GELO RAST E KU “Darê tirsê ji cinetê hatiye”?

GELO RAST E KU “Darê tirsê ji cinetê hatiye”?

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner

 

Hikûmeta Tirkiyê a tirsonek, partiyeke nijadperest kiriye şerîkê xwe û ji tirsa wê partiyê êdî newêre karekî baş bike.

 

Çi caran ku Hikûmet bixwaze wan soz û peymanên ku berê dabûn bi cih bîne, ha ku te dît Dewlet Baxçeliyê bêdol tiliya xwe hejand û got AYA BAYA HAAA!.. Û Hikûmeta Erdoganî bi şûnve dikişe.

 

Îro li dora 3 hezar ciwanên Kurd bûne xwediyê bawernameya Mamostetiya Kurdî û ji zanîngehên Tirkiyê wergirtine, lê kek Dewlet Baxçeliyê Swêregî nahêle Dewlet kar bide wan. Her sal du qadro ji bo kurmancî û yek ji bo kirdikî dide û dibêje BES. Yanî ji bo her deh milyon Kurd, tenê qadroyek…

 

Îro dema hikûmet bixwaze karekî çandî li Bakûrê Kurdistanê bide destpêkirin, ha ku te dît Dewlet Baxçeliyê nîvkurd xwe hêrs kir û bû asteng.

 

Dema Hikûmet bixwaze lêborîneke giştî derxe û wan kesên bêtawan berde, ha ku te dît Dewlet Baxçeliyê bapîrermen behsa zagona xeniqandinê kir û karbidestên Hikûmetê tev ji tirsa wî tevizîn û Hikûmet wê projeya xwe rawestand.

 

Çi dema ku devê wan vedibe û dipeyivin, dibêjin: “Turkiye dewleteke mezin e.”

Erê rast e ku dewleteke mezin e, lê karê piçîçok dike.

 

Xwedayê mezin aqilekî paqij bide siyasetmedarên Tirkiyê û bereketa Meha Rojiyê jî, wê tirs û bizda xedar ji dilê Hikûmeta Erdoganî derxîne…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev