Navê Amedê 4 hezar salî ye

Navê Amedê 4 hezar salî ye

Navê ”Amed” resen û orjînal e, navê ”Diyarbekir” çêkirî ye

Xerzi Xerzan

 

“…Di encama vê rêzegotarê de, bi alîkarîya çavkanî-jêderkên dîrokî û zanistî, em bi hêsanî têdigihîjin ku, navê bajêr ê Amedê, hîn berê 4 hezar salî wek Amedê, Amedî û Amedû hatîye nivîsandin û tomarîkirin. Navê Diyarbekir jî, ne wek navê bajêr, lê wek navê herêmeka berfireh, a ku Amedê jî di nav xwe de wek navenda xwe dihewîne, hatîye nivîsandin û tomarîkirin.

 

Pênaseya Amedê, navê resen û orjînal e, lê pênaseya Diyarbekir navekî çêkirî û pênaseyeka dagirkerên ereb ên wê serdemê ye.

 

Ev nav (Diyarbekir), di demajoyeka 1400 salî de, bi hêsanî di zimanê gel de rûniştîye û li gel navê Amedê, wek hevwate hatîye bikaranîn û bilêvkirin. Ya rast ew e ku, mirov heqîqetên dîrokî weke ku hene, wisa jî bizanibe, wisa jî bipejirîne û pişt re jî, her kesekî bikaranîna şêwazê navan-pênaseyan de bi qîma xwe ye.

 

Ez, pêşî wek lêkolînerekî û pişt re jî wek kurdekî xwedî hişmendîya dîroka gelê xwe, navê Amedê bi kar tînim û vî navî pîroz ê resen ê xwedî dîrokeka hezara salan, bi serbilindî û bi kêfxweşî bi lêv dikim û ez ê her wisa bikim….

 

Ji lew re, zanîn destpêk û bingeha heqîqetê ye û zanîna dîrokî wisa ferman dide. ..” 

Ji bona xwendina tevahîya gotarê:

https://dirokurd.blogspot.com/…/bi-daneyen-zanisti-nav

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev