Berhemên kurdzanên me – 239

Berhemên kurdzanên me – 239

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” beşek ji berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M.Hasratyan ya ”Kurdên Tirkîyê di dema nû û here nû da” raberî we dikin. Beş ha tê binavkirinê: ”PIRSA KURDAN PEY ŞERRÊ HEMCIHANÊ YÊ DUDA RA (1945-1970)”. Em wêya dikin çend beş û dor bi dor raberî we dikin. Kerem bikin, îro beşa heftan bixwînin.

Ev berhema profêsor M.Hasratyan ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatîye wergerandin û Înstîtûya Kurdî a li Brûksêlê sala 1994an bi amadekarîya seroka wê a berê Perwîna Ekrem Cemîl paşa hatîye çapkirin.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

PIRSA KURDAN PEY ŞERRÊ HEMCIHANÊ YÊ DUDA RA (1945-1970) -7

Lê di destpêka havîna 1963 da, şêwra SENTO ya hertimî, ku berevî li Izmirê bûbû, plana êrîşa Tirkiye û Iranê dijî Kurdên Iraqê hazir kiribû. Ew plan bi firetî êrîşa li Kurdistana Iraqê “Piling” bi nav kir. Dema tedarukdîtina “Piling” hemû hûrgiliyên şerr hatibûn hesab hildan : pêwendiya dîplomatîk bona efûkirina êrîşê, agahdariya ku bi gelê Iraqê ra di derheqa meremên teribandina serbilindiya wê da, û usa jî karên eskerî yên hûrgilî, şirove dike. “Şerrê dijî Kurdan – kovara “Joumal d’Egypte” nivîsî – ku li Qahirê ronayî dibîne, bi vî awayî ewê ji sînorên gelî derketa û bibûya pirsa navneteweyî. Endamên wê komikê dixwazin dîsa Iraqê bînin hêla xwe û ew pirsdanîn pirsa herî sereke di nava stratêjiya xwe da hesab dikir” (104, r. 28).

 

Di derheqa rêaksyona Iraq û Tirkiyê dijî Kurdan da, balyozê Iraqê li Ankarê Xalit Mûşteg bêfesal, ango bêhemdî, xwe got (yanî ji devê wî çû). Di 12 tîrmeh 1963 da, wî nûnerê xwe yê weşanê agahdar kir ku hukûmetên Iraq û Tirkiyê mecalan hazir dikin bona ku tevayî serhildana Kurdên Iraqê bihincirînin (216, 13.6.1963).

 

Xwemukurhatina vî awayî tirseke mezin kir dilê komên Tirkiyê yên serokatîkir û wezareta Tirkiyê ya karên derve agahdarî weşand û tê da “da ferih kirin” ku ew mecal bona parastina tixûban e. Lê agahdariya wezareta Tirkiyê ya karên derve wek ceribandineke bona şaşîtiya wan hevalbendên ku şerkariyê dijî tevrabûna Kurdan ra s t bike hate qebûl kirin.

 

Gavên komên Tirkiyê yên serkarîkir ên eskerî û dîplomatîk bi tirs dihatin qebûl kirin ku çawa bikin ji bo ku têkoşîna Kurdan a azadariyê li Tirkiyê belav nebe. Girêdayî vê yekê, gelek hewaskar e ew pêşnivîsara ku di rojnama Tirkiyê “Dunya” da hate çap kirin. Xudanê wê gotarê, Atay, ku bangî îran û Tirkiyê dikir ku bibin yek dinivîsî : “Li ser me tevan qeziyek heye. Ziyan û zerer dikare bigihîje me gişkan. Wek ku ji qewimandinên van dawiyan xuya dibe, qeder-bextek Iran, Iraq û Tirkiyê digihîne hev. Em mecbûr in bi hevra kar bikin” (199, 19.6.1963). Q ew dewlet bi rastî jî bi hevdu ra kar kir bona hincirandina serhildana Kurdan a millî-azadariyê.

 

Di meha tebaxê da, rojnama lubnanî “Eş-şe’b” agahdarî di derheqa karkirina komên zabitên Tirkiye, Iraq û Iranê, ku hêzên xwe dicivandin ser hev ji bo ku dijî tevgera Kurdistana Iraqê derkevin, da weşand. Wek ku rojnama Lubnanê nîşan dida, wan koman tevî barêgeha Iraqê planên xwe çê dikirin ku dijî Kurdan şerr bikin. Wan pevgirêdanên radyoyê yên ras t tevî qumandarên pareskerên ordiya Tirkiyê, ku berevî ser sînorê Iraq-Tirkiyê bûbûn, saz kiribûn. Rojname nîşan dida ku balafirên Tirkiyê ne tenê li ser navçeyên Iraqê yên bakur firînên casûsiyê dikirin, lê usa jî tevî hêzên Iraqê yên hewa bi wan bombeyên napalm wargehên Kurdan ên jiyînê, ku Tirkiyê bi riya SENTO stendibûn û dabûn hêzên Iraqê yên çekdar, bombebaran dikirin (182, 28.8.1963).

 

Isbatên mayîn jî, ku di weşana Ereban da hatibûn çap kirin, testîq dikir ku hêzên Tirkiyê yên çekdar tevî hincirandina tevrabûna li Iraqa Bakur bûbûn. Ev hemû careke din nîşan dida ku sebebeke sazkirina bloka eskerî ya SENTO ew bû ku serhildananên gelên Rohilata Nêzîk û Navîn bihincirînin.

 

Lê ne mecalên zêrandinê yên bi hovîtî, ne karên cezakirinê yên hevraqyilkirî, ku Tirkiye, îran û Iraqê dijî Kurdan bi kar dianîn, nikaribû tevrabûna Kurdan a millî ku di nîveka salên 60 da gumrehtir bû bidin sekinandin.

 

4. Xurtbûna şerkariya Kurdan di nîveka salên 60 ya duda da

 

Di nîveka salên 60 da, tevrabûna Kurdan bi hêzeke nuh va pêş da çû. Ew êdî bi cûrê nuh pêşdaçûyîna xwe berdewam dikir. Nûnerên rewşenbîrên Kurdan tevî karkirina xwe ya dizî (ji bo nimûnê, sazkirina rêxistinên xewle) dest pê kir li cûrê şerkariyê yê nuh yê lêgal yê bi dilê gelê kurd bigerin. Cûrekî şerkariyê yê nuh ew mîtîngên li navçeyên Kurdan ku li bin slogana bi xeysetê burjuwazî-dêmokrasiyê derbas dibûn bûn.

 

Di mîtîngên salên 60 da, li wilayetên rohilatê ev slogan dihatin bilind kirin : “Bineciyên Rohilatê ! Dengê xwe bilind bike bona naskirina mafên xwe yên zagonî !”. “Armanca me parastina biratiyê, wekhevtiyê û bextewariyê !”. “Em alîkar û terefdarên wan hemû gelên ku dijî faşîzmê û empêryalîzmê şer dikin in !”. “Ji me ra ne cendirme, lê mamosta pêwîst in !”. “Em dibistanan dixwazin, ne qereqolên cendirman !”. “Bineciyê Rohilatê ewê ji sedî sed bigihîje naskirina mafên xwe yên mirovî û bajarvanî !”. “Plana pêncsaliyê vir-derew e ! Bineciyê Rohilatê, hişyar be !”. “Em jiyana aza, şexsiyet û xwendina aza dixwazin !” (201, 1968, No 331, r. 11S).

 

Serecem naveroka wan sloganan di derheqa wê yekê da dibêjin ku teşkîldarên mîtîngan ne ku de’w dikir ku ji Tirkiyê veqetin, lê kefîltiya parastina mafên xwe anegorî qanûna bingehî, hilanîna ferqan di navbera roava û rohilatê di dereca aborî da, pêşdaçûyîna hemû aliyên jiyana Kurdan a aborî û mexlûqetî dixwestin.

 

Gelek axaftinker jî di nava peyvên xwe da di derheqa wê yekê da digot. Hela bi ser da, gelek ji wan berbirîbûna civakî, dema derketina tebiyên komên cihê-cihê di hindava pirsa Kurdan da, diyar dikir. Ewha, tevgelekî mîtîngê, ku di derheqa agahdariya ku fêodalê Kurdan ê mezin ê ji wilayeta Agirî, Qasim Kufreqî, ku li meclisê kiriye da peyivî : “Qasim Kufrewî ji dika meclisê îlan kir ku pirsa newekhevtiya di navbera Roava û Rohilatê da tu neye. Agahdariya Qasim Kufrewî divê hema usa bûya … Wî tucar ne xwestiye ku qanûnên nuha bên guherandin, ji ber ku ew hemû tiş tên ku ev gelê belengaz ji xwe dibire û ji şêx û axayên “xwe ra” dişîne, Qasim Kufrewî li Ankara, Stembol û Parîsê xerc dike … Loma jî, bi baweriya wî, di navbera roava û rohilata welêt da tu ferq tu neye” (201, 1968, No 310, r. 10).

 

Peyvê Qasim Kufrewî li meclisê careke din isbat kir ku pevgirêdan û danûstendin di navbera derebegên Kurdan û civakên Tirkiyê yên hukumdar da : burjuwa û milkedaran, hene. Lê pêwîst e em nîşan bidin ku fêodalên Kurdan jî tevî gelek mîtîngan dibûn (ji bo nimûnê, Yusuf Azizoglu, û xwezma Ihsan Azizoglu, xwediyê (muxtar) gelek gundên Sîlwanê, li wilayeta Diyarbekirê).

 

Li mîtîngan guhdariyeke mezin datanî ser 55 lîderên Kurdan ku sirgûnî navçeyên welêt ên roavayê kiribûn. Di nava peyvan da xuya dibû ku sirgûnkirina wan bi behana berxwederxistî hatiye pêk anîn, giva boy navê ku gundiyan zordestiya derebegên Kurdan biparêzin, usa jî bona derbaskirina rêfoxma xweliyê. Girêdayî vê yekê, gelek caran ew gotinên serokekî Kurdan, Ali Bucak, ku sirgûn bûye diwekilandin : “Gava em di derheqa rêforma xweliyê da dipeyivin, di derheqa heqiya civakî da gilî tê ortê, wê demê em çima Qasim Axa (Gulek), Cevit Axa (Orel) Fewzî Lutfî Karaosmanoglu, Hecî Omer Axa û bi sedan ên wek wan bîr naynin ? Hebûn û milkê wan sed caran ji yên me bêtir in. Lê xwedî kapîtalên li Stembolê ? Çi ye ? Ew ji me kêmtir axa ne ?” (201, 1968, No 310, r. ÎO). Gilî ew e ku ew kesên ku me navê wan da, ew milkedarên milletê tirk in, xwe Tirk dihesibînin, loma jî ew sirgûn ne kirin û hebûna wan ji dest hilnedan.

 

Bi rastî jî, sirgûnkirina 55 Kurd qet jî bi rêforma xweliyê ra girêdayî nîn bû, ne jî bona ku xem-xerêqên gundiyan bidin sivikkirin, lê bona ku tesîra siyasî ya pareke serokên Kurdan li ser gel bidin hildan. Loma jî ew sirgûnkirin bi xeysetê xwe va ne ya aborî bû, lê bêtir civakî-siyasî û milletçîtî bû.

 

Gelek axaftinker siyaseta komên Tirkiyê yên serokatîkir di hindava wan wilayetên ku piraniya bineciyên wan Kurd bûn berk rexne kir. Ewha, ji malbata Kurdên cî (malbata Xezro), xwendekarê zanîngehê, Turgay Budak, ku sedrê komela xwendevanên Rohilatê û Rohilata Başûr bû, tevî hemû mîtîngan bûye û di nava peyvên xwe da di derheqa şûndamayîntiya wilayetên rohilatê da gotiye ku siyaseta komên Tirkiyê yên serokatîkir a milletçîtiyê di hindava bineciyên wan navçeyên welêt da rexne kiriye.

 

Di nava peyvê xwe da, wî gotiye : ” Pêşdaçûyîn nîşan nade ku divê li roavayê karxanan, lê li rohilatê jî girtîgehan, çêkin. Rohilat zêrandî û razayî ye, ketiye xewa hingorê. Dibêjin ku hukûmet li Hekkariyê zindaneke bi buhayê 7.5 milyon lîra çê dike. Dibe ku ew çêkirina herî mezin û ya herî beha li Hekkariyê ye. Wê demê, gava ku li gundan dibistan, mamosta, nexweşxane, bijîjk tu nene, çawa meriv dikare 7.5 milyon lîra li ser çêkirina girtîxanan xerc bike?…” (193, 19.11.1967).

 

Pêşdaçûyîna qewimandina li rohilata welêt bêtabetiya komên Tirkiyê yên serokatîkir ên mezin pêş da dianî. Di dawiya hezîrana 1966 da, li Ankarê şêwrdariya dizî ya 21 wezaretên Tirkiyê, ku tê da pirsa Kurdan hat enene kirin, hat derbas kirin. Wek ku weşana Tirkiyê dida nîşan dan, tê da “biryarên giring” ji bo dûrxistina bineciyên kurd ji şerkariya azadariyê, hatin qebûl kirin. Ew biryar xwedîgiravî tê da dixwest ku li 16 wilayetên Tirkiyê ku piraniya bineciyên wan Kurd bûn mecalan pêk bînin bona pêşdaçûyîna çandî û aborî. Ji bo nimûnê, tê da dihat dîtin ku ew berhevkirina pereyê ku li wan deran ji bo dibistanên tirkî yên nuh û tiştên mayîn bê xerc kirin bêtir bikin. Hema wan deman dest pê kir li wan navçan “sistema bêqeziyebûnê ya gelek hişk” bidin saz kirin. Wek ku weşana Tirkiyê dida nîşan dan, ew mecal pêwîst bû bona ku pêşiya pêşdahatina pirsa Kurdan li Tirkiyê bigrin, bona ku xwe ji wan qewimandinên ên wek li Iraqê bipên (239, 2.7.1966).

 

Şerkariya Kurdan a pir-hindik serketî li Iraqê ne tenê di nava hukûmetê da, lê usa jî di nava komên rêaksyonêr da hewaseke mezin pêş da anî. Girêdayî vê yekê, miqala rojnamevan Şeref Genso, ku di hezîrana 1966 da hat çap kirin, gelek hewaskar e. Tê da dihat gotin ku bona “Tirkiyê guhastinên siyasî û pêşketinên ku divên bi peymanê di navbera hukûmeta Iraqê û Kurdan da bên dest danîn gelek hewaskar e”. Di dûmayîkê da Ş. Genso nivîsî : “Tevgera Kurdan ku îro li Iraqê bi ser dikeve, ewê hetanî ku ew serbestiya xwe bistînin û Kurd di bin alekê da bibin yek berdewam bike”. Girêdayî wê yekê, wî pêşniyar kir ku “bi guhdarî li têkoşîna Kurdên Tirkiyê ewê mêze bikin” (207, 3.7.1966).

 

Komên Tirkiyê yên serokatîkir hema bi plan jî kar dikir. Di nîveka meha oktobr 1967 da, li Ankarê, bi serokatiya serok C. Sunay, civîna Şêwra bêqeziyebûna millî hate enene kirin. “Du nûnerên bi nav û deng – Milliyet nivîsî – di nava peyvên xwe da qewimandinên li Anatolya Rohilatê wek ên casûsiyê nav kirin” (216, 17.10.1967).

 

Girêdayî vê yekê, bi gotina hukûmeta Partiya Heqiyê (PH), waliyên wilayetên rohilatê bi her awayî ne dihişt ku komîteyên teşkîlkirina mîtîngan kar bikin. Ewha, dîwana cî ne dihişt ku bineciyên wilayetên cîran tevî mîtînga Tunceliyê bibin. Bilî wê, wan gelek berk qedexe kiribû ku karmend tevî mîtîngan bibin. Bona pêşîgirtina tevrabûnên bineciyan a ji bo mafên xwe, gelek hêzên cendirme û polîs hatin xebitandin. Pêş da desteyên cendirme û polîsên ku wê demê li gelek bajaran dibûn dişandin ciyên derbaskirina mîtîngan. Xwendekar Kemal Fewzî Bingol li mîtînga Ankarê got : “ji her tevgelekî mîtîngê ra sê polîs û cendirmeyek dikeve” (193, 19.11.1967) .

 

Di meha sibatê 1967 da, hukûmeta Tirkiyê, bona tamkirina hêzên xwe yên bona hincirandina şerkariya Kurdan, qanûnname N° 6/7635, ku anîn û belavkirina her cûreyê destgehên welatên derve yên bi zimanê kurdî (belgok, lîste, sêlik, qeytanên magnêtofon, kasêt û tiştên mayîn) qedexe dikir, derxit (58, 14.2.1967) .

 

Van mecalan ne tenê nerazîbûna Kurdên cî pêş da anî, lê usa jî ew ji aliyê mîiîtanên Kurdan ên welatên derve yên bi nav û deng, herweha ji hêla rêxistinên Kurdan ên cihê cihê, hatin rexne kirin. Ewha, di destpêka sala 1967 da, Emîr Kamuran Bedirxan, ku li Parîsê dima, nama vekirî ji serokê

 

Komara Tirkiyê ra şand û tê da bangî wî dikir ku qet nebe otonomiya Kurdan a çandî nas bike.

 

Di îlona 1967 da, rêxistina avukatan a navneteweyî jî, ya ku belge di derheqa xeysetê pirsa Kurdan li Tirkiyê da weşand, li Jenêvê de’w kir ku mafên bingehîn bidin Kurdan. Tê da xuya dibû ku hukûmeta Tirkiyê mafên Kurdan inkar dikirin, dicedand ku li welatê xwe Kurdan tam bihelîne. Di belgê da dihat xuya kirin ku nenihêrî qayiliya hukûmeta Tirkiyê ku anegorî peymana Lozanê (miqal 38-39) qedrê milletên biçûk bigre, wê sozdayînên xwe ne qedandin. Ewha, dîwana Tirkiyê qedexe kiriye ku Kurd dibistanên kurdî vekin û zarokên xwe bişînin wan, nahêle ku edebiyata wan hebe û ji welatên derve pirtûk û sêlikan bistînin. Di belgê da usa jî tê gotin ku hukûmeta Tirkiyê gelek Kurd ji cî û wargên wan ên kal û bavan sirgûn kirine, lê dijderketiyên wê siyasetê dihatin kuştin (201, 1967, No 324, r. 12).

 

(dûmayîk heye)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev