ÇIMA KURDÊN MISILMAN JI NÛ VE NIKARIN BIBIN ÊZIDÎ?

ÇIMA KURDÊN MISILMAN JI NÛ VE NIKARIN BIBIN ÊZIDÎ?

Gird Elî

Pêşin divê ez bibêjim ku ez ne merivekî oldar im û tu elaqa min bi olê kesî ve jî nîn e. Girîngîya vî mijarî bi dagirkerîya Kurdistanê ve girêdayî ye, loma dixwazim vê ji xwe ra ron bikim û belkî bersiva çend pirsan jî li gel we hêjayan bidin. Ango ew kurdên ku mimkin e beşdarî li vê minaqeşê bikin.

Dagirkerî bi çend babetan qewimî ye û em bandora vê  hîn jî bi xurtî li ser xwe his dikin. Di rastîyê de dagirkerîya mezin û mutleq ne jidestçûna erd û dewleta me ye, lewra ya çandî ye.

 

Kengî em winda dibin? Dema ku ol û zimanê me ji dest çû, wê çaxê em dê winda bibin. Dîn nîvê çanda miletekî ye û nîvê din jî ziman e. Heger em li dinyayê, herêm û derdora xwe binêrin dê eşkere rola dîn bibînin. Dîn şîn û şûnwarî ye, beşekî mezin ên adet û toreyan e, hemû pîrozwerîyên miletekî tê da veşîrtî ne, cejn, cil û merasimên fermî ên miletekî ne. Û ev tiştên me hemû li vir rêz kirin ji bo me kurdan Êzidîtî bû. Heger olên Semî hezar salek e bandor li me kiriye û em kiribin bin hikmê xwe, Êzditî belkî du hezar salan weke dînê me bû û reng û şikil da civaka me.

 

Îro jî em di haweyên pîrozkirina cejn û şînên xwe de bermayîyên dînê xwe yê kevn bi gelek babetan dibînin. Ji dîrokê em dizanin ku misilmantî ne bi misyonerî hatiye Kurdistanê. Kurd ne bi riza dilê xwe bûne misilman, ango zordestî û fetih metodê dînê îslamê bû, loma jî demek dirêj kurd nebûn misilman.

 

Bi misilmantîyê jî dagirkirina çandî jî dest pê kiriye, ango mexsed jê asîmîlasyon e. Ew nîvê xurt yê çanda me ya milî (şînwarî, cejn, adet û toreyên me) qedexe bûn an jî bi tenê bi rengên misilmantîyê pêkan bûn. Em kurd bêyî van çekên xwe yên çandî fena şerkirên li qada şerî bê gurz û mertal bûn! Bê şik ev jî rê li ber asîmîlasyonê vedike. Ew grûba Êzidî ya hindik ku di nav me de mabû jî me bi xwe ew hiland (bi ferman û zordarîyê) û bera wan da windabûnê. Bêguman bêyî ku em bizanibin û haydar bin ku em beşekî ji canê xwe jê dikin û davêjin ber gurên xwe yên tirk, ereb û ecem.

Êzidî weke grûbekê di nava civaka kurd da gelekî lawaz in û ber bi tunebûnê ve diçin. Di gel ku ev ol û grûb beşeke girîng ya kurdayetîyê jî temsîl dike dîsan raxbet û teqdîrekê nagre. Bêguman tawanbarîyek mezin li hêla desthilatî û siyaseta kurd e. Û beşik jî li ba Êzidîtî û bireveçûna wê ya rûhanî ye.

Ya yekem: Kurd li cihê ku bikaribin û desthilatdar bin divê center û malên Êzditîyê ava bikin. Di ders û xwendina dîrokê da Êzditî divê beşeke girîng be. Ji ber ku fêrbûn û xurtkirina Êzditîyê zengînî û qewîkirina fikra milî ya mêjûyê kurd e.

Duyem: di demekê de zordarîyeke mezin li ser Êzditîyê hebû û belkî jî vê yekê rê ne dida ku Êzdîtiyê wekî olên din fetwak û destûrek bida ku mirov bi şûnde dagere ser vî dînî. Ez van hûrgulîyan baş nizanim, lê dîvê tu asteng ji bo ku kurd ji nû de bibin Êzidî tunebin. Û ev kar jî yê birevebirên rûhanî yên vê komê ne. Kurdên ku îro bi zorê bûbin misilman çawa bikanibin vegerin ser dînê xwe, divê ev ji bo kurdên ku hezar sal berê jî bûbin misilman mimkin be.

Ew kurdên ku behsa paraztina zimanê kurdî û geşkirina zanava kurdî dikin, divê xurtkirina ola Êzdîtiyê jî bikin û ji bo geşkirina wê derfetan amade bikin.

Bê Êzidîtiyek xurt dê kurdayetî jî lawaz û natemam be.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Gird Elî

Di sala 1964 an li Bakurê Kurdistanê, li gundekî Nisêbînê (Zorava) hatime dunyayê. Xwendina navîn û gimnaziya li Nisêbîn xwend. Li Swêdê jî pedagojî xwend û bû mamostayê piçûkan. Heta nuha du pirtûk çap kirine yek di sala 1994 an de bi navê MEHKÛM weşanên Welat, ya din jî di 2015 an de DEREWEKE PIÇÛK weşanxaneya Apec

Qeydên dişibine hev