Neynik û pêkenokek li ser neynikê

Neynik û pêkenokek li ser neynikê

Îkram Oguz

 

Çend sal berê, min di nivîseke xwe da gotibû, piranîya Kurdan li neynikê mêze nakin û tê da şikl û şemalê xwe nabînin.

Loma, herdem xwe bedew û çeleng dihesibînin.

Ne ji xil û xarîya dev û pozên xwe, ne ji şaşitî û koritîya çavên xwe…

Ne ji qurçimên ruyên xwe, ne jî ji keçelîya serên xwe hayîdar in.

Jiber ku pozbilind û xweperest in.

Di ser pozê xwe yê bilind ra tu kesî nabînin û nas nakin.

Lêbelê kesên ji Kurdan xirabtir jî hene, ku ew neynikê jî nas nakin.

Mirov wan nas neke jî, bi çîrok û pêkenokên ku li ser wan hatine derxistin, ji hebûna wan hayîdar dibe.

Pêkenokên li ser wan hatine gotin wekhev bin jî, navê wan li her welat û di nav her miletî da cuda cuda ne…

Wek mînak, li Tirkîyê bi piranî Laz in.

Li Almanya û Holandayê Ostfries in.

Li Fransayê jî Breton in…

Hemû pêkenok li ser navê wan tên gotin.

Mijara di pêkenoka li ser neynikê da derbas dibe, kîngê, li kû, ya jî bi çi awayî qewimîye, ez nizanim.

Lê di bingeha wê da rastîyek tune be jî, şibandineke bi rêkûpêk cîh digre.

Ji naveroka pêkenokê tê famkirin, ku dem ji demeka berê ye.

Di wê demê da têkilîya bajar û gundan kêm e.

Loma jîyana bajarî û gundîyan ji hev cuda ye.

Ji gelek tiştên ku li bajêr tên bikaranîn haya gundîyan, yên li gundan tên bikaranîn haya bajarîyan jê nîne.

Ji wan tiştan yek jî neynik e.

Neynik hê negihîştîye gundan û di malên gund da cîh nagre.

Gundî heta wê demê neynik û xwe di neynikê da nedîtine, loma rû û rûçikên xwe nas nakin.

Di demeka wusa da, rojek ji rojên havînê, çerçîyek li bajêr kelûpelên xwe yên ji bo firotanê li kera xwe bar dike û berê xwe dide gundan. Di nav kelûpêlên wî da neynikek jî cîh dîgre.

Piştî rêwîtîyeke dirêj, di rê da rastî şivanê gundekî tê. Şivan pêşwazî li çerçî dike û li kelûpelê wî dinêre, cara yekem neynikê û di neynikê da jî xwe dibîne. Bi dîtinê ra, digrî û şînê dike.

Çerçi matmayî dimîne û ji şivan dipirse, „heyran tu çima digrî, çi bû, çi qewimî?“

Şivan, „te ji min ra birayê min ê ku du sal berê çû şer û di şer da şehît ketibû, anîye. Ez negrîm û kî bigrî?“

Çerçî ji gotinên Şivan tu tiştekî fam nake.

Şivan, bi kelogirî dikeve nav bira pez û kavirek tîne, dide çerçî û jê ra dibêje; „Ji bo ku te birayê min, ji min ra anî, vî kavirî wek mizgînîya xwe qebûl bike…“

Çerçî bêdeng û bêbertek li şivan dinihêre. Ji wî wetrê şiivan henekên xwe pê dike. Lê şivan neynikê digre, bi fesal di paşila xwe da bi cîh dike û ber bi pezê xwe te re.

Jiber ku şivan bi dîtina rû rûçikên birayê xwe yê şehît ra, çerçi jî bi kara ji firotina neynikê va ji danûstandina xwe razî ye.

Ji şabûnê lingê çerçî erd nagre. Loma hê şıvan poşman nebûye, bendek davêje histûyê kavirê, serê bend jî bi palanê kerê va girê dide û bi lezûbez ji şivan dûr dikeve.

Şivan heta danê nîvroyê li neynikê mêze dike, digrî û diaxife, şa dibe û dikene. Nîvroyê pez tîne bêrîyê û bi kêf û kelecan berê xwe dide mala xwe. Tere li ser mînderê vedizele, neynikê dide ber dilê xwe û di xewê ra diçe.

Jina wî di hembêza şivan da neynikê dibîne, hêdîka neynikê digre û lê dinêre, çi bibîne.

Jinikeka reşik û şaş, çavên xwe kutayê wê û li wê mêze dike… Bi dîtina xwe ra, jina şivan li çokên xwe dixe, digrî û bi neynikê va berê xwe dide mala muxtar.

Tere neynikê ravayî muxtar dide û jê ra dibêje, „muxtar ez ketime ber bextê te, ji min ra çareyek bibîne. Mêrê min ê topalê gewende, bi min nake û ev jinika reşik û şaşik di ser min da tîne…“

Muxtar, neynikê ji destê jina şivan digre, dide ber xwe û çawa lê mêze dike, matmayî dimîne. Dûra bixwe tê û ji jina şivan ra dibêje; „keça min ya ku mêrê te di ser te da tîne, xwezila jin ba, ev mêr e û ji qewendeyê mêrê te jî xirabtir e…“

Sîyaseta Kurdên me jî dişibe, mesela neynikê…

Kurd e, nîvgundî û nîvbajarî ye.

Di xortanîya xwe da, di ber derê komelek sîyasî ra derbas bûye.

Heta dawîya emrê xwe, xwe şoreşger û ronakbîr dihesibîne.

Kêsên ku li pey şêx ya jî serokê wî neçe, ew zanyar û ronakbîrên bi nav û deng bin jî, wan nezan û paşverû dibîne…

Kurd û bajarî ye.

Sempatîzan û mîlîtan, rêvebir û serokê partîyan e.

Bi komîserê qerqola navendî ra heval û hogir e.

Bi girgirên dewletê ra nas û dost e.

Di têkilîyên xwe da şasî û çewtîyek nabine.

Lê rikberek wî di ber derê qereqola taxê ra derbas be, bi wê derbasbûnê ra qulpek girê dide û li dinyayê îlan dike…

Jiber ku li neynikê mêze nake.

Bêhemdi xwe li ber neynikê bibîne û li bejn û bala xwe mêze bike jî, di qurçimên rûyê xwe da kaltîya rikberên xwe dibîne.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev