KARSAZÎYA JINA PÊŞKETINA NETEWÎ YE

KARSAZÎYA JINA PÊŞKETINA NETEWÎ YE

Kurdish Diaspora 

Belê, karsazîya jina pêşketina netewî ye, pêşketina netewî jî bandorîya cîhanî ye.

Dibe ku jin kêmtir bibin karsaz û bi derfetên herî lawaz dest bi karsaziyê dikin. Ev rewş li civaka Kurdîstanê de gelekî nizme û pirsgirêkek girîng e.

 

Em bifikirin ku nîve nifûsa welatê me jin be û %50 jin nexebitin, ewê nîvê aborîya me herdem wenda be û ev jî aborîya welatê me lawaz dike.

 

Bi gor lêkolînên Yekîtîya Netewan, di qonaxên karsazîya aborîya cihanê de % 40 mêr û % 5 jî jin ciyê xwe digrin.

 

Em jibîr nekin ku jinên Kurd dijê dijmin herdem çek hilgirtin û welatê me parastin, bi dilsozîyên bilind xwe cangorî kirin. Ev îzbatek e ku dikarin di karsazî ye de jî sertkeftî bin.

 

Ku derfet bikeve destên jinên xwedî edeb û netewperwer, ewê di şaxên: aborî, zanyarî û teknolocî de Kurdîstanê bighîjînin asteke herî bilind. Ya girîng ewe ku jin were perwerde kirin. Ku jin perwerde be, ewê netewa me were perwerde kirin. Ku jin di nav karsazî de ciyê xwe bigre, ewê li Kurdîstanê kesekî birçî û belengaz nemîne û netewa me li cîhanê bi bandor be.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *