Kûçikên Cemo

Kûçikên Cemo

Abdurrahman Benek 

Li gundê ku navê xwe Avaşor bû, ku ewte ewta kûçikekî li ku dihat, yekser digotin, “aha, Cemo dîsa kûçika bera hev dide.” Ku çawa dengê ezanê dihat, mele; ku qala kerî dibû, şivan dihat bîra her gundîyekî, kûçika jî Cemo dihanî hişê canik û camêra.

Ev şuhreta tinê li ser Cemo nemabû. Wî, pirranî dema xwe bi kûçikan re derbas dikir. Ji fêl û fêlbazîya kûçikan baş fehm dikir.

Cemo, ji neh xwişk û bira yê berî herî biçûk bû. Rûyekî wî yê sorik, mîna ku wê deqê sîle xwaribe hebû. Kortikên çavên wî hinekî kûr bûn, lê her du çav her di wan kortikan de diçirûsîn. Pozekî wî yê piçekî dirêj, li ser rûyê wî wek emanet disekinî. Xortekî çist bû di zarokatîya me de.

Cemo li civata ji suhbetê extiyara hez nedikir. Belkî gotin nediketinê serê wî, belkî jî tebîeta wî û ya civakê bi hev nediket. “Cemo, Cemo serîhişkeke lo…”, digotin, yên ew nas dikirin.

Her ji min re meraq bû. Gelo ku Cemo bikaribûya mirov berahevdana, wê dev ji cewrik û kûçika berda?

Berê gotine; mêr bikuje lê heqê wî teslîmêke. Cemo wêrek bû. Tirs li cem tunebû. Karibû nîvê şevê, şeva taptarî, ji gund derketa biçûya çolê, baxçeya, newala, reza… ku em li nav gund, ji oda gund derdiketin ku biçin mala xwe ya sed metre wêda, tirsê em digirtin. An hevalekî kêlek dida kêleka me em diçûne mala xwe ku, dîsa tirs di dilê me de; an me bi dengekî bilind, heta em têkevine hundurî malê me distra.

Carê ez û pismamê xwe ji oda gund derketin. Me dike hevdu berda mal. Wî ez birime ber derîyê mala min. Îjar lazim bû ew here mala xwe, lê ditirsîya. Mecbûr ez bi pismêm re çûm heta ber mala wî, lê îjar ez tenê dimam ku vegerime mala xwe. Kî zane me çend cara hevdu bire mala hev û hanî. Bi rastî me ew pirsgirêka çawa çareser kir nayê bîra min.

Helbet di tirs û xofa me de rola çîrokên kal û pîrên me zêde bû. Cinawir û neterkîn û dêw û mehlûqatên ku di nav çîrokan de derbas dibûn, me digot di tarîya şevê de, li her quncikekî de wê derkevine pêşberî me.

Serê Cemo bi xwendinê re jî ne xweş bû. Ji ders mersa fehm nedikir. Aqlê wî, ji dek û dolabên ku qet nedihatine hişê me re xweş bû. Mezina ji bo wî digotin, “pirrî mirikî ye.” Ku gotin lox dibû û dihat li Cemo disekinî digotin, “Cemo, ew lawikekî mirikî ye.”

Cemo bi kûçika re pirr hul dibû. Gelo mijûlîyeta wî ya zêde bi kûçika re ji hezkirinê dihat? Çimkî mirov ji tiştên ku hez dike re wextê vediqetìne. Wî jî dema xwe pirranî bi kûçikan re derbas dikir. Li gor vê mantiqê Cemo ji kûçika hez dikir.

Ya ku aqlê min naxwe, ku Cemo ji kûçika ewqas hez dikir, çima bera hev didan? Ev mesela li cem min hîn zelal nebûye.

Baxçê mala Cemo hebûn. Qasî pênc kilometreya dûrî gund bû. Baxçe di newaleke dûr û drêj de bû. Di wê newalê de avek diherikî, jêra digotin “çem”. Digotin; “ez çûme çêm, ez li çêm bûm, ez li çêm têm…”

Ew çema hûrik hûrik diherikî, bi sebreke mezin diherikî, heta tevlî Ferêt dibû.

Dîsa pirrek hebû, li ser çêm re ava kiribûn, bona wesayît herin û werin. Li bin wê pirrê, me zaroka xwe şilfûtazî dikir û em diketine avê. Kûrahîya avê pir cîya ser bejna me diket, qam tunebû. Me ajnê dikir.

Îro ew newala ku avek têda diherikî û bi dar û ber bû, tije av bûye. Bi ava bendavê ew derdora hemû di bin avê de man. Ava Çemê Feratê.

Hìn ku newal tije av nebûbû, rojekê Cemo diçe çêm. Karê xwe ku hebû tunebû nizanim, dixwaze here gundê jor çêm re ku navê gund Astêrk bû.

Bi hevrazê dikeve. Ber bi gund ve dimeşe. Ku bi gund ve tê xanê, kûçikên gund wî ferq dikin. Kûçikên wî gundî jî wek gura bûn. Kûçikên har bûn. Ku texsîyek, te dî berê reno hebûn, renault tê nivîsandin reno tê xwendin, wek navê Cemo ku Cemal e… ku texsîyeka reno ji wî gundî re derbas dibû kúçik dihatinê. Aman nedidane texsîyan. Pirranî ew metalên ziravik yên bi kêleka texsîyan ve jêdikirin. Ewqas kûçikên har bûn.

Cemo ber bi gund ve hildikişe. Du kûçik dikin ewte ewt û ber bi wî ve direvin. Cemo hema xwe li erdê drêj dike. Kûçik têne ser. Cemoyê li erdê drêjbûyî bîhn dikin. Ku Cemo xwe bilivîne wê wî parçe parçe bikin. Ku têra xwe bîhn kirin, kûçikek çend gava dûrî wî dikeve. Kûçikê din lingê xwe yê paşîyê radike, ji ser Cemo de dimîze û dûrê dikeve.

Cemo fênek bû. Cemo wêrek bû. Ji suhbet û nesîheta hez nedikir. Cemo ji kûçika hez dikir. Dîsa jî kûçik bera hev didan. Carna dixwest mirovan jî bera hev bide, lê ev qasî kûçik berahevdanê ne hêsan bû.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev