Hejmara 62an ya ”Le Monde diplomatique kurdî” derket!

Hejmara 62an ya ”Le Monde diplomatique kurdî” derket!

Hejmara nîsanê ya “Le Monde diplomatique kurdî”, bi naverokeke dewlemend derket.

Xwendevanên rojnameyê, di hejmara nîsanê de ji edîsyona fransizî dê bikaribin gotar û analîzên wekî; ”Şerkirina li dijî cîhadîyan, gelo sûc e?”, ”Hilweşîna perwerdeya ji dûr ve”, ”Na-radîkalîzasyon, sedemên fîyaskoyekê”, ”Patent, astengîyên li pêşîya vaksînên ji bo her kesî” û hwd. bixwînin.

Lmd-kurdî, di beşa nivîsên redaksîyona kurdî de vê mehê cih daye gotarên rewşenbîr û rojnamevanên kurd Çetîn Çeko û Abit Gürses. Çetîn Çeko di gotara xwe ya bi sernavê ”Murtaza Lakhani yê Pakistanî nefta Kurdistanê difroşe dinyayê” de, hemî hûrgilîyên firotina nefta Kurdistanê ya li bazarên navneteweyî dinirxîne. Abit Gürses ji di gotara xwe ya bi sernavê ”Du kesayetîyên arîstokrat û otantîk: Rewşen Bedirxan û Çaçanê Haco” de serpêhatîyên xwe yên bi herdu kesayetîyên hêja re nivîsandîye.

Nivîseke kulturî ya fîlozofîk û balkêş ya Denis Couchaux a li ser konên kurdî bi werger û têbinîyên Mahmûd Lewendî jî di vê hejmarê de cih digire.

Hevkara me Jînda Zekioğlu hevpeyivîneke balkêş a li ser ”Lêkolîna arşîvên Fransayê û di qedera kurdan de rola Fransayê” bi akademîsyen Sabrî Ciğerli re ji bo xwendevanên LMd-kurdî kirîye.

LMd-kurdî, di vê hejmara xwe de rûpelên xwe bi wêneyên wênesaza kurd Koshi Shawki xemilandîye, hunermenda vê hejmarê ji başûrê Kurdistanê ye.

Xwendevan dikarin bi rêya malperên jêrîn yên medyaya civakî rojnameyê bişopînin:

 

Web: http://lemonde-kurdi.net/

Facebook: Le Monde diplomatique kurd

Twitter: @Diplo_Kurdi

Instagram: diplo_kurdi

E-Mail: [email protected]

 

Rojnameya LMd-kurdî di bin banê RÛPEL MULTIMEDIA GMBHyê de, bi weşana dîjîtal xizmetî xwendevanên kurd dike.

Birêveberîya LMd-kurdî

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev