Edgar Poe: “Qarqark”

Edgar Poe: “Qarqark”

Profesorê fîzîkayê li Amêrîkayê, welatparêzê kurd Moskovê Cemal bi wergera vê helbesta şairê Amêrîkayê yê binavûdeng Edgar Poe xwestîye keda xwe bike nava pêşketina edebîyeta me a wergerê û di wî karî da bi ser ketîye. Piştî xwendina vê wergera delal fikirek bo wan merivan di serê me da çê dibe, ku dibêjin ”kurdî têra wergera nake”. Doktor Moskovê Cemal jî bi saya hunurê xwe yê wergerê ji wan ra dibêje: “Kurdî têrê dike, kurdîya we têrê nake”.

 

Edgar Poe

 

Wergera ji îngilîzî Moskovê Cemal

 

Şeva terî nîve şevê, ez xew ra çûm li ser belgê kitêbê.
Xewnêd ecêb ber çevê min, teqînek hat,
Tê bêy qey yek direpîne derê min.
Min qot dive mêvanek hat,
Ew mêvan e teqîn, repîn derê min xist.
“Mêvan hatîye, îdî kî ye?”, ez fikirîm.

Notla niha tê bîra min, ew payîza derengî
Qirçe qirça agirê sobê û şewqa wê li ser erdê.
Min dixwast sibe zû safi be, chabek derê derheqa wê,
Horîya narîn Linorê, ku şewq dida çar alî.

Perda kire xuşînî,
Saw u ricaf ket canê min
Ez ji cî rabûm û xwe ra got: “Ew mêvan e, îdî kî ye,
Haqa dereng derê min xe?”
“Mevan hatîye, îdi kî ye?”, ez fikirîm.

Min xwe topî li ser hev kir,
U got: “Biborînin ez egle bum,
Xew ra çubum, teqîn sist bû, min nebihîst”.
Derî vekir dîna xwe da
Şevereş bu, tiştek ne dît.

Ez metel mam, dûr nihêrî
Xewnêd şeva ber çevê min
Şev terî bû, kerr û lal.
Dengek kete guhê min, min got: “Linor?”
Şevê cab da û got: “Linor”,
Hema ew bû, û xilas.

Min derî girt, ez zivirîm
Teqînek hat ji berê zexttir, ez ricifîm
Min xwe ra got gelo çi ye
Ew qey ba ye, min xwe ra got.
Pirte pirta dilê min bû
Min got: “ba ye, idî çiye?”

Min pencere xitimand, û min hew dît
Qarqarkeke kubar-kubar berbi min tê,
Per weşandin û firî
Ser heykelê Palladê, ku li feza derê min bû
Li wir tar kir, li min nihêrî.

Bi derd û kul ez zivirîm, û ber xweda ez kenîyam
Ser qarqarka emir direj pirça sêrî rûçikandî, min jê ra got:
“Min ra bêje li wê dunya reşe terî, gelo navê te çi bû?”
Li min nihêrî û min ra got: “Tucara”.

Wê teyradê caba min da
Ez pê mame ecêb girtî,
Îcar kê ra nabe ecêb, eger qarqark
Ser rexderî, haqa zelal cabê bide
Û bêje te “Tucara”.

Jorda serte-sert dinhêri, tê bêy rûhê xwe dikire nav wî gilî
Tenê gilîk diwakiland: “Tucara”.
Ne perên wê dihejîyan, ne jî bimbûlek ser wê leqîya
Min ber xwe da got: “Haqa heval çûn wê dinê,
Sibê vebe ewê jî here, weke xem u xiyalêd min.”
Min niherî û dîsa got: “Tucara”.

Ji wî glî ez lerizîm
Min got: “raste, ew ku emrê wî qezya ye,
Pir cefa ye, bê sînor,
Yêd ku guman unda kirîye
Eger carkê ruhê xwe da,
Paşda nayê Tucara”.

Lê Qarqarkê ez kenandim
Ez çûm ber wê rûniştim
Min xwe qûz kir, ketime nava mitala.
Û xwe ra got ev Qarqark e, îdî çi ye
Gelo çima hergav divê: “Tucara”,
Bi dengê xweyî qarqarkî.

Ez kerr u lal wir rûniştim
Çevêd wê ez helandim
Min serê xwe da ser belgî
Tenê ez bûm, ya min hiz kir
Îdî nayê tucara.

Lê wê deqê, dora mine teristan
Qey ba rabû, milyaketek agir dêst da berbi min hat
Û ez qûrîyam, min jê ra got: “Xwedê tu min ra şandî?
Bona derdê Linorê? Bêje, bêje derheqa wê!”
Qarqarke got: “Tucara”.

Ser wî gilî ez qûrîyam: “di riya Xwedê, tu çivîk î yan merez?
Kê tu şandî, ba bagerê tu anî, yan jî qey tu pêxember î?”
Min ra bêje: gelo wê bê ew dema, ez jî bîrkim derdê xwe?
Qarqarkê got: “Tucara”.

Û li wê derê, ew Qarqarka min xof lê kir
Hêwirîye ser heykelê Pallade
Min dinhêre nola cina, dihênije.
Ji şewqa lempê sî dikeve li ser erdê
Û rûhê min ji nav wê sîyê wê derneyê – tucara!

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev