TUNCER KILIÇ ÇI DIBÊJE?

TUNCER KILIÇ ÇI DIBÊJE?

”Şerê li dijî PKK ji bo me gelek girîng nîne, ji ber ku em wî şerî kontrol dikin”

Latif Epozdemir

 

Orgeneralê Turk Tuncer Kiliç , dı salên 2001 – 2003 de, serokatîya Civata Asayîşa Neteweyî ya Tirkî kiribu û her wiha yek ji wan leşkeran bû ku li Turkîyê di doza” Balyoz/Ergenekonê “ de hatibu darizandin.

 

Tuncer Kiliç berî çendek di daxûyanîyekê de tiştên balkêş anî ziman. Orgeneral Tuncer Kiliç, derheqê şerê PKK’ê de wiha gotîye:

 

“Şerê li dijî PKK ji bo me gelek girîng nîne, ji ber ku wî şerî em kontrol dikin.

Lê, ya herî xeter, çêkirina dewleta Kurdistanê ye, ku niha li ser sînorê welatê me hêdî hêdî tê çêkirin. 

Em li ser pêşîlêgirtina vê armancê kar dikin. Lazime ku bêjim me karî ku em rêbaza Barzanî li ba Kurdên Tirkiyê xirab nîşan bidin û em di vê mijarê de bi ser ketin jî.”

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev