihê Dr. Nemamê şad be! Em spasdarê keda wê ya bê hempa ne.”

PAK-EWROPA

Piştgirên Partîya Azadîya Kurdistanê li Ewropa

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *