SÎYA KERÊ

SÎYA KERÊ

Haluk Öztürk

 

Ev serpêhatiyeke kevn e, ji 380 sal Berî Zayînê (B.Z) heta niha tê vegotin.

Cihê vê serpêhatiyê bajarê Atîna ye. Rojekê li wir civîneke şaredariyê çêdibe. Beşdarên civînê li ser çareserkirina pirsgirêkeke girîng ya bajarê Atînayê dîtinên xwe pêşkêş dikin. Hin kes bi dorê diçin ser textê axaftinê û raya xwe ya ji bo çareserkirinê dibêjin.

 

Xortek bi navê Demosthenes jî derdikeve ser dikê (textê axaftinê) û dest bi axaftinê dike. Lê hîç kesek guhdariya wî nake. Herkes di navbera xwe de diaxifin, dikin qîrîn û qelebalix, nahêlin ku ew gotina xwe bêje.

Li ser vê yekê Demosthenes ji wan re dibêje:

 

”Ez ê niha ji we re tenê serpêhatiyeke gelekî kurt bêjim û paşê ji vir peyabim.” Hingê civak bêdeng dibe. Û Demosthenes dest pê dike û dibêje:

 

”Rojeke havînê bûye, xortek kerekî kirê dike ku lê siwarbe û ji Atînayê here Megarayê.

Xort li kerê siwar dibe û xwediyê kerê bi rex wî dikeve û diçin. Dema dibe nîvro germaya tavê pir zêde dibe, êdî nikarin ji ber germa nîvro li riya xwe dom bikin. Ew li cihekî dadiwestin. Xort ha-hanka dixweze di bin sîya kerê de rûnê û xwe ji tavê biparêze. Lê xwedîyê kerê wî dahfdide û dibêje: ker ya min e û mafê min e ku ez li bin siya wê rûnêm. Xort dibêje; min ker kirê kiriye ew di xizmeta min de ye, loma mafê min e ez di bin siya wê de rûnêm. Hingê xwediyê kerê aciz dibe û dibêje: Te ker kirê kiriye, lê te sîya kerê jî kirê nekiriye! Sîya wê ya min e. Xort dibêje; na, aniha him ker û him jî hemû mafên bi kerê ve girêdayî yên min in, ji ber ku min ew kirê kirîye.”

 

Piştî van gotinan Demosthenes ji ser dikê peya dibe, pişta xwe dide civakê û diçe. Atînayî li dû Demosthenes dikin qêrîn û dibêjin ”Ê hela neçe lolo, te xilas nekir, dawiya çîrokê negot! Çi bû paşê?” Hingê Demosthenes li wan vedigere û dibêje;

 

”Min xwest ez ji we re li ser tiştên girîng raya xwe bêjim, lê we guhdarî nekir! Û niha hûn siya kerê meraq dikin. Ez ne fikra xwe ji we re dibêjim û ne jî ka gelo siya kerê çawa bû dibêjim”…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev