FELSEFEYA KANT DI DERBARÊ CUDAHÎYA DI NAVBEYNA ZANÎNA SAF Û EZMÛNÎ (EMPIRIC) DE

FELSEFEYA KANT DI DERBARÊ CUDAHÎYA DI NAVBEYNA ZANÎNA SAF Û EZMÛNÎ (EMPIRIC) DE

Gird Elî

Tu guman tune ku hemî zanîna me bi ezmûnê dest pê dike. Ji ber ku bi şêweyeke din dê kapasîteya zanînê bi rengek din were cîbicîkirin, heke ne bi saya tiştên welê be ku li ser hestên me bandor dikin û bi xwe ramanan diafirînin û ji aliyek din ve çalakiya mejiyê me didin meşandin da ku wan bide ber hev, wan bi hev qiyas bike an veqetîne û bi vî rengî pêvajoya materyalê xav ê hestên hestyarî di nav zanîna heyberê de ku jê re ezmûn tê gotin diafirîne? Bi demê ra, ji ber vê yekê, bi me ra tu zanîn berya ezmûnê çênabe, û bi wê ra jî hemî zanist dest pê dike.

Lê heke hemî zanîna me bi ezmûnê dest pê dike, dîsa jî ew bi tevahî ji ezmûnê dernakeve. Ji ber ku dibe ew zanîna me ya ezmûnî di heman demê de têkildariyek ji tiştê ku em bi navgînan werdigirin û ya ku kapasîteya me ya zanînê ji xwe ra peyda dike (tenê ji hêla bandorên hestyarî ve dibe sedem) bi xwe ye, lewra ew pêvekek e ku em nikarin ji hêmanê cuda bikin, di dû temrîneke dirêj ra incex em jê hay bibin û di dû ra jî wê ji hev diveqetînin.

ji ber vê yekê ew herî kêm pirsek e ku pêdivî bi vekolînek ji nêz ve heye û ya ku divê di nihêrîna pêşîn de neyê paşve xistin: gelo zanebûnek wisa heye ku ji ezmûnê û heta ji hemî bandorên hiskirinê serbixwe be. ji zanîna welê ra a priori tê gotin û xwe ji yên ezmûnî (empirik) vediqetîne, yên ku çavkaniyên wan paşîn a posteriori ne, ango di ezmûnê de, veqetandî ye.

Lê belê, vegotina berê hêj bi têra xwe diyar nebûye ku wateya tevahî ya pirsê nîşan bike. ji ber ku ew bi gelemperî di derheqê gelek zanebûnên ku ji çavkaniyên ezmûnê hatine stendin de tê gotin ku em bi a priori pê re pê re eleqedar dibin an jî tê de ne, ji ber ku em wê yekser ji ezmûnê nagirin, lê belê ji rêgezek gelemperî, ku me ew dîsa jî ji ezmûnê girtiye. Bi vî rengî li ser wî yê ku bingeha mala xwe xera kir tê gotin: wî dikaribû bi a priori zanibûya ku xanî dê hilweşe, ango. Ew ne hewcebû li benda ezmûna ku dê xanî hilweşê, bisekine. Lê wî dîsa jî nikaribû vê bi tevahî a priori bizanibûya. ji bo ku tişt giran in û ji ber vê yekê dema ku sitara giranîya wan jê diçe, dikevin, divabû ev pêşî bi rêya ezmûnê jê eyan ba.

Li jêr em dê, bi zanîna a priori, ne bi tenê zanîna ezmûnekê an yeka din, lê ew zanîna ku bi tevahî ji hemî ezmûnan serbixwe ye jî, fam nekin. Berevajiya wan zanîna ezmûnî (empirik) ye, an jî zanîna ku tenê paşwext a posteriori gengaz e. ji zanînê a priori ra ya safî tê gotin ku ew ji her tiştê ezmûnê (empirik) dûr û ne tevlihev e. Bi vî rengî, mînaka hevoka ku “her guhertinek sedema wê heye” hevokek a priori ye, lê ew ne saf e, ji ber ku guhertin têgehek e ku tenê dikare ji ezmûnê were der.

II. Em xwedan hin zanebûnên a priori ne û tu aqlê selîm jî ne bêyî wan e.

Ya ku li vir girîng e taybetmendiyek e, ku bi saya wê em dikarin bi ewlehî zanîna safî û empirîk ji hev cûda bikin. Ezmûn me fêr dike ku tiştek bi awayekî an yekê din e, lê ne ku ew dikare cûda be. Heke, ji ber vê yekê, berî her tiştî, hevokek ku bi hewcedariya xwe ra bi hev ra tête ramandin heye, wê hingê ew darizandinek a priori ye; heke, ji bilî vê, ew ji hevokek din veneketibe ku di dorê de wekî hevokek pêdivî derbasdar e, wê hingê ew teqez a priori ye. Duyemîn: ezmûn tu carî darazên xwe rast an hişk nade lê bi tenê bi şêweyekî gelemperî, texmînkirî û berawirdî –komparativ- (bi teşeyê) dide, loma jî divê bi rastî bê gotin: ji ya ku heya nuha me hay jê hebû, ji vê an wê rêgezê awerte û veqetandek tune. Heger darizandinek bi gelemperî, yeka hişk bê awerte bihê fikirin, ango, tu destûra cudahîyekê tê da nebe û ev darizandin ji ezmûnê nehatibe vegirtin ev weke a priori misoger e. Bi gelemperî muteberîya ezmûnî bi vî rengî tenê zêdekirina kêfî ya rastdariyê ye, ev dilhezkî ji ya ku di pitirê rewşan de gengaz e veduguhere, dibe ya ku di her tiştî de derbas dibe, weke mînak. hevoka “hemî laş giran in” dema ku bi giştî muteberîyeke dijwar li darizandinê zêde bû, ew jî çavkanîyekê taybetî ya zanînê destnîşan dike, ango şîyana pêzanîna a priori. Ango pêwistî û muteberîya giştî ya dijwar taybetmendîyên teqez ên zanîna a priori ne, û bi hevûdin têkildar û necudabar in. Lê belê ji ber ku di karhanîna wan de carinan hêsantir e ku meriv sînorkirina ezmunî (empirik) ya li ba darizandinan li şûna rasthatinan îsbat bike, an jî carinan maqûltir e ku em li şûna pêwistîya wan, hewcedarîya muteberîya giştî ya wan î bêsînor, nîşan bidin. wê hingê tê pêşniyar kirin ku pîvanên navborî ji hev cuda werin bikar anîn, ji ber ku her yek bêkêmasî ye.

Hêsan e ku meriv destnîşan bike ku bi rastî di zanîna mirovî de darizandinên welê safî, hewce û dijwar a priori hene. Heke hûn ji zanistan mînakekê dixwazin, hûn tenê hewce ne ku li hemî ristên matematîkê binêrin. Heke hûn nimûneyekê ji pêş-pratîka rojane dixwazin, hevoka “divê hemî guhertin xwedî sedemêkê bin” bi kêr tê, erê, di mînaka paşîn de, têgeha sedemîtiyê ji ber vê yekê bi zelalî bi bandorekê ve girêdayî ye, û di derheqê muteberîya giştî ya dijwar de li ba qaîdê ye, ev jî dikare têgeha sedemetîyê bi tevahî winda bike. Heke yekî, mîna Hume, bixwaze wê ji têkiliyekê werbigre ku ev pir caran dubarekirî ye û di navbeyna tiştê diqewime û ya pêşîn de ye, û ji adetek (ango tenê hewcedariya sûbjektîf), ku pê re çêdibe, hizir bi hev ra têkildar in. wekî din, bêyî ku hewcedariya me bi mînakên wisa hebin, mirov dikare di zanîna me de rastiya prensîbên a priori yên safî îsbat bike û vê yekê neçarîbûna wan bi îhtîmala ezmûnê, û ya a priori, destnîşan bike. Ma ezmûn dê piştrastîya xwe ji ku bigre heke hemî rêgezên ku ew dihebîne empirikî û demkî bin? Bi vî rengî meriv bi zor dikare bihêle ku ev wekî prensîbên yekem bikar bîhên. Lê belê li vir em dikarin xwe, bi karhanîna kapasîteya pak ya zanîna xwe, xwe îkna bikin û wê fena rastîyekê bipejirînin, her weha li gel taybetmendîyên wê. Lê ne tenê di warê darizandinan de di heman demê de di warê têgînan de jî, derdikeve holê ku ji van hin jê koka xwe ji a priori digrin. Paşê hemî tiştên empirîk ji têgeha-ezmûnê ya xwe di derbarê cisimekî de bidûr bixin-reng, hişkbûn û nermbûn, giranbûn û asêbûn jî- dîsa jî ew cihê ku cisim dagir kiriye dimîne (kunuha winda ye) lê hûn nikarin vê hesab nekin. Heke hûn hemî taybetmendiyên ku hûn fêrbûne ji ezmûna têgîna xwe ya empirîk ya her celebê tiştan derxînin, cismî an necismî dîsa jî hûn nikarin wan taybetmendîyan ji ser têgehan rakin lewra ku hûn vê objekta xwe fena substansekê difikirin. Bi hewcedariya ku ev têgîn xwe li ser we ferz dike, qanih bin, ji ber vê yekê divê hûn bipejirînin ku di kapasîteya we ya zanînê de cihê wê a priori ye.

(Rexneya aqilê safî)

Têbînî: Min got, ka ez binerim bê Kant dikane fêrî kurdî bibe, bêguman pêwistîya wî bi mamostayekî ji min gelekî zîrektir heye.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Gird Elî

Di sala 1964 an li Bakurê Kurdistanê, li gundekî Nisêbînê (Zorava) hatime dunyayê. Xwendina navîn û gimnaziya li Nisêbîn xwend. Li Swêdê jî pedagojî xwend û bû mamostayê piçûkan. Heta nuha du pirtûk çap kirine yek di sala 1994 an de bi navê MEHKÛM weşanên Welat, ya din jî di 2015 an de DEREWEKE PIÇÛK weşanxaneya Apec

Qeydên dişibine hev