«BALA XWE BIDINÊ, KÊ HATÎYE»

«BALA XWE BIDINÊ, KÊ HATÎYE»

Di vê bernameya «Ria taza» ya nû da 

rojnamevan, helbestvan û wergêrvanê navdar

PRÎSKÊ MIHOYÎ

bi taybetî doktorê fîlolojîzanîyê, profêsor,

akadêmîsyanê Akadêmîya Komara Qazaxistanêye civakîyêye zanistîyê vexwendîye

KINYAZÊ ÎBRAHÎM MÎRZOYÊV 

Gotebêja wan wê li ser wêje, ziman, çand û

dîroka netewî û gelek pirsên civaka

meye dema Sovyêta berê û dema nû da be

 

Niqaşa dilvekirî

Pirs û bersivên eşkere

Rexne û daxwezên qenc

Maqûlî û merîfeta (êtîkêta) kurmancî

 

1-ê gulanê sala 2021-ê bi demjimêra:

Moskvayê – 19:00

Hewlêrê – 19:00

Avropayê – 18:00

Qazaxistanê – 22:00

 



 

KINYAZÊ ÎBRAHÎM MÎRZOYÊV

(Jîyannîgarî)

 

Doktorê fîlolojîyêyî zanîstîyê, profêsor, serokê kafêdra fîlolojî û wergêra Rojhilatê ya Zankoya Qazaxistanêye netewyîye pêdagogîyêye ser navê Abay, akadêmîserê Akadêmîya Dibistana bilinde zanîstîyê û Akadêmîya Komara Qazaxistanêye civakîyêye zanîstîyê, endamê Yekîtîya Assamblêya gelên Qazaxistanê, prêzîdêntê Yekîtîya rêxistînên kurdên Qazaxistanêye «Berbang», endamê Yekîtîya nivîskarên Komara Qazaxsitanê, berpirsyarê sereke yê kovara wêjeyî-bedewetîyê, zanyarî-civakî û ronakvanîyêye bi navê «Berbang», xelatgirê ordêna «Hurmet» bêtir li ser pirsgirêkên wêjezanîya ligorîhevkirinê ya li ser bingeha efrandinên klasîkên netewên Rojhilatê kar û barên xwe dimeşîne. Ew xudanê bêtirî 500 xebatane, di nav wan da 25 berhemên bingehîn, yên ku bi zimanên rûsî, qazaxî, înglîsî, holandî û kurdî hatine weşandinê. Ew herwiha hîmdar û serokê dibistana Qazaxistanêye kurdzanîyêye, xudanê kitêba dersan ya «Zimanê kurdî» û pirtûka yekemîn ya xwendin-mêtodîka zimanê kurdîye piştî hilweşbûna Yekîtîya Sovîyêtê.

 

Kinyaz Mîrzoyêv 1-ê gulanê sala 1947-an li gundê Rihanlûyê (navçeya Masîsê li Ermenîstanê) ji dayîkê bûye. Malbeta wî sala 1937-an ji Ermenîstanê sirgûnî Qazaxistanê kiribûn, ya ku di destpêka salên 40-î dîsa vedigere Ermenîstanê. Sala 1970-î ewî bi qîmetê bilind Zankoya Yêrêvanêye dewletê ya ser navê Xaçatûr Abovyan temam kir û wek pisporê fîlolojîyê-rojhilatzanîyê xwendina xwe di aspîrantûrayê da pêşda bir. Dû ra vegerîya zankoyê û wek dersbêjê navsere kar kir. Zûtirekê ew destnîşan kirin wek cîgirê serokê fakûltêta fîlolojîyê, lê ji sala 1980-î hetanî sala 1990-î ew bû serokê kafêdra ziman û wêjeya zimanê azerî ya vê îdara xwendina bilind.

Di dema salên kar ya li Zankoya Yêrêvanêye dewletêye pêdagogîyê ewî têza zanistîyê amade kir û navê doktorê fîlolojîyê zanîstîyê wergirt, bû dersbêjê sereke, lê di dawîyê da têza zanîstîye duda ya doktorê fîlolojîyê parast û bû profêsor. Hema van salan jî şureta Kinyaz Mîrzoyêve efrandarîyê dîhar bû. Ew gotarên wêjezanîyê dinvîse, efrandinên bedewetîyê werdigerîne û dibe berpirsyarê almanaxa «Êdêbî Êrmênîstan» («Wêjeya Ermenîstanê»). Sala 1985-an ew dibe endamê Yekîtîya nivîskarên Sovîyêtê û endamê rêveberîya Yektîya nivîskarên Ermenîstanê. Li vira ew seroketîyê beşa wêjeya azerîyan dike.

Sala 1990-î Kinyazê Îbrahîm bi malbetî koçberî Qazaxistanê dibe. Ew li Zankoya Qazaxistanêye netewîye pêdagogîyêye ser navê Abay wek profêsorê kafêdra wêjeya qazaxan derbasî li ser kar dibe, dû ra dibe serokê kafêdra wê zankoyêye wêjeya rojhilatê. Ew heyanî roja îroyîn li ser wî karê zanîstîyê ye. Kinyaz Mîrzoyêv li vira dersên dîroka wêjeya cîhanê, pirsên wêjezanîyê, têorîya, praktîka û mêtodîka zimanên rojhilatê dide. Berî gişkî li cîhana zanîstîyê ewî li ser dîroka pêşdahatina danûstendinên bingehîn yên wêjeya qazaxan û kurdan nivîsîye, agahdarîyên tesîra wêjeya rojhilatê li ser wêjeya qazaxan bi serî motîv û nîgaran derxistîye meydanê. Bi serokvanîya Kinyazê Îbrahîm bêtirî dehan zanîyaran têzên xweye zanîstîyê amade kirine. Ew usan jî bûye şêwrdarê zanîstîyê yê çend têzên doktorîyê, di nava refên rêxistinên Qazaxistanê û welatên bîyanîye zanîyarîyê da hatîye wergirtinê.

Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv bêtirî 10 salan seroketî Navenda zimanên cîhanê ya Zankoya Qazaxistanêye netewîye pêdagogîyêye ser navê Abay kirîye û ji hêla danûstendinên navnetewî va bûye cigirê rêktorê vê zankoyê. Hema di wê demê da hevkarîya vê zankoyê tevî navendên zanîstîyê yên welatên bîyanî pêk hat, xasma pevgirêdanên tevî îdarên xwendinêye bilind yên welatên Asyayê, Rojhilanta Nêzîk û Navîn çê bûn.

Hema wan salan karmendîya wîye zanîstîyêye geş tê ber çavan. Profêsor Kinyaz Mîrzoyêv bêtir li ser pirsgirêkên wêjezanîya ligorîhevkirinê ya li ser bingeha efirandinên klasîkên netewên Rojhilatê kar û barên xwe meşand. Ew xudanê weke 500 xebatane, di nav wan da 20 berhemên bingehîn, ku bi zimanên rûsî, qazaxî, înglîsî, holandî, kurdî hatine weşandinê. Ji bo mînak berhem-lêkolînên «Wêjeya netewî û danûstendina wêjeyî», «Horîzonên wêjeyî», «Pira dostanîyê», «Nîzamî û wêjeya gelên Rojhilatê», «Qedera dîrokî ya wêjeya kurdî», «Kurd. Ênsîklopêdîya biçûk», «The Kurds» (bi înglîsî û holandî), «Kurd. Dîrok û dema niha» (bi du cildan, bi zimanê rûsî û kurdî) di nava goveka kurdzan û rojhilatzanan da bilind hatine qîmetkirinê û nirxandinê. Ew hîmdar û serokê dibistana Qazaxistanêye kurdzanîyêye, xudanê kitêba dersan ya «Zimanê kurdî» û pirtûka yekemîn ya xwendin-mêtodîka zimanê kurdîye piştî hilweşbûna Yekîtîya Sovîyêtê.

Di nava efirandarîya zanyar da cîkî bi taybetî lêkolînên li ser wêjeya qazaxan digre. Xasma evan xebatên wî gelekî deng vedane: «Poêzîya Abay. Li dilê xwe mêzeke», «Wêjeya pirrnetewî ya gelê Qazaxistanê li salên serxwebûnê», «Wêjeya gelê Qazaxistanêye li dema niha», «Pevgirêdanên Qazaxistanêye dîrokî-çandî tevî welatên Rohilata bîyanî di warê ligorîhevkirina ziman da», «Bingeha amin ya dewleta avabûyî» (tevî J. Svîtkov), «Kurd. Giranbahayên ruhanî-toreyî».

Kinyazê Îbrahîm wergêrvanekî bêqusûre, ji zimanê cihê-cihê werdigerîne kurdî. Ewî efirandinên klasîkên wêjeya qazaxan Abay, Muxtar Aûêzov, Oljas Sûlêymanov, Farîza Ongêrsînovayê û gelekên mayîn wergerandîye kurdî.

Emekê zanyar-rojhilatzan, wêjezan, rexnegir û dersdar Kinyaz Mîrzoyêv yê zanîstîya dema niha ne tenê li Qazaxistanê, lê usa jî ji sînorê wê der bilind hatîye qîmetkirinê. Ew gelekî baş zimanên tirkî, farizî, qazaxî, rûsî, azerî, ermenî û kurdî dizane. Lewra jî ew bi hêsanî navendên cîhanêye zanîstîyê ra tê girêdanê, dide û distîne, tevî gelek konfêransên navnetewî dibe, di wê jimarê da yên li Parîsê, Moskvayê, Sankt-Pêtêrbûrgê, Stembolê, Bêrlînê, Bryûksêlê, Têhranê, Bekûyê, Yêrêvanê, Tbîlîsîyê û hwd.

Karmendê emekdar yê Komara Qazaxistanê Kinyaz Mîrzoyêv usa jî bi saya xebata xweye pirrsale ya civakî-sîyasî zor deng vedaye. Ew hela li salên xwendekarîyê di nava civakê da gelekî zîrek û çalak bû, gava serokvanî komela xwendekar û gencên kurde li Ermenîstanê dikir. Gava koçberî Qazaxistanê bû, ji bo parstina dîrok û çanda gelê kurdî di rojhilatê da kevnar ew bû hîmdarekî Asosasîya rêxistinên kurdên Qazaxistanê ya bi navê «Berbang» û hetanî roja îroyîn serokatîyê lê dike. Di nava gelek salan da bi serokvanîya wî di nava olka kurdan da xebatên erhede hatine û tên kirinê ji bo parastin û pêşvebirina dîrok, ziman, wêje û çanda netewî. Kinyaz Mîrzoyêv di nava karmendîya xweye civakî-sîyasî da guhdarîya mezin dide li ser pirsên bi ruhê netewperwarîyê terbîyet-torekirina nivşên nû.

Kinyaz Mîrzoyêv bi çalakî tevî karê damezirandin û rêxistina Assamblêya gelên Qazaxistanê bûye û eva bêtirî 20 salane di wî warî da kar dike. Ew wek endamê şêwra Assamblêya gelan herdem di çapemenîya komarê û welatên bîyanî da pêşda tê, sîyaseta Rêberê netewê Qazaxistanê Serokkomar Nûrsultan Nazarbayêv begem dike, rêformên civakî-aborî, aşîtî û aramîya li navbera gelan, bîr û bawerîyên dêmokratyayê û mirovhizîyê diparêze. Sala 2013-an li kongrêya wê Assamblêyayê ew hate hilbijartinê wek cîgirê Serokê Asamblêya gelên Qazaxistanê.

Emekê Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv li ber Komara Qazaxistanê bilind hatîye qîmetkirinê. Hela sala 1998-an ji bo destanînên mezin di warê pêşvebirina zanîstîyê, çand, xwendin û xebata civakêye zîrek da ew hêjayî xelateke komarêye mezin–ordêna «Hurmet» bû û navê «Karmendê Komara Qazaxistanêyî emekdar» dane wî. Ew usan jî hêjayî mêdala «Ji bo pêşvebirina zanîstîya Komara Qazaxistanê», «Granta Serokkomarê Qazaxistanê», mêdala Assamblêya gelên Qazaxistanêye zêrîn ya «Yekîtîya zêrîn», ordêna rûsaye Lomonosov, mêdalên «10-salîya Astanayê», «20-salîya serxwebûna Komara Qazaxistanê», «Mirovên Assamblêya meye 20 salan», «25-salîya serxwebûna Komara Qazaxistanê», nîşana pêsîrê «Îbiray Altinsarîn», spasnamên Serokkomarê Qazaxistanê Nûrsultan Nazarbayêv û hurmetnamên çend wezîretan bûye.

Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv û xanima wî Gogerçîna Tahar pênc ewled mezin kirine. Dota wane mezin–Têymînê doktora doxtorzanîyê ye, ew gînêkologe, dota dinê–Mêdîna huquqzana navnetewî ye. Lawê wanî mezin–Wezîr doktorê hiqûqzanîyê ye, Nezîr şaraza ye, lê Salhedîn hiqûqzane.

Kinyazê Îbrhaîm temamîya hereketê xweyî efirandarîyê, şuret û feraseta zanîstîyê, cêribandina jîyînêye dewlemend dîyarî xwendinê, zanîstîyê, çand û wêjeyê kirîye. Ew wek rêxistinvanekî Dibistana bilind bêtirî 40 salî seroketîyê kolêktîvên zanîstîyê-pêdagogîyêye mezin dike. Ew îro jî wek dibêjin di cêrgê dane: xebata lêkolînîyê pêşda dibe, kadroyên genc amade dike, bi kel û ced xebata civakî dimeşîne ji boy navê gulvedana civaka Qazaxistanêye pirrnetew.

Bi saya profêsîonalîzma bilind, emekê berbiçav di warê zanîstêyê û pêdagogîyê da, usan jî bi saya xeysetê mirovayêyî zêrîn Kinyazê Îbrahîm di nava cîhana zanîstîyê da layîqî navê giranbaha bûye, ewî hurmet û sîyaneta heval û hogiran zûva qazanc kiriye. Û tu şik tune, ku di pêşerojê da jî ewê bi serkeftinên xweye nû dorhêla xweye zanyaran, heval û hogiran bide şakirinê, lê aqilbendî, zîrekî û cêribandina dewlemend wê bibine alîkarên wîye helal û rêberên hêle di jîyana wî da.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *