Belgekî balkêş li ser dîroka Radyoya Kurdî ya Rewanê

Belgekî balkêş li ser dîroka Radyoya Kurdî ya Rewanê

Prîskê Mihoyî,

rojnamevanê emekdar yê Komara Ûdmûrtyayê (Rûsya Federal)

Gava gilî tê li ser dîroka radyoya Ermenîstanêye kurdî û behsa vebûna wê ya salên 1930-î tê kirinê, di navbera gelek rewşenbîrên me da hucet pêşda tê. Hinek dibêjin, ku salên 30-î radyoya me tune bûye, cara yekemîn ew sala 1955-an vebûye. Lê hinekên dinê jî dibêjin, ku di destpêka salên 30-î radyoya kurdî hebûye û ew pêşîyê di heftê da 5 deqan û dû ra 10-15 deqan heyanî sala 1937-an weşyaye. Mixabin, heyanî niha tu belgekî fermî li ser vê meselê nehatîye çapkirinê. Lê me di gotareke xwe da awa nivîsîye:

 

«Dîyare, wekî di destpêka salên 1930-î usa jî bi şeweyê test heftê 5 deqan radyoya Yêrêvanê destbi xeberdanên bi zimanê kurdî dike… Em bîr nekin bêjin, ku di dema vekirina radyoyê da (hetanî sala 1937-an) Hecîyê Cindî û xanima wî Zeyneba Îvo kar kirine».

 

Dibek gelek xwendevan pirsê bidin: li ser çi bingehê me usa nivîsye? Dêmek, gava me gotar amade dikir, belgekî pirr balkêş kete ber destê me. Ew pîrozbahîya beşa kurdî ya radyoya Ermenîstanêye ji bo 70-salîya doktor-profêsor Hecîyê Cindî. Berpirsyarê radyoya kurdî Xelîlê Çaçan Mûradov ew belge sala 1978-an îmze û mor kirîye.

 

Di wî belgeyî da emekê Hecîyê Cindî ji bo pêşvebirina çand û wêjeya gelê me bilind tê nirxandinê û usan jî behsa radyoyê tê kirinê. Di pîrozbahîyê da em van hevokan dixwînin:

 

«Yêrêvan xeber dide. Guhdarên ezîz, bibhên xeberdana me bi zimanê kurdî» – ev xeber hela hê salên sîî cara ewlin bi lutfê we (yanê bi zarê Hecîyê Cindî – P.M.) û hogira weye emir – Zeyneva Îbo bi radyoya Ermenîstanê belayî çar qulbê dinayê bûn…».

 

Em îro wî belegeyê dîrokî li vira raberî we dikin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev