Dibe ku ne tenê medenîyet, herweha demokrasî jî ji kurdan dest pê kiribe

Dibe ku ne tenê medenîyet, herweha demokrasî jî ji kurdan dest pê kiribe

Ali Gurdilî

Ahmet Arslanê Profesorê felsefeyê, di semînerekê xwe (Modernîte û Dewra Pêşmodernîteyê) da wiha dibêje: ”Kesên ku Xwedê (Yehova, Yehowa, Jehovah) îcad kirine, îbranî ne. Kesên ku xwezayê (aqil) îcad kirine, yewnanî ne. Û kesên ku mirov (giyan, ruh) îcad kirine jî, xiristiyan in.”

Nexwe heke rewş ev be, gelo meriv dikare bibêje kesên ku medenîyetê ava kirine jî, kurd in? Medenîyeta Mesopotamyayê, çanda sumerîyan, di çandinîyê de rola çemên Dîcle û Feratê, ayan e û li gor nêrîna min, em kurd jî yek ji wan miletên avakarê medenîyeta cîhanê ne.

Alîyê vê meseleyê ê tarîxî û arkeolojîk, lazim e ji alîyê tarîxzanên me ve lê were lêkolan. Wekî din, îro li ber destê me jêmayekê ayan a mîna Girê Mirazan (Göbeklitepe, Xerawreşk) jî heye û xwiya ye ku ev jêma, tevahîya zanînên me ên tarîxî, serobino dike.

 

Dibe ku ne tenê medenîyet, herweha demokrasî jî ji kurdan dest pê kiribe. Ez ne tarîxzan im. Lêbelê, ez bi nêrînekê felsefeyî difikirim.

Nizanim, gelo li ser vê meseleyê dîtina we çi ye?

Foto: Kevirê Qijikê (Girê Mirazan, Xerawreşk)
Foto, ji Wikipediayê hatiye girtin.
 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev