Ticareta dayika min û firotina berhema ”Qêrîna Barzan”

Ticareta dayika min û firotina berhema ”Qêrîna Barzan”

Bûbê Eser 

Dema di salên 1970ê mala me li gundê Xozberiya bi ser Dêrika Çiyayê Mazî ve bû, du salan li ser hev ji erdê me tu hatinî nehat û vê jî rehmetiyê bavê min qerzdar kir.

Dayika min ya temendirêj, nerî weha nabe, wê jî xwest bi karekî alîkariya bavê min bike. Birayê wê ê mezin, xalê min rehmetî Miho jî di wê salê de li Nisêbînê karmendê dewletê bû.

Diya min hin pere peyde dike dihere ba kekê xwe û jê re dibêje:

-Miho lawo ev du sal in tu hatinîya me çê nebû, em hinekî dehndar bûn. Min xwest ez jî dest bi karê firotina kinc, cil û bergan bikim. Vaye hin perê min anî ka em herin dikana nasê te, bila hin mal bide min, ez ê perê min anîye bidimê ên mayî jî bi xêr dema min firotin ez ê lê vegerînim û hin malên din bibim.

Werhasil dirêj nekim, dayika min dest bi karê ticaretê kir. Û dest bi firotina malê qaçax ku ji Nisêbînê dianî difrot gundiyan, kir. Piştî demekê dîna me dît dayika min tiştê ku bi 10 lîran kirî bû bi 7-8 lîran difrote xelkê. Me nerî ha nabe me jê re got:

-Dayê tu çima weha dikî, ticaret divê mirov kar û qezenc bike. Tu xwe dixesirîne û bi vî awayî here tê sermiyanê xwe biqedînî.

Wê ha li me vegerand:

-Lawo ez çi bikim, xelk feqir in, perê wan tune ne. Dilê min bi wan dişewite. De bila xêra bavê we be.

Bavê min î rehmetî ku dengê diya min bihîst, hema ji ciyê xwe hol bû, bi dengekî berz got:

-Haho Emo ez tu xêr-mêran naxwazim, te bi vê ticaretê em di bin deynan de şewitandin. Bes e, bes!

Îcar dore min e. Min jî bi weşandina romana ”Qêrîna Barzan” xwest hinan bifroşim da ku bi perên bê bikaribim soraniya ”Barzan Digirî” bidim weşandinê.

Xuya ye ku ez jî ne kêmî diya xwe me. Zêdeyê sê hezar dolarê min li çap û belavkirina ”Qêrîna Barzan” çû. Pirtûk hema qediya ye lê 750 dolar jê hat. Loma çapa ”Barzan Digirî” ya bi soranî jî ku hezar dolar e, derneket.

Niha Mamoste Baqî yê ku ”Qêrîna Barzan” belav dike, ango difroşe, ketiye tatêla xwe ku wê çawa 250 dolarên din peyde bike û bide çapxana ku peyman çêkirî ye ku wê ”Barzan Digirî” bi zaravayê soranî û bi elfabeya erebî, çap bike???

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev