Ji nimûneyên zargotina me – 239

Ji nimûneyên zargotina me – 239

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema dusedûçardehan me ji pirtûka kurdzan Emînê Evdal ya “Heleqetîyêd pizmamtîyê nav kurdada”, ku sala 1965an bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Berhema donzdehan berdewama nivîsa ”RIKNÊ MALHEBÛNA BER, QEBÎLÊD KURDAYE BERÊ Û YA KURDÊD SOVÊTÎYÊ, CÛRÊ JÎYANA WANA” ye.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

BER, QEBÎL –7 

Nav gelek miletada didin xebatê xebera ”fratrîya”, wekî nîşan dide biratî, pevgrêdana xûn û qinêtîyê, merîyêd ji silsiletekê, ji dê û bavekî, bîr tînin kal û bava, navêd wana hiltînin. Nîşan didin bav û kalîkê xwe, bav û kalikê-kalikê xwe, mesele: qebîleke kurdêd Laçînêda hene Hesenlera, ewana kalikê xwera dibêjin ”banîler”. Banîlera jî pêşîyêd xwera gotine ”holayler”. Xebera paşin navê jinêye, gelekî kevne, çimkî wexta berevkirina qinyatêd êtnografîyê min ji holaylera dipirsî derheqa jina bera wane serkar, wana nizanibûn ji kîjan silsiletêye Holay, her zanibûn, wekî ew serkara qebîla wana bûye.

Nav qebîla Witîyada hebûne Xanoya, Cewarîya û yêd din, nav qebîla Mixaylada hebûne Eloya, Îsêya û yêd din. Navê serkarêd berêd paşin, navê mêranin, wekî usane paşwextîyê ber, qebîl her cîya, nav kurda gişkada bi navê mêra hatine naskirin.

Ev qewmandina cmaetîyê hana tenê nav kurdada nîne., nav miletêd dinda jî hebûye, mesele: nav osada, kabardînada, gurcada, ermenîyada, adrbêcanada û yêd mayînda. Nav osada hebûne, nha jî hene silsilet, wekî jêra gotine sîdamon, agûz, kûsagon, saxîla û yêd din. Ew silsilet paşê tûrvedane, zef bûne, bûne ber, koma bira-pizmama. Derheqa silsiletê me jorê got, diha em naxwezin biweklînin, her gerek bê nîşandayîn, wekî ji silsileta malêd biçûk û mezin pêşda hatine ber, wekî vê gavê jî nav kurdada hene. Ji wan berane qebîleke kurdaye kivş-Celalîya. Çend berêd wê qebîlê ji sala 1931-ê destpêkirî, ji Devexirabê (nehîya Kotaykê, RSS Ermenîstanê) çûne Golovîno (taxeke bajarê Dîlîcanê). Ewana heta îro jî li wê dimînin. Serkarê qebîlê mêr bûye: Celal. Çawa Celalîya dibêjin, Celal mêrekî zor bûye, ji tûra wî pêşda tên gelek merî, pir dibin, dibin qebîlekê,yanê êla Celalîya. Bi gotina Emerê extîyar berêd Celalîya, wekî îro jî hene, evêd hanin:

 

QEBÎLA CELALÎYA

 

Saaka

Qolika

Gazka

Donoîya

Elemhêya

Gêloya

 

Nav van berada hene malêd biçûk û mezin, ewana gişk ji silsiletekêne yan ji sisileta Celalîyane.

Nav Celalîyêd Golovînoda heye maleke nav û deng, mala Ûzo. Neferêd berêd Saaka, Qolika, Gazka xwe ji mala Ûzoya hesab dikin. Çawa dixwêne gişk ji mala Ûzo bûne, çimkî nav Celalîyêd Golovînoda silsileta xweva mala Ûzo eyane, lema jî neferêd wan hersê bera xwe ser mala Ûzo hesab dikin. Bi wî celebî jî neferêd Donoyîya, Elemhêya û Gêloya jî xwe ji silsileta Emerîya hesab dikin, yanê ji xûn û qinêtekê, ji kal û bavekî.

Xênji ber, qebîlêd jorê nîşandayî gelek qebîlêd kurdaye dinê jî hene, wekî gelek berêd wan hene, meva neeyanin. Ew qebîl, êl-eşîret evêd hanin, mesele: Hakarî (Îran, Botan-Czîra Botan ), Beylema (Îran), Sîpka (Erzurûm, Qers, Êrêvan), Celalîya (Êrêvan li sîngê Îgir-daxê), Birûka (Êrêvan), Reşkota (Dîyarbekir), Cemaldîna (Dêrsim, Îran), Zîla (Qers, Erzurûm, Êrêvan, Tbîlîsî), Kazka (Qers), Heydera (Qers, Erzurûm), Motka (Wan, Mûş, Bîtlîs), Badîna (Czîra Botan, Îraq, Dîyarbekr), Hesana (Qers, Êrêvan), Hesinîya (Êrêvan), Ademanlî, Lîvanlî, Zerka (Qers, Erzurum), Şadîlîya, Şerefxana (Erzurum, Wan), Cûlamêrga, Bahdînan (Wan, Dîyarbekir), Cibranlî, Dersimlî (Dêrsim, Xarpût), Milî, Kîkî (Dîyarbekir, Îran, Îraq), Zaza (Dêrsim), Bilbas (Bal gola Ûrmîyê), Caffî, Kelhûrî, Soranî, Mukrî, Sencabî (Kirmanşah, Sulêmanî, Îran), Zerza (Soûcblax), Fanika, Deloya, Nîsalî, Hekarî, Gewrikî, Xalitî, Magûr (Hemedan). Evana qebîlin, nav kurdada eyanin çawa komêd xûn û qinêtîyêye mezin.

Wexta F, Êngêls derheqa bera, fratrîya û qebîla xeber dide, dibêje:

”Ber bi temamîya xweva dikevine nav fratrîyayê, fratrîya jî nav qebîlê”(46). Ew komêd jorê gotî, wekî F. Êngêls derheqa wanda xeber dide, komêd neferêd malêd mezin û biçûk bûne, birêd hev bûne, ji xûn û qinêtekê, silsiletekê. Dewsa xebera huruma ya fratrîya kurd dibêjin ”Koma bira-pizmama”, koma bera jî bûye qebîl, êl-eşîret. Em bi vî teherî jî dikarin xeberdin derheqa wan cmaetêd din, wekî hetanî nha jî sekinîne ser dereca ber û qebîla. Nha jî qeza Mûsilêda, li nehîya Sincarê eşîreteke kurdaye mezin heye: êzdîya. Emrjîyîna wan hela hê patrîyarxale. Derheqa etnogênêza xwe bi lêgêndî êzdîya dibêjin, wekî serkarê wanî êzdî ji Şeydî bincêre, paşê kur jê bûne, ewana zemicîne, wanra jî ewled bûne, ewledêd wana ji hev qetyane, bûne berekê, paşê qebîlekê, lema jî êzdîya gişk kurdin. Çawa me go, ewa lêgênde, pêşdahatina wê eşîreta kurdaye mezin hebandinêra negirêdaîye. Êzdîya bi xwe jî kurdin, eşîreteke kurdaye mezine. Wexta derheqa kurdêd êzdî û surmanda xeberdan tê ortê, êzdîya dibêjin, wekî ”eşîr bavê eşîrêye”, usa jî kurdêd surman dibêjin: ”em kurê bavê hevin” û yêd din. Ew yek raste, xênji îzbatîyêd ulmîyê, cmaet bi xwe jî dibêje derheqa wê rastîyêda, wekî êzdîya û kurdêd surmanî ji kokekêne, ji silsiletekêne, cmaetekin, yêd ku firqîyê dikin orta êzdîya û kurdêd surmanîyê, ewana dixwezin birayêd hev: surmanî û êzdîya berî hevdin, çawa hukumetêd zulmkar wededa kirine.

Vêderê ne ku tu bê cîyê pêşin digre fanatîzma dîn, wekî bi lêgêndî tê gotin, lê silsilet. Ber û qebîl, êl-eşîret. Fanatîzma dînê Mehmedîyê kurdêd êzdî, surman ji hev dûrxistine, usa jî kurdêd Dêrsimêye surman û qizilbaş.

Bal kurdêd Sovêtîyê ew firqî, fikir hatîye hilanîn. Wê şûnda derheqa heleqetîya ber û qebîlêd kurdêd Farizistanê, pizmamtî û serkarîkirina wana rind nvîsîye nvîsarçîyê ermenîyayî eyan: Raffî. Ew dibêje:

”Her qebîleke kurda serkarê wê heye, wekî neferêd qebîlê jêra destûrdarîyê dikin. Serkar nayê bjartin, ew serkarê bera xweye, çi gilî-gotin diqewimin, bi destî serkar tên kirin, wexta şera ew dide pêşîya şerkira, wê şûnda ji heywanetxweykira (neferêd ber û qebîla xwe-E.E.) her sal hine rûn, hirî, pez distîne”(47).

Vêderê, pizmamtîyêra grêdayî derheqa serkarîya jina kurd Raffî tu glîya nabêje, serwêr û serkar bal wî, her cîya mêrin, her tişt ji alîyê mêra tê naskirin.

G.M. Pêtrov jî nvîsareke xweye rêwîtîyêda nvîsîye derheqa wan berada, ku dikevin nav qebîla Sencabî, mesele: ”çelawî, smoyî, sêymênwend, calîlwend, sûrxawend, xaknazarxanî, alîxan, abasawend ”(48). Wê şûnda G. Pêtrov xeber dide derheqa dîfêrênsîya ber û qebîlêd Îranê, malhebûn, pêşê wan, wekî wê pirsêra nayê grêdan, lema jî em derheqa wê yekê xeber nadin. Vêderê serî ewe, wekî ew berêd kurda Pêtrov anîne ortê, serkarêd wana nîvê pirê mêrin, emir-extîyarîya wana hîmlî destê serkarada bûye. Derheqa edet, rabûn-rûniştandina neferêd qebîlêd kurda, serkarîkirinêda rind şirovekirîye K. Xaçatûrov.

Berêd mîna berêd kurdaye xûn û qinêtîyê nav cmaeta çînda jî hebûne. Derheqa bereke wana, navê wê ”szûn-szû”, Oldêrogê dibêje, wekî ”szûn-szû” komeke beraye xûn-qinêtîyêye, kal û bavê wan yek bûye û navê wanî tomerî jî hebûye-sîn”(49)

Nava wê bera çîn ser navê mêre, serkarê qebîlê çawa em dibînin, usa jî gelek ber û qebîlêd din, serkarêd wan mêr bûne.

Ew ber û qebîlêd çîne hîmlî ji terefê mêr hatine naskirin, hene ber û qebîlêd kurdaye usa jî, çawa yêd çîna, wekî ne ku tenê bi navê kal-bava, lê usa jî bi navêd serkarêd ber û qebîla hatine naskirin. Usa bûye qebîla ser navê Evdo Îranêda. Derheqa wê û serkarê wê Evdo, gazêta ermenîya ”Mûrç” dinvîse. (50).

”Qebîla Evdo nav kurdêd Farizistanêda hurmetlîye, cîkî baş digre. Eşîretêd wê qebîlê, ku tenê bi mêrxasîya xweva, bi şerê xweye berkva eyanin, wekî gelek cara cmaet derheqa wê yekêda lêgênda diefrîne. Ewana usa jî hizkirîne(51).

Çawa em dibînin serkarê qebîlê mêre, bi navê Evdo qebîl hatîye naskirin.

Naskirin ji alîyê mêrada usa jî hatîye eyankirin folklora kurdada, efrandinêd cmaetê ”Memê û Zînê”-da, ”Kerr û Kulikê Slêmanê Slîvî”-da, ”Zembîlfroş”-da, ”Ciblî”-da û yêd mayînda. Efrandina cmaetê ”Memê û Zînê”-da tîpêd hîmlî mêrin, mesele: Bekoyê Ewana, mîr Sêvdîn, mîr Zêvdîn, mêrxasê Czîra Bota Qeretajdîn, birêd wî Çekan û Efran û yêd din. Usa jî ”Kerr û Kulikê Slêmanê Slîvî”-da, mîrê Ereba, Kerr û Kulik, xalêd wî û yêd din mêrin. Raste, wan efrandinada heye, tê kivşê qoçaxîya jina kurd: Zînê (Memê û Zînêda), Werdeka dê (Kerr û Kulikê Slêmanê Slîvîda), Perîşan (Memê û Zînêda), Benî xatûn (Zembîlfroşda), Helê (Cblî) û yêd dinda, lê pêrsonêd hîmlî, wekî bi destê wan her tişt tê kirinê, mêrin. Efrandina ”Elîyê xarzîya”-da tîpêd hîmlî Elî û xalê wî Hemzene. Hilbet, rola jinê jî heye wêderê, lê rola hîmlî mêr diqedîne, mesele: tên ortê Têlî, Temo, Elî, Hemze, Ûsivê Cezo, Sivikê Elo(52) û yêd din.

Efrandinêd cmaetêye wa zefin, wekî têda her tişt bi destê mêra, bira-pizmama tê qedandin.

Eva sîstêma bereka, bera, qebîla, êla û eşîreta, wekî nav kurdada hebûye û nha jî nav kurdêd welatê me derda heye, nîşan dide, ku cmaeta kurd jî kevne: çawa nav cmaetêd çînda, hindda, ermenîda, gurcda, adrbêcanda û nav cmaetêd rohilatêye dinda, usa jî nav cmaeta kurdda hebûye matrîyarxat, paşê patrîyarxat. Wexta van herdu qeydê cmaetê jî, her tişt ser riknê xûn û qinêtîyê berek, ber, qebîla yole çûye, wekî paşmayîyêd wan herdu êtapêd cmaetîyê jî em îro nav kurdada, folklora wane dewlemendda dibînin.

Bi texmîna me aqas jî bese derheqa teşkîla kurdaye qeydemexlûqetîyê, serkarîkirina wana ji terefê jin û mêra, pevgrêdana wane bira-pizmamtîyêda. Nha em xeberdin derheqa heleqetîya kurdaye xûn-qinêtîyêda, wekî edetda tê eyankirin, dewletêd rêaksîon jî ser hîmê wê pizmamtîya kurda û fanatîzma dîn ber, qebîl, êl û eşîretêd kurda berî hevdane, çawa sîlih bona kara xwe dane xebatê.

 

 

Çavkanî: 

  1. O.Kosvên. Matrîyarxat. Moskva 1948, rûpel 42.
  2. Êngêls. Intanîkî, masnavor sepakanûtyan yêv pêtûtyan sagûmi. Yêrêvan, 1948, rûpel 38. (bi zimanê ermenî).
  3. N.Vanêyêv. Îz îstorîî rodovogo bita v Yûgo-Osêtîî. Tbîlîsî, 1955, rûpel 59. (bi zimanê rûsî).
  4. Êngêls. Intanîkî, masnavor sepakanûtyan yêv pêtûtyan sagûmi. Yêrêvan, 1948, rûpel 40. (bi zimanê ermenî).
  5. N.Vanêyêv. Îz îstorîî rodovogo bita v Yûgo-Osêtîî. Tbîlîsî, 1955, rûpel 59. (bi zimanê rûsî).
  6. Xaradzê. Grûzînskaya sêmêynaya obşçîna. Tîflîs, 1954, rûpel 5. (bi zimanê rûsî).
  7. N.Vanêyêv. Îz îstorîî rodovogo bita v Yûgo-Osêtîî. Tbîlîsî, 1955, rûpel 61. (bi zimanê rûsî).
  8. Êngêls. Intanîkî, masnavor sepakanûtyan yêv pêtûtyan sagûmi. Yêrêvan, 1948, rûpel 75. (bi zimanê ermenî).
  9. Êngêls. Intanîkî, masnavor sepakanûtyan yêv pêtûtyan sagûmi. Yêrêvan, 1948, rûpel 98. (bi zimanê ermenî).
  10. M.Svêrdlov. Amûsnûtyûnn û intanîki sovêtakan pêtûtyan mêc. Yêrêvan, 1947, rûpel 6. (bi zimanê ermenî).
  11. Orênknêr yêv voroşûmnêr sovêtakan knoc îravûnknêrî masîn. Yêrêvan, 1951, rûpel 10. (bi zimanê ermenî).
  12. Rojnama “Van-tosp”, hejmar 2, Tîflîs, 1918, rûpel 8. (bi zimanê ermenî).
  13. A.Nîkolskaya. Pêrêjîtkî patrîyarxalno-rodovogo stroya û avarsêv XIX i v naçalê XX vêkov. Moskva, 1951, rûpel 232. (bi zimanê rûsî).
  14. M.Abramzon. Formî rodoplêmênnoy organîzasîî û koçêvnîkov Srêdnêy Azîî. (bi zimanê rûsî). Binhêr: “Rodovîyê obşçêstva”, Moskva, 1951, rûpel 138-139.
  15. Êngêls. Proîsxodênîyê semyî, çastnoy sobstvênnostî î gosûdarstva. Moskva, 1953, rûpel 40. (bi zimanê rûsî).
  16. X.Samvêlyan. Hîn Hayastanî kûltûran, cild 3, Yêrêvan, 1941, rûpel 7. (bi zimanê ermenî).
  17. Êngêls. Proîsxodênîyê semyî, çastnoy sobstvênnostî î gosûdarstva. Moskva, 1953, rûpel 87. (bi zimanê rûsî).
  18. O.Kosvên. Oçêrkî îstorîî pêrvobîtnoy kûltûrî. Moskva, 1953, rûpel 106. (bi zimanê rûsî).
  19. Samvêlyan. Hîn Hayastanî kûltûran, cild 3, Yêrêvan, 1941, rûpel 15. (bi zimanê ermenî).
  20. Vet. M. Nurî Dêrsimî. Kurdistan tarihinde Dersim. Haleb, 1925, rûpel 46-57. (bi zimanê tirkî)
  21. Binhêr: N.Maxmûdov. Kûrd joxovûrdi. Yêrêvan, 1959, rûpel 44. (bi zimanê ermenî).
  22. Avdal. Andrkovkasyan krdêrî kênsaxi. Yêrêvan, 1957, rûpel 14. (bi zimanê ermenî).
  23. Folklora Kurmanca. Hazir kirine Hecîyê Cindî û Emînê Evdal. Yêrêvan, 1936, rûpel 554.
  24. Ew kitêb bi xwe, rûpel 554.
  25. Şîrinşayê Emer, 70 salî, ji gundê Karvanserayê (nehîya Artîkê, li Ermenîstanê), niha li Yêrêvanê dimîne.
  26. Okiz li gundê Qizilqulê, nehîya Dîgorê dima, mir wexta şerê împêr. Pêşin, sala 1918a.
  27. Yêxîyazarov. Kratkîy êtnografîçêskîy oçêrk kûrdov Êrîvanskoy gûbêrnîî. Tîflîs, 1891, rûpel 15. (bi zimanê rûsî).
  28. Şahbazyan. Kyûrdo-hay patmûtyûn. K.Polîs, 1911, rûpel 124. (bi zimanê ermenî).
  29. Ew kitêb, rûpel 142.
  30. Ew kitêb bi xwe, rûpel 132.
  31. Got: Etemê Silto, ji gundê Elegezê (nehîya Aparanê), mir sala 1958, ji alîyê avtor hatîye nivîsandin sala 1956a li gundê Elegezê.
  32. Folklora Kurmancîyê. Hazir kirîye Hecîyê Cind.. Yêrêvan, 1957, rûpel 34.
  33. Binhêr: Folklora Kurmanca. Berev kirine û hazir kirine Hecîyê Cindî û Emînê Evdal. Yêrêvan, 1936, rûpel 97.
  34. Cindî. “Kerr û Kulikê Silêmanê Silîvî” Yêrêvan 1941, rûpel 25. (bi zimanê ermenî).
  35. Şahpazyan. Kyûrdo-hay patmûtyûn. K.Polîs. 1911, rûpel 66. (bi zimanê ermenî).
  36. Folklora Kurmanca. Berev kirine û hazir kirine Hecîyê Cindî û Emînê Evdal. Yêrêvan, 1936, rûpel 563-564.
  37. Ew kitêb bi xwe, rûpel 565.
  38. Folklora Kurmancîyê. Hazir kirîye Hecîyê Cindî. Yêrêvan, 1957, rûpel 271.
  39. N.Vanêyêv. Îz îstorîî rodovogo bîta v Yûgo-Osêtîî. Tbîlîsî, 1955, rûpel 9. (bi zimanê rûsî).
  40. Derheqa jina kurdda temamîya xweva binhêr kitêba me: “Kûrd kîni nahapêtakan intanîkûm”, Yêrêvan, 1948. (bi zimanê ermenî).
  41. P.Kalpakov. Kûrdskoyê plemya Celalavand. Sovêtskaya Êtnografîya, hejmar 3, 1951. (bi zimanê rûsî).
  42. Binhêr: A.Yêxîyazarov – Kratkiy êtnografiçeskiy oçerk kurdov Êrivanskoy gubernii Tiflis, 1891, rûpel 18-26. (bi rûsî)
  43. Kovalêvskî: Rodovoy bît, rûpel 171.
  44. Binhêr: Lêoktovîç. Adadî Kavkazskîx gorsêv, rûpel 418. (bi zimanê rûsî).
  45. Xaradzê. Xêvsorskoyê “Zîrî” î Gvarî”, “Mîmoxîlvêlî”, Tbîlîsî, rûpel 204. (bi zimanê rûsî).
  46. Êngêls. Proîsxodênîyê semyî, çastnoy sobstvênnostî î gosûdarstva. Moskva, 1953, rûpel 104. (bi zimanê rûsî).
  47. Raffî. Namak Salmastîs. “Mşak”, hejmar 29, 1872. (bi zimanê ermenî).
  48. M.Pêtrov. Nêkotorîyê dannîyê dlya xaraktêrîstîkî kûrdov Sêncabî v Îranê. “Sovêtskaya êtnografîya”, hejmar 1, Moskva, 1952, rûpel 113. (bi zimanê rûsî).
  49. A.Oldêrogê. Malayskaya sîstêma rodstva. Moskva, 1952, rûpel 51. (bi zimanê rûsî).
  50. Ew rojname bi xwe, hejmar 44, sala 1873a.
  51. Parskastanî krdêri. “Mûrç”, hejmar 9, sal 1904.
  52. Folklora Kurmancîyê. Hazir kirîye Hecîyê Cind.. Yêrêvan, 1957, rûpel 271.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev