
Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew an bi xwe, an jî bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.
Emê çend heftêyan cûrê pirskirin û bersîvdanê biguhêrin. Ne ku wê xwendevan pirsan bikin û emê bersîvan bide, lê Nura Şane wê pirsan li zimanhezekî me Qasimê Xelîlî bike, hemû jî pirsên derbarê zimanê kurdî da. Bo pêkanîna vî karê pîroz di navbera malpera me û Qasimê Xelîlî da lihevkirinek heye.
Pirsa Nura Şane û bersîva Qasimê Xelîlî
Pirs: – Gelo tu dikarî behsa DI KURDÎ DE RAVEK/ÎZAFE bikî?
Bersîv: – Ji bo ravekirina tiştekî, pêdivî bi ravekê (îzafe/tamlama) heye.
Di ravekê de, du hêman/unsûr hene:
1- raveber (tamlanan)
2- raveker (tamlayan)
mînak:
mala Eyşanê
mal: Raveber e.
Eyşan: Raveker e.
Li vir mebest pê; MAL e, ne Eyşan e. Dema em bibêjin; “Mala kê?”, em ê bibînin, li vir peyva “Eyşan”ê, peyva “MAL”ê rave dike. Yanî “mal ya Eyşanê ye.”
An jî em dikarin mijarê weha rave bikin:
Ez çûme MALê.
Li vir, heke em bixwazin peyva MALê rave bikin, pêdivîya me bi hin peyvên dî heye.
mînak:
Ez çûme MALa EYŞANê.
Ez çûme MALa QASIMî.
Ez çûme MALa BILIND.
Weke tê dîtin, peyvên di pey navdêra MALê re hatin (Eyşan, Qasim, bilind) tev ji bo ravekirina peyva MALê ne, wê ji wateyê ve zelaltir dikin, yanî RAVEKER in; peyva MALê jî RAVEBER e, yanî ravekirin (açıklama) tê ber wê.
Ya kin, navdêrek bi bêjeyeke dî were zelalkirin, navê vê girêdana wateyî, RAVEK e. Yanî bihevvegirêdana peyvan, ravekan pêk têne.
RAVEBER Û RAVEKER ÇI QERTAFAN DIGIRIN?
Di kurmancî de ravek, bi alîkarîya qertafên veqetandekan pêk tê. Di ravekê de raveber, veqetandekan (-a, -ê, -ên, -eke, -ekî, -ine) werdigire.
Raveker, heke ne rengdêr be tê tewandin, yanî qertafên tewangê digire (-ê, -î, -an, -ekê, -ekî, -inan); lê heke rengdêrek be nayê tewandin, yanî qertafên tewangê nagire.
QERTAFÊN VEQETANDEKÊ ÇI Û ÇI NE?
Di ravekan (tamlama/îzafe) de, raveberê ji ravekerê vediqetîne, yanî hin qertaf in.
Qertafên veqetandekê ev in:
Veqetandekên diyar û yekhejmar;
-a, (mê) sêva Zeynebê
-ê, (nêr) nanê Qasimî
Veqetandeka diyar û pirhejmar;
-ên, sêvên Zeynebê, nanên Qasimî
Veqetandekên nediyar û yekhejmar;
-eke, (mê) sêveke Zeynebê
-ekî, (nêr) nanekî Qasimî
Veqetandeka nediyar û pirhejmar;
-ine sêvine Zeynebê, nanine Qasimî
(yanî: hin sêvên Zeynebê, hin nanên Qasimî)
QERTAFÊN TEWANGÊ ÇI Û ÇI NE?
Qertafên tewangê ev in:
Yên diyar û yekhejmar;
-ê, (mê)
-î, (nêr)
Qertafa diyar û pirhejmar;
-an,
Qertafên nediyar û yekhejmar;
-ekê, (mê)
-ekî, (nêr)
Ya nediyar û pirhejmar;
-ina(n)
CUREYÊN RAVEKAN
Du cureyên ravekan hene:
1- Raveka Navdêrî
2- Raveka Rengdêrî
Di ravekên navdêrî de (isim tamlaması) raveker tê tewandin; lê di ravekên rengdêrî de (sıfat tamlaması) nayê tewandin, yanî peyva rengdêr be (sifat) nayê tewandin.
mînak:
Nanê tenûrê.
Li vir TENÛR raveker e û bi pêvekeke tewangê (-ê) hatiye tewandin lewra ev ravekeke navdêrî ye.
Nanê tenûrê
nan: raveber
tenûr: raveker
Nanê xweş.
Li vir XWEŞ raveker e û bi pêvekên tewangê (-ê, -î, -an, -ekî, -ekê, -inan) nehetiye tewandin ango xwerû (sade) ye lewra ev ravekeke rengdêrî ye.
Nanê xweş
nan: raveber
xweş: raveker
Nîşe:
Di ravekan de raveber li pêş e û raveker li paş e yanî berevajî ya tirkî ye; lê di ravekên rengdêrî yên şanîdanê de weke rêzkirina tirkî raveker li pêş e, raveber li paş e; û reveberên wan jî veqetandekan nagirin, ji dêlê ve têne tewandin.
mînak:
vî nanî
vî: raveker
nan: raveber
Dîsa di ravekên rengdêrî yên hejmarî de, weke rêzkirina tirkî raveker li pêş e, raveber li paş e; û reveberên wan jî veqetandekan nagirin, lê vê neqlê nayêne tewandin jî…
mînak:
du nan
du: raveker
nan: raveber
Riataza