40 sal li Dîasporayê çawa derbas bûn?

40 sal li Dîasporayê çawa derbas bûn?

Di nav xebatên çandî, siyasî û dîplomasiya kurdan de….

Îro emê bi birêz Haluk Öztürk ra tevayî behsa mamostatîya wî, weşangerî, çapemenî, rojnamevanî, nivîskarî, karê rêxistinî ya wî bikin, herwiha emê behsa wê yekê bikin ku çawa wî û hevalê xwe Fehmî Atmaca cîyê goristana Evdalê Zeynikê tesbît kirîye û ji wê rojê heta îro hewil dide mal-mûzêya wî çêke, ku bikaribe wî dengbêjê mezin bi nifşên nû ra bike nas.

Em dixwezin we agahdar bikin, ku dema em behsa rêxistinên PSK û Hak-Par, komeleyên KOMKARê û KOMCIWANê, weşanxaneyên ROJA NÛ û DENG, kovara ROJA NÛ û hwd dikin ev hemû di bin banekî kurdî a germ û xweş, bi serokatîya yek ji aqilmendê dewra me yê mezin Kemal Burkay pêk hatîye.

Hilbet, emê behsa kalikê wî – Evdilmecît Begê jî bikin, ku bo êzdîyan bûbû sîmvola piştovanîyê û parastinê, êzdîyan jî ewqas jê hez kir, ku kilam ser sêwirandin.

Di dawîyê da emê hevpeyvîneke vîdêoyî ya dîrokî ya Haluk Öztürk bi du mezinên me, du akademîsyanê me yên pir binavûdeng Nadirê Kerem Nadirov û Şekroyê Xudo Mihoyî ra raberî we bikin, ku sala 1991ê li Stockholmê hatîye kirin.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev