”Ji ber ku insan bi kurdî diaxivin êdî ez nikarin tehemûl bikim.”

”Ji ber ku insan bi kurdî diaxivin êdî ez nikarin tehemûl bikim.”

Şemsettin Işıklı

 

Ev gotin aîdê mamosteyeke tirk e ku li Nisêbînê wezîfe dike. Hin ji me pir ecêbmayî mane û pir hêrs bûne. Ji ber çi?

 

Ev e sed sal e Sîstema Serweriya Tirk lê xebitiye ku civata xwe li ser dijmintiya kurd perwerde bike. Bekaya xwe li ser înkar, red û tunekirina neteweyê kurd dîtiye û bi wî awayê jî civatekê afirandiye ku dijmintiya ziman û heyîna miletê kurd bike.

 

Prensîbên vê dewletê; yek milet, yek ziman, yek welat, yek dîn, yek dewlet, yek ala, yek mezheb e. Li ser her darekê, li ser her kevirekê û li ser her çiyayekê nivîsîne: ”Xwezî bi wî kesî ku dibêje ez tirk im.”

 

Kî li dij van prensîban derkeve, ew dibe dijminê Tirkiyeyê. Em jî di perwerdeya vê sîstemê de derbas bûne. Em sîstemê jî dizanin û civata tirk jî dizanin. Em dizanin ku di heman demê de ev sed sal e ku civata tirk bi dewleta xwe ve şerekî dijwar û jenosîdal li dij kurdan dimeşîne. Hem şer û hem jî karên jenosîdal li dij kê tê meşandin?

 

Sîstem bi civata xwe ve bi zanatî û bi plan ji hebûna me re nikarin tehemûl bikin. Ev pir diyar e. Û em hemû bi vê dizanin. Di civata tirk de ez hîn jî rastî yek kesekî jî nehatime ku tehemûl ji kurdbûyîna min re, ji zimanê min re kiribe, istisnaya wê jî tune ye (hebe jî ji 4-5 kesan derbas nabe.)

 

Bi ya min problem di wan de tune ye. Problem di me de ye ku em ecêbmayî dimînin. Loma em naxwazin heqîqetê bi tevayî îdrak bikin.

 

Kurdên ku behsa demokrasî, azadî, wekhevî, heq û huqûqê û biratiyê dikin bila li ser vê bifikirin. Bila bizanibin ku kurd bi vê civakê re nikarin bijîn. Bila ewenan nebînin û bila realîteyê qebûl bikin. Ev jinik realîteyeke baş nîşanî siyaseta me dide.

 

Çare serxwebûn e. Hemû rêyên din şaş û ne li gor rasteqîniya me ne.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev