Roja cîhanî ya kitêba û copyrightê

Roja cîhanî ya kitêba û copyrightê

Ji Amed Tîgrîs berhemeka nu ji mîtolojîya kurdan

 

Di 1995de, UNESCOyê Roja Cîhanî ya Kitêb û Mafê Destûrê saz kir. Armanc ji vê rojê ev e ku meriv balê bikişîne ser azadiya derbirînê, çapemeniyê û parastina mafên milkê entelektuelî û derfetekê peyda bike ku meriv rêzê li nivîskaran bigirê û li dora pirtûk û xwendinê şahiyê belav bike. Li ser malpera UNESCO, https://ich.unesco.org/ hûn dikarin di derbarê Roja kitêba ya cîhanê de bêtir bixwînin.

 

Bi munasebeta roja cîhanê ya kitêba em berhemeka hêja ya Amed Tîgrîs bo we didin nasîn.

Ji Amed Tîgrîs berhemeka nu ji mîtolojîya kurdan: Mala Zalê û Teyrê Sîmir

 

Ji pêşgotinê çend rêz …

 

Mîtolojî her çiqas ji rastîyê dûr, berhemên afirandî, fantazî û fîşalî bin jî, di mîtolojîyê de tozek rastî heye. Mîtolojî li ser bingehên bîr û bawerîyên olî yên kevnar hatine avakirin. Di mîtolojîyê de, dîrok, cografya, ziman, çand, tore, hest, reng û wêneyên gelêrî hene. Mirov dikare bêje mîtolojî şop û sîtava gelan a bi hezar salan e. Mîtolojîya Mala Zalê û bi taybetî ya Ristemê Zal, ji mîtolojîyên kurdan û îranîyan a herî girîng yek e.

 

Min ji biçûktîya xwe ve heta îro bêhejmar guhdarîya destana Ristemê Zal kirîye. Nivîsên ku li ser Ristem û malbata wî hatine nivîsandin, min bi zewq xwendine. Lêbelê di van salên dawî de ji herêmên cuda û ji devê çîrokbêjên cuda bi navê “Çîrokên Mala Zalê” û “Ristemê Zal” çend berhevok hatine çapkirin. Dîsa ji alîyê çend nivîskarên kurd ve roman û çîrokên Ristemê Zal hatine nivîsandin. Ji wan ên ku min bi dest xistin bi hurgilî xwend.

 

Weha xuyaye ku kesî ji wan li ser Ristem û malbata wî lêkolîneke zanistî û berbiçav nekirîye. Hewl nedane ka Ristem kî ye, ji kîjan bajar û herêmê ye û kengî jîyaye? Ew lehengekî rasteqîn e an mîtotojîk e. Çîrokbêjên me destana Ristem ji devê hevdu girtine, lê kêm û zêde kirine. Jixwe piranîya çîrokbêjan ne xwenda ne. Ji ber van sedeman çîrokên ku dibêjin, ne wek hev in. Her çîrokbêj li gor xwe, zanîna xwe û herêma xwe çi bihîstîye wê vedibêje. Loma cografya, leheng û zimanê her çîrokbêjî cuda ye. Çîrokên Ristem û yên klasîk ên din tevlîhev kirine.

 

Ristem kirine misilman û li dijî kafiran dane şerkirin. Ristem anîne Amedê, birine ber Pireya Dehderî, li Mizgefta Mezina ya Amedê pê nimêja înê dane kirin. Birine Xana Hesen Paşa ya ku di navbera salên 1572 û 1575an de hatîye çêkirin çay dane wî. Ev jî têrnekirîye, birine ew li gundên Licê, Hezro û Farqînê gerandine.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev